Tuesday, January 19, 2010

Li Tirkiyeyê kurd betal dimînin

19/01/2010


Navenda Lêkolînên Civakî û Aborî ya zanîngeha Bahçeşehîrê (BETAM) bi navê, "Di cudakariya zimanê zikmakî de asta xebatê" lêkolînek pêk anîn. Di lêkolîna li ser bingeha kurdî û tirkî hate kirin de encamên balkêş derketin holê. Di xebatên de bi navên 'Betalî' û 'Îstîhdamê' tu sernav hatin kişfkirin. Li gorî xebatê cudakariya ziman bandorê li ser ji sedî 57.8'ê kesên bikaribin bixebitin dike. Her wiha di çarçoveya xebatê de zêdetir kesên di navbera 15-49 saliyê de û carekê zewicîne hatine hesabkirin. Li gorî raporê asta betalan a di nav kesên ji 15 saliyê mezintir û zewicîn ji sedî 7,6 e. Ev rêje li bajaran derdikeve ji sedî 9,7'an û li deverên bejayî jî dadikeve heta 3,6'an.

LI BEJAYIYÊ BETALÎ
Li gorî raporê di nav kesên beşdarî anketê bûne de hejmara kesên kurdî dizanin û betalin ji sedî 8 e û yên tirkî dizanin û betalin jî ji sedî 7,5 e. Sedema vê yekê jî wekî cudahiya di navbera hejmara kurdan a li bajar û gundan dirûne de tê îdîakirin. Her wiha di encama lêkolînê de hate îdîakirin sedemek vê cudahiya betaliyê jî rewşa axatiyê ya li bajarên kurdan heyî ye.

REWŞA KURDAN
Di raporê de xalet di na balê dikişîne jî cudahiya di navbera şêwaza xebata kurd û tirkan de ye. Di raporê de tê daxuyandin ku piranî tirk bi destheqê dixebitin û kurd jî li bajaran bi awayek rojane dikarin kar peyda bikin. Di raporê de hate diyarkirin ku hejmara tirkên miaş digirin ji sedî 57 e lê ev hejmar di nav kurdan de dadikeve ji sedî 38'an. Di raporê de wiha hate gotin: "Kurd piranî karek bi miaş peyda nakin û bi heqdesta rojane dixebitin. Rêjiya kurdên bi yewmiyeyê dixebitin ji sedî 15'e ye lê ev hejmar di nav tirkan de dadikeve ji sedî 6'an. Hejmara tirkên kargehên wan hene ji sedî 80'ê ye lê ev hejmar di nav kurdan de dadikeve ji sedî 57'an. Piraniya kurdan di karên çandiniyê û înşaatê de dixebitin."

EWLEHIYA KURDAN...
Di raporê de hate daxuyandin ku rewşa di warê îstîhdamê de bandorê li ser ewlehiya civakî jî kiriye û ev tişt hatin gotin: "Di nav kurdan de rêjeya hebûna ewlehiya civakî ji sedî 42,1, di nav tirkan de jî ji sedî 66,3 ye. Her wiha rêjeya ewlehiyê ji ber ku zêdetir bi yewmiyeyê dixebitin di nav kurdan de ji asta tê fikirîn jî zêdetir e. Her wiha di navbera kekên zimanê wan ê zikmakî kurd û tirkî ye de jî cudahiyek mezin heye. Ji sedî 46'ê kesên bi kurdî diaxivin, dibistana seretayî jî neqedandiye. Kurd zêdetir hewil didin bi derfetên xwe kar ava bikin. Bi tevahî li gorî daneyan hejmara yên xizanan di nav kesên kurdî di diaxivin zêdetir in." Berpirsyarê xebatê Prof. Dr. Seyfettîn Gursel angaşt ku sedema bingehîn a vê rewşê asta perwerdehiyê ye. Gursel her wiha bandora koçberiyê jî destnîşan kir û daxuyanad ku li herêma kurd lê dijîn betalî zêdetir e û rewş gelek xeter e. STENBOL - DÎHA

No comments:

Post a Comment