Sunday, January 24, 2010

Ji bo Geverê sêrlêdan

23/01/2010

Civîna Meclîsa Şaredariya Geverê di bin serokatiya Şaredar Ruken Yetîşken de pêk hat. Di civînê de biryar hate girtin ku navê navçeyê yê resen di fermiyetê de jî bê bikaranîn. Biryara bi yekdengiya endamên meclîsê hate girtin, ji bo erêkirinê ji qaymeqamiya navçeyê re hate şandin.
Şaredara Geverê Ruken Yetîşkîn, diyar kir ku navê navçeyê di dema Osmaniyan de jî wekî 'Gever' hatiye bikaranîn lê di sala 1936'an de hatiye guhertin. Yetîşkin, anî ziman ku navê Geverê di çarçoveya polîtîkayên pişaftinê de hatiye guhertin. Yetîşkin, destnişan kir ku tenê di nivîsên fermî de navê Geverê 'Yuksekova' tê bikaranîn, wekî din di nav gel de hemû kes navê 'Gever' bi kar tîne. Yetîşkîn, xwest ku biryara meclîsê bê erêkirin.

GEL DIBÊJE GEVER
Têkildarî mijarê Şaredar Yetîşkîn, diyar kir ku li ser daxwazên zêde yên guhertina navê "Yuksekova" ya wekî "Gever" Meclîsa Şaredariyê bi yekdengî biryar girtiye. Yetîşkin wiha got: "Li gorî lêkolînên me kirîn navê Şaredariya Geverê di sala 1934'an de wekî 'Gever' hatiye avakirin. Di sala 1936'an de jî navê Geverê wekî Yuksekova hatiye guhertin. Mirgever, Tirgever û Geverê ku li sînorê Îranê ne di nava xaka Osmaniyan de
bi van navan dihatin nasîn. Lê li gorî polîtîkayên pişaftinê navên gund, bajar û bajarokan di çarçoveya polîtîkaya tirkirinê de hatine guhertin. Navên cihên ku li aliyê Îranê mane hê jî wekî berê ne lê li vir navê Geverê hate guhertin. Lê ligel guhertina nav jî gel hê jî navê Geverê bi kar tîne. Ev nav tenê di karên fermî de wekî Yuksekova derbas dibe. Me ev tişt li ber çavan girtin û biryareke wiha da."

‘BIRYAREKE GIRÎNG E’
Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Hamît Geylanî, diyar kir ku ji bo qanûna navê gund, navçe, bajar û cih û warên Kurdistanê bên guhertin di nava hewldanan de ne. Geylanî, got ku ji bo zagon bê guhertin zorê li hikûmetê dikin û xebatê dimeşînin. Geylanî got ku biryara Şaredariya Geverê biryareke girîng e, ji bo ev biryar bê erêkirin dê di nava hewldanan de bin. COLEMÊRG

No comments:

Post a Comment