Thursday, January 28, 2010

Jinên wargehê dewleta Îranê hişyar kir


28/01/2010

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Meclîsa Jinan a Îştarê, ji bo cezayê îdamê yê dewleta Îranê li jina kurd Zeynep Celaliyan biriye şermezar bikin, li ber deriyê şaredariya Mexmûrê bi girseyî meşek pêk anî. Jinan 4000 îmzayên ku di kampanyaya îmzeyan de hatibû berhevkirin radestî nûnertiya NY a wargehê kirin.
Meşa ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Îştarê ve hate organîzekirin bi beşdariya hezaran jinên Mexmûrî û xwendakarên jin, mamosteyên jin û bi posterên Rêberê PKK’ê Abullah Ocalan, alên KCK'ê, PKK'ê, KJB û posterê Zeynep Celaliyan hildan û meşiyan. Di meşê de sloganên "Bêyî Serok jiyan ne be", "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî", "Rûreşiya dinyayê dewleta Îranê" berz kirin û heya ber deriyê NY meşiyan.

BÊDENGIYA HIKÛMETÊ
Mamoste Zeynep Kara axivî û anî ziman ku ew dê li dijî êriş û pêkutiyên li ser gelê kurd bêdeng nemînin. Kara, wiha axivî: "Em li ser navê Meclîsa Îştar a Jinên wargeha Mexmûrê, siyaset û polîtîkayên dewleta îranê yên ji bo tunekirina gelê kurd şermezar û nelet dikin.
Li dijî cezayê îdamê yên ku îranê danê welatparêz, siyasetmedar û jinên kurd em bêdengiya hikûmeta herêma başûrê Kurdistanê rexne dikin û bang li tevahî mirovahiyê û gelê kurd ê welatparêz dikin ku li hemberî darvekirinên rejîma îranê bibin xwedî helwest û bêdeng nemînin."

4 HEZAR ÎMZE
Kara, êrîşên dewleta tirk ên li ser şaredar, parlementer, siyasetmedar, nivîskar, hunermend û xebetkarên gelê kurd jî şermezar kir û wiha got: "Dewletên Tirkiye û Îranê li ser qirkirina kurdan xwediyê heman helwestîne, herdu dewlet jî dijminatiya gelê kurd dikin û em vê hevkariya siyaseta qirêj nelet dikin." Piştî axaftina Kara, heyetek jinan 4000 hezar îmzayên ku li dijî darvekirina siyasetmedar, welatparêzên rojhilat û jina kurd Zeynep Celaliyan ji aliyê Meclîsa Îştar a Jinên Mexmûrê ve hatibûn komkirin li gel rapora ku amede kiribûn pêşkêşî nûnertiya NY'ê ya Mexmûrê kirin.
Piştî heyetê îmza û rapora ku amade kiribûn radestê nûnertiya NY'ê kirin girseya jinan bi siloganên "Bijî serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Jin jiyan azadî" berz kirin û bi tilîlî û çepikan dawî li çalakiya xwe anîn. MEXMÛR

No comments:

Post a Comment