Monday, January 18, 2010

1. KONFERANSA ŞEHÎD Û XIZMÊN WENDAKIRIYAN BI HEZARAN KES TEVLÎ KONFERANSA LI DORTMUNDÊ BÛN

1. KONFERANSA ŞEHÎD Û XIZMÊN WENDAKIRIYAN BI HEZARAN KES TEVLÎ KONFERANSA LI DORTMUNDÊ BÛN

Kurdistaniyên li Ewrûpayê, doh di civîneke manîdar de, hatin cem hev..

Li bajarê Elmanyayê Dortmundê doh yekemîn Konferansa Malbatên Şehîd û Wendakiriyan, bi tevlîbûna hezaran kesî pêk hat...

1. KONFERANSA ŞEHÎD Û XIZMÊN WENDAKIRIYAN
BI HEZARAN KES TEVLÎ KONFERANSA LI DORTMUNDÊ BÛN

1. Konferansa Şehîd û Xizmên Wendakiriyan, ku yekemîn care li Ewrupayê tê lidarxistin, li bajarê Elmanyayê Dortmundê pêk hat.

Bi hezaran kesên ku di tekoşîna azadiyê de xizmên xwe wendakirine tevlî konferansê bûn.

Celal Ozkan li ser navê komîteya malbatên şehîdan axaftina vekirinê ya konferansê kir.

Ozkan ji malbatên ku xizmên xwe di tekoşîna azadiyê de wendakirine xwest ku zêdetir xwedî li tevgera azadiya gelê Kurd derkevin.

Ji gaziyên Kurdistanê Ozan jî, li ser navê gaziyan axaftinek kir û got, ewê bi biryardarî xwedî li tekoşîna hevalên xwe derkevin.

Di dema ku sînevizyon hat nîşandan de kêliyên hestiyar rû dan..

Di vê kêliyê de sloganên 'Şehîd namirin" li salona konferansê bilind bûn.

Di konferansê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hat xwendin.

Mahmud Şakar peyam xwend û destnîşankir ku gelê Kurd ji bo mafên xwe, ziman, çand û nasnameya xwe berdelên giranbûha daye û wê hêjî bide.

Şakar di axaftina xwe de derbarê denduristiya Ocalan de jî agahî dan.

Beşdarên konferansê bi yek dengî sloganên 'Bijî Serok Apo" berz kirin.

Peyama Kordînasyona Civaka Kurd a Demokratîk li Ewrupayê CDK, Kongra Gel û şêniyên kampa penaberan a Mexmurê jî di konferansê de hat xwendin.

Parlementerê BDPê Ozdal Uçer jî axaftinek kir û got, êşkence li cenazeyên Kurdan jî dikin.

Piştî axaftinan Komisyona Malbatên Şehîdan a ji 55 kesan pêk tê hate hilbijartin.

No comments:

Post a Comment