Sunday, January 31, 2010

Li hundir gur e li derve kevok e!


31/01/2010

XELÎL DALKILIÇ

Dewleta tirk ev çend sal in, bi taybetî jî bi wezîfedarkirina Ahmet Davudoglu wek Wezîrê Karên Derve re, li Rojhilata Navîn, Qafqasya û Pêş Asyayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di nava dewlet û rêxistinan de qaşo polîtîkaya lihevanînê li dar dixe! Rayedarên Hikûmeta AKP'ê ji hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkên hundirîn zêdetir bi van qaşo hewldanên dîplomatîk ên navdewletî rojevê dadigirin. Bi vî awayî dixwazin hem çavan ji pirsgirêkên demildest ên li Tirkiyeyê bidin zivirandin hem jî di qada navdewletî de xwe wek aktorekî mezin ê xwedî hêz ê çareserker (!) nîşan bide.

BI KURDAN RE ‘NA’
Ev demeke dirêj e pirsgirêka şerê li Afganistanê wek mijareke girîng di rojeva siyaseta navneteweyî de ye. Hêzên rojavayî bi sedhezarî zêdetir hêzên xwe yên leşkerî ve nikarin bandora rêxistina çekdarî, Talîbanê li Afganistanê kêmtir bikin û berovajî Talîban li erdnîgariya Pakistanê jî bandora xwe ji demên berê firehtir kiriye.
Hêzên navneteweyî, bi taybetî jî nûner û rayedarên hêzên Rojavayî yên ku leşkerên wan li Afganistanê ye û rayedarên dewleta Afganistanê êdî behsa diyalogê ya bi Talîbanê re dikin. Rayedarên dewleta tirk jî ev demek e ji bo çareserkirina pirsgirêka Afganistanê, hêzên navdewletî ji bo diyalogçêkirina bi Talîbanê re vedixwînin.Çend roj berê Serokdewletê Afganistanê Hamîd Karzaî û Serokdewletê Pakistanê Asif Alî Zerdarî li Stenbolê bi rayêdarên tirk re di hevdîtinên sêalî de hatin cem hev.
Berî Konferansa Afganistanê ya Navneteweyî ya ku li paytexta Îngilistanê Londonê hate lidarxistin (28.01.10), Wezîrê Karê Derve yê Tirk Ahmet Davutoglu di civîneke çapemeniyê de dîsa ji raya giştî ya navneteweyî re banga derxistina Talîbanê ji 'lîsta terorê ya navneteweyî' kir. Davutoglu di heman daxuyaniya xwe ya di civîna çapemeniyê de wek bersiveke rojnamegeran îdia kir ku, "rewşa PKK û Talîbanê ne heman e; li Afganistanê ev 30 sal in şerek heye, lê li Tirkiyeyê pergaleke asayî û her tişt di rê de ye li dar e û li Tirkiyeyê her kes dikare tevli pêvajoya siyasî bibe!"
Davutoglu ji xwekerkirina dewletên Rojavayî li hember êrîşên hovane yên hêzên dewleta tirk ên li ser siyaseta demokratîk a kurd hêzê digire û raya giştî jî tuxt (budele) dihesibîne û van daxuyaniyan dide. Di pirsgirêka kurd de êrîşkarî û tunekeriya xwe di pirsgirêka Afganistanê de xwe wek aştîxwaz nîşandanê vedişêrin.

SOZÊN XAPANDINÊ
Rayedarên Hikûmeta AKP'ê heman helwestê têkîldarî pirsgirêkên din ên li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî di pirsgirêka Filistîn û Israîlê, pirsgirêkên li Lubnan û Iraqê de jî diyar dikin. Rêxistinên bi polîtîkayên xweser li dijî polîtîkayên hêzên Rojavayî, bi taybetî jî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) derdikevin û li hember pratîk û polîtîkayên DYA'yê li ber xwe didin; ên ku ji hêla hêzên Rojavayî ve navên wan di 'lîsta terorîstan a navdewletî' de hate xistin re Hikûmeta AKP'ê hevdîtinên dîrekt çêdike û nûnerên wan vedixwîne Tirkiyeyê. Her wiha, AKP'ê bi rêxistina Filistînê Hamas, Hîzbullaha Lûbnanê û rêxistinên muxalîf ên li Iraqê re dîrekt hevdîtinan çêdike; lê bi nûnerên kurdan ên hatine hilbijartin re jî neaxive û rû ji wan badide.
Tu fêydeya ev daxuyanî, hevdîtin û şowên Serokwezîrê Tirk R.Tayyîp Erdogan û wezîrên wî ji bo çareserkirina pirsgirêkên li van welatan û li van rêxistinan nebe jî di konjonktûra îroyîn de ji bo veşartina rastî û pirsgirêkên li Tirkiyeyê û bilindkirina populerîteya R.Tayyîp Erdogan li welatên îslamî heta radeyekê moralê dide rayedarên tirk. Çareserkeriya Erdogan li hemberî pirsgirêkên hundir çiqas bi bandor e; li hemberî pirsgirêkên derve jî ew qas e; tenê bi sozdayînê, xapandinê û bertekên sexte dixwazin populerîteya xwe bilind bikin.

QETLÎAMA SIYASÎ
Dema ev şowên dîplomatîk tên lidarxistin, terora saziyên dewletê li ser kurdan û nûnerên wan ên hatine hilbijartin bênavber tê berdewamkirin û tundkirin. Qetlîameke siyasî li ser kurdan tê meşandin. Ji demên rêvebirina leşkerî jî zêdetir, kurdên li qadê legal siyasetê dimeşînin îro têne girtin û di her warê jiyanê de dengê kurdan tê xwestin ku bê birîn. Hikûmeta AKP'ê bi hêza ku ji pragmatîzm û durûtiya siyaseta navneteweyî digire, polîtîkayên bêetîk bi awayekî hovane li ser kurdan dimeşîne.

ÇARESERÎ NE LI DERVE YE!
Wekî serokdewletê Afganistanê Hamîd Karzaî jî berî Konferansa Afganistanê anî zimên; hêzên Rojavayî li ber çareseriyê asteng in. Di konjonktûrê îroyîn de ji ber têkîliyên navneteweyî yên pragmatîst ji bo çareserkirina pirsgirêkên hundirîn ên li Tirkiyeyê jî ji hêzên navneteweyî tu bandora erênî dernakeve. Pirsgirêka kurd û pirsgirêkên civakî yên li Tirkiyeyê tenê bi dînamîkên hundirîn dikarin bêne çareserkirin.
Ji bo vê yekê jî 1’emîn Kongreya Awarte ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ji bo eniyeke demokratîk a alternatîf li dijî bazirganên AKP'î û hêzên dijdemokrasiyê gaveke girîng e. Tenê bi awayekî rêxistinî û bi rêxistinbûneke pirengî kurd û hêzên demokrasîxwaz dikarin berê pergala dewletê ji demokrasiyê re biçerxînin.

No comments:

Post a Comment