Monday, January 18, 2010

ESKERÊ JI BATMANÊ JI PIŞTA XWE GULLER XWAR Û HAT KUŞTIN

ESKERÊ JI BATMANÊ JI PIŞTA XWE GULLER XWAR Û HAT KUŞTIN

Di nava artêşa Tirk de eskerekî din bi guman hate kuştin.

Eskerê bi navê Ergîn Onen ê ji Batmanê, li Bîlecîkê, li Tugaya 2. a Jendermeyan eskerî dikir.

Hat ragihandin Onen di dema perwerdeya eskerî ya şevê de, ji pişta xwe ve gulle xwariye û hatiye kuştin.

Cenazeyê Onen doh li goristana Îkîztepe a Batmanê hat veşartin û rêveberên BDP û IHD'ê jî tevlî merasîmê bûn.

Birayê Ergîn, Ercan Onen got, berî demekî ez bi rêya telefonê bi Ergîn re axivîme û ji min re gotiye ez ji cihê xwe ne razî me û herwiha behsa kuştinên berê li heman deverê pêk hatibûn kiriye.

Li aliyê din balkêşe ku fîşeka teqiyaye a vala, ku Onen pê hatiye kuştin jî nehat dîtin.

No comments:

Post a Comment