Saturday, January 30, 2010

Tirkiye ber bi ku ve diçe


29/01/2010

ADIL QAZÎ

Qaşo dibe endamê Yekitiya Ewropayê! Wê bi vê rewşê bikeve civaka mirovan! Di 12’îlonê de cuntaya leşkerî hatibû ser kar, gel bi sedan, bi hezaran dihatin girtin… Di nava salekê de yên ku xwestin bigirin girtin, bê dadgeh, bi salan di avahiyan de, di qişleyan de (ji xwe hemû avahî bûbû qişle yên leşkerî) girtî hatin hiştin, kuştin, seqet hiştin, nîvmirov kirin, bi deh hezaran bi salan di wan bendîxaneyan de hiştin. Bêguman encam qetilxwîn, êş, jan, bi deh hezaran zarok bê dê û bav-sêwî, li dû xwe welateke kavilkirî, di ariya agir de hişt. Li hêla din; gel bi tirs û xof, bê vîn ma. Êdî ji siya xwe ditirse… Wisa bû ku di her malekê de sîxurek çêbû. Du kes nikaribû were gel hev, qala kul û janên xwe bikin. An dihat girtin bê pirs û sewal bi salan di girtîgehan de diman, an jî bi guleyê kujerê aşkera dihatin kuştin… Destdirêjî cil û bergên gel kir, gel hate lalkirin, zimanê gel qut kir. Zagonan bi serê xwe derxistin. Ji bo berjewendiyên çend kesên ser kar, gelekî bi milyonan tune hat hesibandin… Ziman qedexe bû, çand qedexe bû, axaftin qedexe bû, stran qedexe bû, navê bi kurdî qedexe bû, fîkandin qedexe bû, fikirandin qedexe bû, hatina çar kesan gel hev qedexe bû, şahiya bi dilê xwe qedexe bû, şîn û giriya bi zimanê xwe qedexe bû, xwedî li miriyên xwe derketin qedexe bû. Bira nikaribû biçe ser termê birayê xwe, bav nikaribû xwedî li termê kur û keçên xwe derkeve… Qedexe, zilm, zelalet, îşkence, înkar, komkujî, li dû panzeran kişandina mirovan…. Başe, ev û hêj gelek karesatên ku nayê aqilê mirovan, ev Komar pêk anî. Lê çend sal ajot û di dawî de çi bidest xist! Mehsere û mencenîqa 12’îlonê sê sal ajot. Gotineke zanistan heye: ‘di dawiya her tarî û zilametan de Rojên pir bi şewq û zelal der tê’, weke ‘her Fîrewnek bi xwe re Mûsayekî derdixe’, ev meseleya me kurdan jî wiha ye. Piştî van hemû karesatan di 15’ê Tebaxa 1984’an de ji nava xweliya hezarê salan, Kes û kesaniyeteke bi bîr û bi biryar derket ku tu hêz nikare li pêşiyê bibe asteng.
Li ser mêjûya Tevgera Azadiyê û Rêbertiya wê hewce nake dûr û dirêj qal bikim. Bi kurtasî; li gel wê hêza 12’ê îlonê, hê ji wê jî zêdetir hêza navneteweyî jî hilda pişt xwe û bi polîtîkayên taybet, weke T. Ozalê îthalkirî jî hate ceribandin Tevgera Azadiyê gavek bi paşde neçû, berovajî vê her ku çû gur û geştir bû. Tevger kemilî, bû gelekî bi biryar û xwedî vîna xwe ya serbixwe. Wê tirsa ku bav nikaribû xwedî li cenazeyê kur û keçên xwe derkeve hatiye şikestin. Îro, heman bav xwedî li hezaran keç û kurên doza welatê xwe derdikeve. Zarokên ku wan rojan nikaribû serê xwe ji binê lihêfan derxin, îro zarokên heman gelî bi keviran ber didin dû panzer û polîsên kujeran…
AKP qey vê nabîne! Ev du heyam e li ser kar e, ew karesatên ku me li jorê hejmartin yeko, yeko xist meriyetê. Bi sedan, hezaran gel hate binçavkirin, girtin, bi sedan zarok, dayik di kolanan de, li ber çavên cîhanê bi dar û jopan, bi guleyan hatin qetilkirin. Di bajarê metrepolên Tirkiyeyê de kurdekî ku were naskirin, bizanibin kurd e weke naxiran êrîşî ser wî kurdî dikin, wî lînc dikin. Serde jî qaşo serokwezîr dibêje ‘ev jî hesasiyeta gel e!’. Wan lawiran xelat dike. Di kolanan de tang û panzer cirîd diavêjin. Di sûkê de leşker sirûdên nijadperest ku di dema 12’ê Îlonê de nedihat gotin diqîrîn. Der barê nasnameyan de heman înkar-îmha didome bi her cureyên sinsî. Êdî li dû panzeran jî pêştir, bi kindiran lingê şehîdên Azadiya Kurdistanê girêdidin, bi erdê re dikişînin, yên din jî weke wawikan li dû bi pehînan li serê wan didin! Di vira de jî serweriya AKP’ê gavekê ketiye pêşiya dema cuntaya 12’ê Îlonê. Hemû zagonên navneteweyî an ji nedîtî ve tê, an jî ev hikûmet bi dadweriya navneteweyî re li hev kiriye, lewra cîhan jî ji van binpêkirinan re, karesatên dermirovahî re bêdeng dimîne. Digel ew qas dem pêşta çûye, Tevgera Azadiyê wan qeyd û bendên zengarî şikandiye, di qada navneteweyî de êdî nasîneke (her çende têr neke jî) Nasnameya Kurd û Tevgera wî çê bûye jî, hêna wezîrekî AKP’ê, serde jî qaşo kurd, radibe ‘spas bikin ji van rojan re, ku em we kelepçe dikin, nakujin, diavêjin girtîgehan’ dibêje! De ji xwe hûn her mirinin, qena bi tayê qayîl bibin. Qet rûyê vî mexlûqî tirş û reş û tarî jî nabe! Li cihekî mîna Amedê de bilêv dike! Ev tenê xurandin e. Provakasyon e. Lê dê weke koremişk xweliyê li serê xwe bike. Dîsa wekî serokwezîrekî ‘mizgînî ji we re êdî di girtîgehan de, girtî bi malbata xwe re dikare bi zimanê xwe-dayikê biaxive’ dibêje bê fihêt û heya! Digel ku tev jî derew in û tenê bi kelepçeyan jî namînin, dikujin, li dû panzeran îro jî dikişînin û heta bi pehînan jî li serê miriyan dixînin jî, ji tîpeke elfabeya kurdî re tehamul nîne jî vê rûyê xwe yê reş, derdikeve pêşberî milyonan van derewên bi dûvik dike. Bi kurtasî ev kiryar rojên çûyî, yên rabirdûya Tirkiyeyê, yên salên 80’yan tînin bîra mirovan. Lê bila qet kêfa xwe neynin, wan rojan êdî nikarin biserkevin. Ma ji xwe heman rêbaz û heta ji wan jî pêşdatir, weke ku ‘tevgera balyoz!’ plan û senaryoyan de jî tê gotin ji bo me kurdan her li ser kar e. Lê hew dikare.
Ya herî girîng ewe ku raya giştî, hêzên azadîxwaz, demokrat, rewşenbîr, nivîskar, alîgirên aştiyê ji dil vêna bibînin û bi rastî mîsyona xwe bilîzin. Naxêr sibêroj ji van karesatan hêj erjengtir tişt biqewimin êdî wê tu kes jî nikaribe gotinekê jî bibêje. Ji xwe ew derfet jî namîne.

No comments:

Post a Comment