Tuesday, January 19, 2010

Konferansa aştî û yekitiyê


19/01/2010

Di pêşengiya Sînn Feîn de aştiyeke serkeftî tê meşandin. Niha jî Sînn Feîn berpirsiyariya yekitiya Îrlandayê da ser milê xwe. Di vê çarçoveyê de biryar hat dayîn ku li Londonê Konferansa Yekitiyê bê lidarxistin. Di konferansê de siyasetmedarên wekî Gerry Adams û Ken Livingstone beşdar dibin. Adams hem parlamenter e û hem jî Serokê Sînn Feînê ye. Her wiha gelek siyesetmedar û akademîsyenên din ên navdar jî dê di konferansê de cih bigirin.
Konferansa mijara gotinê dê roja 20’ê sibatê li navnîşana TUC Congress House, Great Russell Street, London WC1B 3LS’ê di nav saetên 10:00 û 17:00’an de pêk bê. Hat aşkerakirin ku di Konferansa Yekitiya Îrlandayê de bi taybetî li ser yekitiya Îrlandayê dê şîrove bên kirin.
Di rojeva konferansê de 5 xalên bingehîn hene. Li gorî vê di rêzê de mijara yekitiya Îrlandayê, aboriya Îrlandayê, siberoja Îrlandayê, rista Îrlandayê ya li Îngilistanê û afirandina wekheviya Îrlandayê dê di konferansê de esas bên girtin û bên nirxandin.
Axêvgerên konferansê ev kes in: Gerry Adams (Parlamenter û Serokê Sînn Feînê), Ken Livingstone (Şaredarê berê yê Londonê), Patricia McKeown (Sendîkager), Kevin McNamara (ji Forma Îrlandayê ye), Jon Myles, Andy Pollak, Margaret Ward (nivîskar û dîrokzan), Salma Yaqoob û hin axêvgerên din. LONDON

No comments:

Post a Comment