Thursday, January 28, 2010

Prof. Koker: Bê nasname çareserî nabe


28/01/2010

Nîqaş û daxwazên li ser guhertin û pêdiviyên Makeqanûneke nû, her ku diçe zêde dibe. Hîndekarê Zanîngeha Atilimê Prof. Dr. Levent Koker ku di hilbijartina 2007'an de di xebatên Makeqanûnê ya AKP'ê de cih girt, têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd de axivî.
Prof. Dr. Levent Koker, anî ziman ku hem ji aliyê hiqûqî û hem jî ji aliyê civakî ve li Tirkiyeyê ji avakirina komarê heta niha giraniya leşkeriyê serdest e. Koker, destnîşan kir ku hebûna biryarên leşkerî, di nava mekanîzmaya pergala siyasî de, bi Makeqanûnên 61 û 82'an xwe dane der û wiha got: "Ev yek ne li gorî rêgezên demokratîk in. Wekî Ewropa, divê Makeqanûna Tirkiyeyê jî sivîl bibe. Tirkiye li gorî berê bêtir sivîl e. Lê ev ji bo çareseriya civakî ne bes e. Tirkiye tasfiyeya 12'ê îlonê baş pêk neanî, lê piştî 12'ê îlonê heta salên 1990'an dom kir."

ÇÊKIRINA SIYASÎ
Koker, da zanîn ku bi hiqûqê nekarî pêşî li darbeyan bê girtin û wiha got: "Ji bo hûn pêşî li hemberî hewldanên darbeyê bigirin, divê bingeha siyasî û aborî hebe. Rejima dîktator her tim xwe mîsoger dike. Darbe her tim pêk hatin. Tu serdema bêyî hewldanên darbeyê, tune."
Koker, tevlî fikra 'vesayeta leşkerî rê li pêşiya darbeyan vedike' nebû û wekî bûyerekê nirxand. Koker, wesayeta leşkerî û darbe wek du bûyerên cuda nirxand û wiha got: "Ger ku bê xwestin wesayeta leşkerî rakirin jî, dê dîsa darbe pêk bê."

JI BO GUHERTINÊ BES IN
Koker, li ser guhertina Makeqanûnê jî rawestiya û da zanîn ku hêza Hikûmeta AKP'ê ya ku bi tena serê xwe Makeqanûnê biguherîne heye. Koker, nerînên xwe wiha anî ziman: "Ji bo guhertina Makeqanûnê, li gorî Makeqanûnê divê ji 5 paran 3 parên meclîsê daxwaz bike. Ger ku 330 parlamenter erê bikin û Serokomar jî vê yekê erê bike, wê demê wê neçar bimînin ku biçin referandûmê."

MAKEQANÛNEKE ÇAWA?
Koker, tenê guhertina Makeqanûnê bes nedît û çawaniya guhertina Makeqanûnê girîngtir dît. Koker, destnîşan kir ku yê girîng Makeqanûnek çawa ye? Koker daxuyand ku naveroka guhertina Makeqanûnê çi ye û tê xwestin li ser çi bingeh û ferasetê bê guhertin, çorçoveya guhertina wê çi ye girîng e. Koker, da zanîn ku AKP ji bo guhertina Makeqanûnê têra xwe heye û wiha dom kir: "Her çiqas AKP têra guhertinê bike jî, ji bo naverokê ez tenê AKP'ê bes nabînim. Ger ku bi tena serê xwe guhertinan bikî, tu dê pirsgirêkên din bi xwe re ava bikî."
Prof. Dr. Koker, bibîr xist ku nerînên gelê kurd jî di guhertina Makeqanûnê de pir girîng in û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Du milên çareseriyê hene. Yê yekem, çareseriya pirsgirêka kurd e. Divê berî her tiştî nasnameya kurd bê naskirin û zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Heta ku nasname û zimanê kurdî neyê naskirin, pirsgirêk çareser nabe. Her wiha divê li şûna rêveberiya navendî, rêvebeiya herêmî bê xurtkirin û bibe xwedî însîyatîf. Ji bo vê yekê jî divê Makeqanûn bê guhertin."

WELATÎBÛN...
Koker, bal kişand ser navlêkirina hemwelatiyê û xwest ku ev yek, di zagonê de bê guhertin. Koker, anî ziman ku li gorî Makeqanûnên salên 24, 61 û 82'an, hemû welatiyên Tirkiyeyê wekî 'Tirk' tên nasîn û kesên li dijî vê yekê xwe neqayîl bikin jî, wekî înkarkirina nasnameyê tên nirxandin. Divê berî her tiştî her welatî bi nasnameya xwe bên binavkirin."

ŞIK Û FIKAR ZÊDE BÛNE
Koker, bal kişand ser girtina şaredar û siyasetmedarên kurd jî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Girtinên bi komî, mirovan dixe nava şik û fikaran. Ez bi fikar û tirs nêzîkî vê yekê dibim. Ji ber ku bi komî girtin pêk tên, mirov nikare armanca wan baş bibîne. Ez wateyê nadim bêdengiya hikûmetê jî." ENQERE

No comments:

Post a Comment