Thursday, January 28, 2010

Ev jî dermankirina bi kelepçe ye!


28/01/2010

Nexweşê sara Ozan Edeman ku di bûyerên şermezarkirina operasyonên li dijî BDP'ê de hatibû binçavkirin û girtin, di binçav de rastî îşkenceyê hatiye û 12 rojan di nexweşxaneyê de destkelepçekirî maye. Malbata Edeman, ji bo alîkariya hiqûqî serî li ÎHD'a Edeneyê da.
Welatiyê bi navê Ozan Edeman ku nexweşê sara ye, bi hinceta di 10'ê çileyê de beşdarî çalakiyên şermezarkirina operasyonên li dijî BDP'ê bûye, di 11'ê çileyê de hate binçavkirin û ji aliyê 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê ve hate girtin. Hate hînbûn ku Edeman di bin çavan de rastî îşkenceyê hatiye. Bavê Edaman Edîp Edaman, diyar kir ku piştî şandin Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê, ji ber nexweşiya wî ya sarayê rakirine nexweşxaneya Zanîngeha Çukurçayê.

KELEPÇE DERNEXISTIN
Bavê Ozan Edeman, Edîp Edeman, da zanîn ku piştî derxistine nexweşxaneyê jî 12 rojan bi kelepçekirî hatiye dermankirin. Edaman, anî ziman ku piştî 12 rojan li nexweşxaneyê tev kelepçeyê hatiye dermankirin dîsa birine Girtîgeha Kurkçulerê. Edîp Edeman, destnîşan kir ku bi destûra dozger tenê 5 deqeyan kurê xwe dîtiye û wiha got: "Kurê min diyar kir dema li nexweşxaneyê dihat dermankirin destê wî bi ranzayê ve kelepçekiribûn û derman dikirin. Bijîşkan jî diyar kir ku ji ber lêdanê organên wî yên hundir zirar dîtine. Niha rewşa wî ji berê baştir e, lê divê disa dermankirina wî bidome." Edeman, destnîşan kir ku dermanên ku wî şandibûn girtîgehê lê rayedarên girtîgehê dermanê wî hilnedane hundir.

SERÎ LI ÎHD’Ê DAN
Edeman, bibîrxist ku ji ber kurê wî di bin çavan de rastî îşkenceyê hatiye serî li ÎHD'a Edeneyê daye û alîkariya hiqûqî xwestiye. Edeman, destnîşan kir ku derbarê polîsan de jî li Dozgeriya Komarê ya Edeneyê serlêdana suc kiriye. EDENE - DÎHA

No comments:

Post a Comment