Tuesday, January 19, 2010

DURAN KALKAN: LI PIŞT VÊ ARÎŞEYÊ LÎSTIKEKE PÛÇ HEYE

DURAN KALKAN: LI PIŞT VÊ ARÎŞEYÊ LÎSTIKEKE PÛÇ HEYE

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Duran Kalkan diyar kir ku di navbera Îran û Tirkiyê de, tê krîz nîne..

Kalkan got, AKP bi lîstikeke pûç a siyasî rewşê mîna ku tengezarî hebin, nîşan dide û bi vî awayî hewl dide xwe bi welatên erban bide qebûlkirin....

DURAN KALKAN: LI PIŞT VÊ ARÎŞEYÊ
LÎSTIKEKE PÛÇ HEYE

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Dûran Kalkan got; dibêjin di navbera Îsraîl û Tirkiyê de krîzeke heye, ya rastî li pişt vê lîstikeke pûç heye.

Kalkan diyar kir ku ya AKP dikî qehremaniyeke pûç e.

Li gorî Kalkan du dewletên hewcedarî hev hene û ji lewra jî bi hêsanî nikarin têkiliyên xwe bixin tehlûkeyê.

Du sedem hene ku Tirkiyê xwe mîna dijberê Îsraîlê nîşan dide.

Ya yekê ew e ku bi zordana Îsraîlê dixwaze desteka eskerî zêdetir bike.

Ya duyemîn jî ew e ku bi vê yekê dixwaze bandorê li cîhana ereb bike û her weha karibe dengên xwe jî zêde bike.

Ango polîtîkaya derve ya Tirkiyê jî ji bo hilbijartinan bi kar tîne.

No comments:

Post a Comment