Monday, January 18, 2010

Makeqanûneke sivîl xwestin

18/01/2010

Civîna bi malovaniya Baroya Amedê bi beşdariya serokên 43 baroyan li Amedê 2 rojan berdewam kir, bi dawî bû. Di encamnameya konferansê de hate xwestin ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd makeqanûneke sivîl bê çêkirin. Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku ji bo çareseriyeke mayînde divê qanûna partiyên siyasî bê guhertin, xebatên Makeqanûnê dest pê bikin û PKK jî hêzên xwe bikişîne derveyî sînor.
Civîna Baroya Amedê ya bi sernavê, "Baro çareseriyê nîqaş dikin" ku li Salona Resepsiyonê ya Sumer Parkê du rojan berdewam kir, bi dawî bû.
Encamnameya îmzeya baroyên Enqere, Balikesîr, Bursa, Îzmîr, Wan, Êlih û Çewlikê jî di nav de serokên 43 baroyan di bin de heyî, ji aliyê Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar ve hate xwendin. Aktar diyar kir ku dê pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê bi riya demokrasiyê bê çareserkirin û wiha got: "Pêwîst e hewldana demokratîk bi awayekî tevahiya Tirkiyeyê bigire nav xwe û li ser bingeha dewleta hiqûqê bê meşandin. Çareseriya pirsgirêka kurd jî dê di nav demokrasiyeke bê kêmasî de, bi vederkirina şîdetê û li ser bingeha azadî û wekheviyê bê çareserkirin. Pirsgirêk bi rêbazên heta niha bûne sedema windakirina bi hezaran canan û zirareke mezin daye welat, nayê çareserkirin. Çareseriya pirsgirêkan dê bi însiyatîfa sivîl a demokratîk pêk bê. Ji bo vê jî hewceyî bi makeqanûnek sivîl heye."

GUHERTINA QANÛNAN
Aktar anî ziman ku hewceyî bi makeqanûneke ku hemû welatî bikaribin li ser bingeha wekhevî û azadiyê bi çanda xwe bijîn û bên parastin heye. Aktar wiha domand: "Hewceyî bi qanûna partiyên siyasî û hilbijartinê ya li ser temsîliyeta nûnerî heye. Her wiha hewceyî bi serxwebûna darazê heye. Rewşa heta niha baweriya welatiyan a li hemberî darazê kêm kiriye. Pêwîst e ji bo serxwebûnî û bêalîtiya darazê xebat bên meşandin."

RÎSKA PEVÇÛNÊ…
Li ser mijarê Aktar diyar kir ku ji bo rîska pevçûnê ji holê rabe pêwîst e formûlek bê bicihanîn û li ser vê bingehê endamên PKK'ê derkevin derveyî welat û li aliyê din operasyon bên rawestandin, di çarçoveya hewldana demokratîk de xebatên Makeqanûneke sivîl bên destpêkirin û qanûna partiyên siyasî bê guhertin. Aktar da zanîn ku pêwîst e aliyên siyasî, civakî û aborî yên hewldanê bên avakirin û xebat bên meşandin. Aktar piştre navê serokên 43 baroyan xwendin. AMED - DÎHA

No comments:

Post a Comment