Tuesday, January 26, 2010

Nerazîbûnên gelê kurd berfireh dibin


26/01/2010

Girtina 8 kesên ku Şaredare Îdirê Mehmet Nurî Guneş û rêveberên BDP'ê jî di nav de, ji aliyê hezaran kesî ve hate şermezarkirin. Girseya ku girtin û binçavkirin şermezar kir, rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid hat. Berî daxuyaniyê piranîna esnafên Idirê dikanên xwe venekirin.
Li Îdirê, Şaredarê BDP'ê yê Îdirê M. Nurî Guneş, Serokê BDP'a Îdirê Şebbap Çelîk, Şaredarê Bajaroka Xoşxeberê yê berê Nusret Aras, Mehmet Guven, Azîz Çam, Mehmet Haşîmoglu, Mecît Baştaş û Abdulbahrî Tendîk ku ji aliyê polîs û cendirmeyan ve piştî hatin binçavkirin hatin girtin, bi girseyî hate şermezarkirin. Daxuyaniya ku li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Îdirê hate li dar xistin de bi hezaran kes amade bûn. Di daxuyaniyê de posterên Şaredar Guneş û panqarta "AKP dê hesap bide gel" hate vekirin. Her wiha dirûşmên "PKK gel e, gel li vir e", "Pêkutî me bêzar nakin", "Bijî Serok Apo", "Deşta Îdirê hêlîna Apoyan e" hatin avêtin.

‘DÊ HESABÊ BIDE’
Li ser navê girseyê Parlamentera BDP'ê ya Idirê Pervîn Buldan daxuyanî xwend û diyar kir ku 8 hevalên van yên hatine girtin, ne wekî endamên AKP'ê yên ku nelirêtî û diziyê dikin, di riyeke bi rumet de hatine girtin. Buldan, anî ziman ku gelê kurd her tim ligel siyasetmedarên xwe bûye û wiha got: "8 hevalên me yên hatine girtin bi biryarekî siyasî hatin girtin. Armanc ew e ku şaredariyên di destê gelê kurdan de derxînin. Lê kesê van lîstîkan pêk tîne xwe dixwapine û tu caran bi vê yekê bi sernakevîn. Gelê kurd desturê nade van lîstikane." Buldan, destnişan kir ku hikmeta AKP'ê di bin navê hewldanan de li ser gelê kurd komkujiyekê pêktîne. Buldan, bilêv kir ku hikumet dê hesaba komkujiya li hemberî gelê kurd pêktîne dê bide. Buldan, bang li gel jî kir ku li hemberî zext û zordariyan bertekên xwe yên demokrtîk nişan bidin kir.

MUDAXELEYA POLÎSAN
Piştî daxuyaniyê girs ber bi şaredariyê ve dest bi meşê kir. Polîsan bi bombeyên gaz û ava şid mudaxeleyî girseyê kir. Girseyê jî bi keviran bersiva polîsan da û bûyeran dest pê kir. Di bûyeran de camên hinek dikanan şikestin. Buldan bertek nîşanî polîsan de û wiha axivî: "Hûn li vir bi awayekî kêfî gazê berdidin gel. Mafê we yê visa tuneye. Dest ji vê bêdadiyê berdin."

DIKAN VENEKIRIN
Dikandarên Îdirê bi mebesta girtina Şaredar û siyasetmedarên kurd duh dikanên xwe venekirin. Bi vî awayî helwesta xwe ya li hemberî girtina siyasetmedarên kurd anî ziman. ÎDIR

No comments:

Post a Comment