Sunday, January 31, 2010

Kurd li welatê xwe perwerdeyê nabînin

31/01/2010

Çetîn ALTUN - AMED

Li bajarê Kolnê yê Almanyayê piştî serîlêdana kurdan daxwaza kurdan a perwerdehiya kurdî ji aliyê Midûriyeta Perwerdehiyê ve hat pejirandin û zarokên kurd li Almanyayê dê li dibistanan perwerdehiya kurdî bibînin. Lê li Tirkiyeyê perwerdehiya bi zimanê kurdî nayê pejirandin û hikûmeta AKP’ê di daxuyaniyên xwe de bi awayekî tund dibêjin ne mimkûn e bi kurdî perwerdehî bê dayîn.
Li gorî nûçeya ANF’ê Wezîrê Perwerdehiyê yê eyaleta Nordrhein Westfalen Barbara Sommer der barê perwerdehiya zimanê zikmakî de ev tişt gotin: “Eger zarokek bi zimanê xwe yê zikmakî biaxave û li ba vê bi wî zimanî binivîse dê di pêşerojê de serketîtir be. Pirzimanî dewlemendiyeke çandî ye û kurewîbûna Ewropayê îfade dike.” Li Kolnê piştî serîlêdana kurdan, bi awayekî fermî perwerdehiya bi kurdî hat pejirandin. Mamosteyê zimanê kurdî Mahmut Akbayir dê li Dibistana Seretayî ya Katolîk rojên duşemê perwerdehiya ziman bide û eger serîlêdan zêde bibin kurd dê li tevahiya Almanyayê bi zimanê xwe perwerde bibin.
Li Tirkiyeyê hê jî perwerdehiya bi zimanê zikmakî wekî pirsgirêkekê didome. Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan, endamê Enstîtuya Kurdî ya Amedê Servet Denîz û Cîgirê Serokê Kurdî Derê Sabahattîn Gultekîn gotin ku destûrnedayîna perwerdehiya bi zimanê zikmakî, li hemberî kurdan domandina polîtîkaya asîmîlasyonê ya 80 salan e.

‘POLÎTÎKA DÊ TÊK BIÇIN’
Samî Tan anî ziman ku ramana Tirkiyeyê ya der barê perwerdehiyê de tê zanîn û rayedarên Tirkiyeyê jî baş dizanin ku netewebûn bi ziman pêk tê û Tan der barê mijarê de ev tişt gotin: “Rêveberiya Tirkiyeyê tu caran dev ji armanca pişaftinê bernedaye. Bi salan e vê armancê dimeşînin lê niha hinekî reng guhertine. 80 sal in bi vî rengî dixebitin û naxwazin kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Ji ber ku ger zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê wê demê polîtîkayên wan dê têk biçin.” Tan bi lêv kir ku AKP niha polîtîkayên pişaftinê yên nerm dimeşîne û di vê pişaftinê de jî umetbûnê derdixe pêş. Tan mînaka TRT 6’ê da û wiha got: “Niha di TRT 6’ê de bi bernameyên olî propagandaya xwe dikin. Dixwazin bi ol û polîtîkayên nerm tesîrê li ser kurdan bikin.”
Samî Tan anî ziman ku biryara Almanyayê tiştekî erenî ye û divê kurd li vê biryarê xwedî derkevin. Tan got ku ji bo kurdan şermek e ku bi kurdî perwerde nabînin û ev tişt gotin: “Ji bo me kurdan bi zimanê xwe perwerde nedîtin şermeke mezin e û divê em xwe ji vê şermê xilas bikin. Kurd li ku derê dibin bila bibin divê daxwaza perwerdehiya bi zimanê xwe bikin. Bang li saziyên kurd yên Ewropayê, Tirkiyê û welatên din dikim ku perwerdehiya zimanê xwe bixwazin. Divê em bi xebat û rêxistinbûyîna xwe zorê bidin Tirkiyeyê. Eger em polîtîkayên asîmîlasyonê pûç nekin em bi ser nakevin.”

‘ARMANC PIŞAFTIN E’
Endamê Enstîtuya Kurdî ya Amedê Servet Denîz jî nêzîkahiya perwerdehiyê ya Tirkiyeyê wekî pişaftinê bi nav kir û Denîz ev tişt gotin: “Li Tirkiyeyê bi polîtîkayên pişaftinê hişmendiya şovenîst û li dijî gelan tê meşandin. Nêzîkahiya li hemberî kurdan jî wiha bû. Kêmahiyên çi ji Qafqasyayê hatibin çi ji Balkanan hatibin di nav xwe de bi awayekî helandin û niha ew xwe wekî tirk dibînin. Ev polîtîka li hemberî kurdan heta derekê bi ser ket lê bi giştî bi ser neket.” Denîz gotinên Ahmet Necdet Sezer û Denîz Baykal ên der barê netewebûnê de bi bîr xistin û wiha got: “Sezer û Baykal demekê digotin hê me netewebûna xwe temam nekiriye. Wateya vê çi ye? ‘Me kurd tev asîmîle nekirin.’ Nêzîkahiya Tirkiyeyê ya perwerdehiyê ev e. Yanî armanca sereke ya perwerdehiyê ne pêşxistina civakê û zanistê ye.”
Servet Denîz mafê perwerdehiyê wekî mafekî xwezayî bi nav kir û wiha got: “Li tu dera dinyayê gelekî ji mafê xwe yê bingehîn bêpar bûbe tune. Ev jî ziman e, çand e û perwerdehî ye. Li welatên demokratîk çend kes bin jî piştî daxwaz bên kirin ev yek pêk tê. Di vir de hişmendî çi ye, ew kes ji bo wî welatî dixebite, keda xwe dide peywira xwe ya welatiyê tîne cih, wê demê dewlet jî mecbûr e daxwazên wî bîne cih. Tiştê Tirkiye nake ev e, kurd peywira xwe ya welatîbûnê tînin cih lê dewlet nayne cih.”

‘PERWERDEHÎ ÎDELOJÎK E’
Denîz bi lêv kir ku perwerdehî tenê ne hînkirina tîpan e, perwerdehî karekî îdeolojik e û Denîz wiha pê de çû: “Armancên perwerdehiyê yên civakî, aborî û îdeolojîk hene. Armanca civakî parastina pergala civakî ya heyî, armanca îdeolojîk parastina îdeolojiya heyî. Tirkiye çima ji bilî tirkî destûra perwerdehiya zimanên din nade? Ji ber ku naxwaze îdeolojiya heyî deşîfre bibe. Eger perwerdehiya bi zimanê kurdî bê pejirandin wê demê kurd dê îdelojiyê û pergala civakî ya heyî lêpirsîn bikin. Pergaleke ku li ser derew û asîmîlasyonê hatibe avakirin wê demê dê hilweşe. Pergaleke pûç e, rizyayî ye û mecbûr e hilweşe.” Denîz diyar kir ku îro jî pergala asîmîlasyon û şovenîst bi destê AKP’ê tê domandin. Denîz wiha behsa sedema daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî ya kurdan kir: “Em çima perwerdehiya ziman dixwazin? Ji ber ku ji bo me xwebûn e. Ez jiyaneke bi kurdî nejîm, çandeke bi kurdî nejîm, kurdî neaxivim wê demê tu menaya kurdbûna min namîne. Ji bo me bi kurdî perwerdehî girîng e û tiştekî jêneger e. Armanc duh jî pişaftin bû îro jî pişaftin e. Ev polîtîka deşîfre bûne û êdî kurd vê yekê qebûl nakin. Daxwaziya me perwerdehiya bi zimanê kurdî ye.” Denîz biryara Almanyayê wekî biryareke xwezayî dît û her çiqas ev ji kurdan re balkêş be jî li gor Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî divê hemû gel bi zimanê xwe perwerde bibin.

‘EV NE DIYARIYEK E’
Gultekîn biryara Almanyayê biryareke di cih de dît û wiha got: “Lê ev ne diyarî û xelatek e. Tu kesî zimanê xwe hilnebijartiye û ev tiştekî xwezayî ye û çawa ev xwezayî be divê maf jî wisa xwezayî bin. Di cîhanê de divê her kes bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibîne. Kes nikare li hemberî vê bisekine. Pirsgirêk ji avakirina bingeha komara Tirkiyeyê û ferasetê diqewime.” Gultekîn got dibe ku salek nebe, du sal, deh sal nebe, bîst sal nebe jî kurd dê mafê xwe yê perwerdehiyê bi dest bixin.
Sabahattîn Gultekîn bi lêv kir ku Tirkiye li ser esasên netewebûnê hatiye avakirin û demekê asîmîlasyoneke zorê meşandin lê kurdan li hemberî vê asîmîlasyonê li ber xwe da. Gultekîn dibistanên li ser YÎBO ku zarokên kurd li wir tên asîmîlekirin, sekinî û wiha got: “Li hemberî kurdan bi YÎBO’yan, bi riya perwerdehiyê zarok ji malbatan veqetandin û di dibistanên xwe de li gorî bîr û çanda xwe perwerde kirin. Van dibistanan bandoreke mezin li ser kurdan kir.”
Gultekîn bi bîr xist ku berê di nav kurdan de axaftina bi kurdî wekî sedema kompeksê dihat dîtin lê îro ev rewş guheriye û Gultekîn wiha pê de çû: “Di nav kurdan de tirkî wekî zimanekî serbilindiyê dihat pejirandin. Tê bîra min, ez biçûk bûm bavê min ji min re digot: ‘Bixwîne, tirkî hîn bibe, bibe meriv. Me nexwend em nebûn meriv’. Heta salên 1980’yî jî me ji axaftina kurdî şerm dikir û baş axaftina tirkî wekî serbilindiyekê dihat dîtin. Îro jî li dijî vê rewşek heye û kurd girîngiyê didin zimanê xwe û li ser dixebitin.”

No comments:

Post a Comment