Saturday, January 30, 2010

‘Pevçûna azeriyan û kurdan tê plankirin’

30/01/2010

Parlamentera BDP’ê ya Îdirê Pervin Buldan diyar kir ku ev operasyonên li Îdirê pêk hatine, ji beriya hilbijartinan ve hatine plankirin û wiha got: “Plansaziyeke nû ya ku dixwazin pevçûnên di navbera kurd û azeriyan de hebû, ji nû ve bidin destpêkirin. Lê ev plan dê bi ser nekeve. Dema ku şaredarê me Nuri Guneş hate girtin, bi qasî kurdan gelê ezerî jî bertekên mezin nîşandan.”
Pervin Buldan, nêrînên xwe yên der barê girtina Şaredarê Îdirê Nuri Guneş û 8 BDP’iyan de anîn ziman. Buldan, bal kişand ku operasyon ji aliyê leşkeran ve hatiye kirin û dîsa protokola EMASYA’yê ya ku van rojan gelek tê nîqaşkirin jî hatiye dest pê kirin.

GILIYA AKP’IYAN
Buldan, destnîşan kir ku tu eleqeya ev operasyon û KCK’ê bi hev re nîn e û ev operasyon li ser giliya 3 muxtarên AKP’î yên beriya hibijartinan hatine kirin, pêk hatiye. Pervin Buldan anî ziman ku ew 3 muxtaran jî giliya xwe paş ve kişandine û daraz, ji bo delîlan jî tenê hevdîtinên têlefonan dike hincet û wiha axivî: “Ji ber ku biryara ‘veşartinê’ dane, parêzer jî nikarin der barê dosyayê de agahiyan bigirin. Duh (pêr) parêzeran ji bo girtinan îtiraz kirin lê ev serîlêdan ne hatin qebûlkirin.”
Parlamentera BDP’î Pervin Buldan derbirî ku ew bi midûrê ewlehiyê û walî re jî hin hevdîtinan pêk aniye lê wan jê re gotiye ku tu agahiya wan ji vê operasyonê tune ye. Buldan wiha lê zêde kir: “Gelo ev rayedar çawa ji vê operasyonê agahdar nîn in? Hemû daxuyaniyên wan bi nakokî ne. Em baş dizanin ku bêyî agahdariya wan, operasyonên bi vî rengî pêk nayên.

‘JI HEQÊ KURDAN DERTÊN’
Piştî operasyona li ser BDP’iyan, me li Îdirê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist. Lê polîsan êrîşê daxuyaniya me kirin. Di vê êrîşê de min jî para xwe ji wan girtin. Wê demê gelekî bombeyên gazê avêtin nav girseyê. Gelek zirarên mezin dan bazirganan. Polîsan camên dikanên wan şikandin. Em, çûn serdana ew bazirganên ku camên wan hatine şikandin. Lê me bihîst ku piştî me polîs jî çûne serdana heman bazirganan û ji wan re gotine ku ‘hûn li wan ne nêrin. Em ji heqê kurdan dertên. Dixwazin ku li Îdirê careke din pevçûna kurd û azeriyan pêk bînin. Planeke wan a bi vî rengî heye.”
Pervin Buldan derbirî ku kurdan şaredariya bajarê Îdirê bi dest xistiye û hinek kes hene ku ji vê serkeftina kurdan nerihet dibin jî hene. Buldan bi lêv kir ku ew dixwazin bi planên xwe yên tasfiyekirinê şaredariyan ji destên kurdan bigirin û axaftina xwe wiha domand: “Wekî ku her kes jî baş dizane, piştî hilbijartinên 29’ê Adarê berdevkê hikûmetê Cemil Çiçek axaftineke wiha kiribû; ‘Îdir jî bi dest xistin. Xwe spêrtin sînorê Ermenistanê. Divê em vê yekê baş bifikirin.’ Bêgûman em dizanin ku ev peyamek e. Li gorî min, ev daxuyaniya Çiçek banga operasayoneke bi vî rengî bû. Ev operasyon li ser axaftinên Cemil Çiçek hatin destpêkirin. Ev operasyon gelek berfireh in û ji berê ve hatine plankirin. Nêzî 10 mehan di ser hilbijartinan re derbasbûn. Ev operasyona li dijî şaredariyê, nîşaneya nerihetiya wan a li dijî siyastera kurd e. Heke ku ev şaredarî ne di destê kurdan de bûna, dê ev operasyon jî pêk nehatana. Tam 10 mehan sekinîn. Di pêvajoyeke bi vî rengî de ku li herêmê gelek operasyonên li dijî KCK’ê pêk hatin de ev operasyonê jî pêk anîtin.”

‘DARBE LI ÎDIRÊ PÊK HAT’
Buldan, daxuyand ku ew ê li dijî vê rewşê bêdeng nemînin û wiha got: “Parêzer di warê hiqûqî de eleqedar dibin. Em dixwazin ku hemû hevalên me di demeke kurt de bên berdan. Ev biryarên girtinê, biryarên siyasî ne. Mirov dikare bibêje ku planên darbeyê li Îdirê pêk hatine. Hêzên ewlehiyê di navenda bajêr de meş li dar dixin û di meşê de jî diruşimên ‘Her tişt ji bo welat’ bang dikin. Ev yek mirov dixe nav hin fikran. Êdî, fikarên me jî hene. Gelo darbe pêk hat?
Di dema êrîşê de, ez di navbera du aliyan de mam. Ji aliyekê ve polîsan bombeyên gazê diavêtin û ji aliyên din ve jî ciwanan kevir diavêtin polîsan. Min xwest ku ciwanan rawestînim. Lê min guhdarî nekirin. Ciwan pir bi hêrs bûn. Ez neçar mam ku bikevim dikanke.”

HELWESTA JINA AZERÎ
Parlamentera BDP’ê Buldan, diyar kir ku li Îdirê gelek kesên cûda dijîn, ji ber vê yekê jî gelek kesên ji rengên cûda li Îdirê dijîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî ku şaredarê me hate girtin, ne tenê kurd, gelê me yê azerî jî li dijî vê yekê bertek nîşan dan. Di dema şermezarkirina operasyonê de, jineke azerî bi armanca şermezarkirina girtinan poteke reş li serê xwe girêdabû.” ANF

No comments:

Post a Comment