Wednesday, January 27, 2010

Kujer dê bi ‘tehrîqa neheq’ rizgar bibe


27/01/2010

Danişîna hemşîreya endama SES’ê Dîlek Daştanoglu ku dixwest ji hevserê xwe veqete lê hate kuştin, didome. Endamên SES’ê û nûnerên saziyên jinan li ber dadgehê civiyan û gotin ku divê ceza li gorî nêzîkatiya zîhniyeta mêran neyê kêmkirin, divê kujer ji ceza rizgar nebe.
Dîlek Daştanoglu, sala borî ji hêla hevserê xwe Tahîr Daştanoglu ve hate kuştin. Danişîna Tahîr Daştanoglu li Dadgeha Cezayê Giran a 9 a Bakirkoyê dom kir. Parêzerên SES’ê û nûnerên rêxistinên sivîl tevlî danişînê bûn. Di danişînê de şahid hatin guhdarkirin, lê şahidan li gorî danişînên din îfadeyên xwe guherandin. Şahidan ligel pirsên parêzeran xwe bêdeng kirin. Parêzerê Tahîr Daştanoglu da zanîn ku Tahîr bi qestî hevsera xwe nekuştiye, ketiye nav gumanê. Parêzer, got ku piştî ku Tahîr wêneyên hevsera xwe bi yekî din re dîtiye, nîqaş di navbera wan de derketiye û Dîlek Daştanoglu bi çekê jiyana xwe ji dest daye. Parêzer got ku divê muvekîlê wî bi ‘Tehrîqa neheq’ bê darizandin.

WÊNE KIRIN HINCET
Parêzerên Dîlekê da zanîn ku ku Tahîr Daştanoglu balîf daniye ser serê wê û piştre gule berdaye wê lewre ev tişt tê wateya cinayeteke bi plan. Parêzer da zanîn ku divê biryara ‘Tehrîqa neheq’ neyê dayîn. Parêzer da zanîn ku wêneyên Dîlek Daştanoglu ketine destê çapemeniyê û wiha dom kir: “Ligel wêneyên ku ji dadgehê re hatine şandin, yên din jî ketine destê çapemeniyê. Ev tişt çawa çêbûye. Divê ev wêne ji dosyayê bên derxistin.” Lê serokê dadgehê daxwaz qebûl nekir. Danişînê bi guhdarkirina şahidan dom kir û her wiha ji ber çend kêmasiyan danişîn heta 6’ê nîsanê hate teloqkirin.
Jinên endamên SES’ê, yên femînîst û rêxistinên jinan ji bo danişînê hatin ber Adliyeyea Bakirkoyê û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Jinan di daxuyaniyê de diyar kir ku di qetilkirina jinan de hemû kujer bi hincetên ‘mêranî’ bi biryara ‘Tehrîqa neheq’ rizgar dibin. Dîlek Daştanoglu 9 sal bû ku bi Tahîr Daştanoglu re zewicîbû. Lê salek beriya niha ji ber lihevnekirinê doza hevberdanê vekir. Tahîr Daştanoglu, îdia kir ku ji ber ku di wêneyê wê de kesên din hene wî ew kuştiye. STENBOL

No comments:

Post a Comment