Friday, January 22, 2010

Dozger jî bû faîlê kuştinan

22/01/2010

Îdianameya der haqê cerdevan Turan Bîlen ku di bûyerên 15'ê kanûnê de 2 kes kuştin û 8 kes birîndar kirin û tê gotin endamê JÎTEM'ê ye, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê ve hate qebûlkirin. Parêzerê mexdûran û Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mûşê Vedat Şengol bertek nîşanî îdianameyê da û diyar kir ku îdîaname ji aliyê hiqûqî ve kêm û ne objektîf e.
Îdîanameya der haqê Cerdevan Turan Bîlen ê ku di 15'ê kanûna 2009'an de li navçeya Kopê Necmî Oral û Kemal Agca kuşt û 8 kes jî birîndar bibûn ji hêla Dadgeha Cezaya Giran a Mûşê ve hate qebûl kirin. Îdianameya ku bi hinceta "Paraztina meşru û di bin tehrîka neheqî de mirov kûştiye" hatî amadekirin, ligel gelek îdîayên balkêş hene jî, hate dîtin ku îdianame bi temamî ji bo paraztina cerdevan Turan Bîlen hatiye amadekirin.

HIŞYARÎ JI BO BÎLEN!
Di îdianameya ku ji hêla dozger Murat Semîz ve hatiye amadekirin de, hat gotin ku dikkana di bûyerê de derî û camên wê hatine şikandin û Bîlen rojek berê ji hêla kesên çalakiyê organîze kiriye ve ji bo derabeyên dikanê bigre hatiye hişyarkirin. Di îdianameyê de hat destnîşan kirin ku ligel hişyariyê bersûcan, Bîlen dîsa dikan negirtiye û di dema bûyerê de girse dema bi aliyê dikanê ve çûne Turan Bîlen, birayê wî, biraziyê wî Tokay, şahida ku li dikanê dixebitî Gulcan û bavê wê Muzaffer re ketine dikanê. Di berdewama îdianameyê de tê diyar kirin ku meh û nîvek berî bûyera Kopê dîsa di cenazeya endamê rêxistinê de bûyer derketibû û dîsa ji ber bersûc Bîlen dikan negirtibû, çalakvanan kevir avêtibûn dikanê û zirar dîtibû. Dî îdianameyê de hat destnîşankirin ku di bûyera meh û nîvek berê de ev dîmen di CD yan de heye.

BI ZANEBÛN KIRIYE
Di îdîanameyê de hate bibîrxistin ku Bîlen bi zanebûn gule li dora xwe barandiye û wiha hate gotin: "Çi li hundir, çi li derve gule hatiye barandin. Bi zanebûn ku dê kes bimrin jî dîsa gule barandiye ser girseyê. Ev gulebarandin bi zanebûn pêk hatiye.”
Di îdianameyê de, hate bibîrxistin ku 3 caran di demên cuda de gule hatiye reşandin. Di dirêjahiya îdîanameyê de wiha tê gotin: "Dema girse bi aliyê dikanê ve hatiye bersûc Bîlen derketiye ber derî û 3-4 dest gule reşandiye. Ji ber gûle reşandiye, girseyê êrîşê dikanê kiriye. Li vir cardin him li ser dikanê û hem jî li pişt derabeyê gûle hatiye reşandin. Di encama gulebarandina dûyemîn de kuştî Necmî Oral û çend kes birîndar dibin. Di navberê de 20 deqîqe derbas dibe, dîsa êrîşê dibarînin ser girseyê ku bi Necmî Oral re eleqedar dibûn. Di vê gulebarana dawî de jî, gumana ku gûle li erdê pekiyaye û li singê kuştî Kemal Agca ketiye."

KÊ ÇEK DA DESTÊ WÎ?
Di berdewama îdianameyê de, têkildarî çeka cerdevan Turan Bîlen jî wiha tê gotin: "Çeka keleşnîkofê û tebanceyê li ser bersiva Fermandariya Jendermeyan a Bajêr hatiye dayîn. Her çiqas keleşnîkof ji bo bikaranîna li herêma çoltarê hatibe dayin jî çek li dijî armanca wê hatiye bikar anîn."

YEKEMÎN DANIŞÎN…
Îdînameya ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Mûşê ve bi îdîaya "Bi zanebûn mirov kûştiye", "Bi zanebûn birîndar kiriye", "Li dervê armancê çek bikar aniye" hatiye amadekirin, ji hêla Dadgeha Cezaya Giran a Mûşê ve hate qebûl kirin. Danîşîna dozê ya yekemîn dê di 9'ê sibatê de bê dîtin. Ji bo parastina mexduran, dê ji Baroyên Amed, Mûş û Wanê û Şaxa ÎHD'ê ya Mûşê jî beşdarê danîşînê bibin.

‘ÎDIANAME KÊM E’
Parêzerê mexduran û Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mûşê Vedat Şengol, bertek nîşanê îdîanameyê da, diyar kir ku di îdînameyê de wek bersûc ji bo mal û dikana xwe biparêze çep û rast li derdora xwe gule reşandiye, hatiye amadekirin. Şengol, da zanîn ku ev yek ne raste û anî ziman ku ev îdîaname di hêla hiqûqê de kêm û ne objektîf e. Şengol, wiha got: "Îdîaname li şûna ku bersûc bidarizîne, parastiye.

ŞAHIDAN QEBÛL NAKIN
Şengol, naveroka îdîanameyê rexne kir û anî ziman ku yek alî hatiye amadekirin. Şengol, wiha axivî: "Di îdîanameyê de tu gotin û nerînên kesên beşdarî çalakiyê û meşê bûye tune. Yek alî hatiye amadekirin. Şahidên agahiya dane jî di lehê bersûc de îfade dane." DÎHA

No comments:

Post a Comment