Tuesday, January 26, 2010

‘Şerekî mezin li ber deriyê Tirkiyeyê ye’


26/01/2010

AKP amadekariyên şerekî mezin dike
Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Duran Kalkan got ku, piştî girtina DTPê, şaredar û nûnerên siyasî, gelê kurd ev wekî îlan kirina şerê li dijî xwe qebûl kir û got: “Desthilatdariya AKP’ê, Tirkiyeyê ber bi şerekî dijwar ve daf dide. Êrîşên dijwar û berfireh jî pêvajoyên bi xetere dane destpêkirin.”
Kalkan da zanîn ku di Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya Dewleta Tirk de plana operasyoneke berfireh hatiye qebûlkirin û got: “AKP, pêşengiya vî planê dijwar û berfireh dike. Kar û xebatên berfireh ên dîplomatîk jî parçeyek ji vî şerê dijwar û berfireh in.” Kalkan anî ziman ku planeke bi vî rengî hatiye amadekirin: “Di destpêkê de binçavkirin, girtin û zext dê li ser siyaseta demokratîk bêne zêdekirin û bi vê riyê siyaseta demokratîk dê bê tasfiyekirin. Bi vê yekê Tevgera Azadiya Demokratîk a Kurd dê bê tengkirin. Di gava duyemîn de jî ji bo ku Tevgera Azadiyê di warê dîplomatîk de jî bê tengkirin û sînorkirin dê bi Amerîka, YE, Sûriye, Iraq, Îran, Rêveberiya Başûrê Kurdistanê û Ermenistanê re têkilî bêne xurtkirin. Piştî gihîştin van armancan, li hemberî gerîlayên ku di her warî de hatine dorpêçkirin dê operasyoneke berfireh a leşkerî bidin destpêkirin. Armanca vê plansaziyê ev e. Girtin û êrîşên li hemberî siyaseta demokratîk pêk tên, armanca wan ev e. Ev operasyon ji bo dorpêçkirina PKK’ê û gerîlayan e. Ewilê, dixwazin dorpêç bikin, piştre jî bi operasyoneke berfireh a leşkerî darbe lêxin, biçewsînin, tune bikin. Armanc ev e.”

HER TIŞT AŞKERA YE
Kalkan di berdewama gotinên xwe de wiha got: “Êdî tiştekî nepenî nîn e. Her tişt tê fêmkirin. Ev êrîşên bi armanca îmha û tasfiyeyê tên kirin li ser bingeha şerekî topyekun tên meşandin. Rêberiya me, tevgera me, gerîla, gel, siyaseta demokratîk, her kes hedef e. Di vî şerî de her cure rêbaz û amûr tên bikaranîn. Ji êrîşên aşkera heta êrîşên nepenî, hîlekar; her rêbaz tê bikaranîn. Ji aboriyê bigirin heta artêşê, hêzên sosyal, siyasî, dîplomatîk û heta şerê psîkolojîk hemû kategoriyên jiyana civakî di hundirê şerê înkar û îmhayê yê ku AKP dimeşîne de hene. Ev rastî êdî baş tê dîtin. Di vê çarçoveyê de ji mijdara 2009’an ve pevçûnên dijwar çêdibin. Hikûmeta AKP’ê mîmara vê rewşê ye. Li hemberî vê yekê Rêberiya me, tevger û gel li ber xwe didin. Berxwedaneke pîroz heye. Hemû beşên civakê li ber xwe didin. Bi her alî ve berxwedaneke bêhempa ji bo pûçderxistina plana AKP’ê heye. Pêşbîniya vê berxwedanê siberojeke azad e. Çiqas ev berxwedan bi pêş bikevin, rûyê faşîşt ê AKP’ê yê hîlekar, şerxwaz, durû dê ji aliyê her kesî baştir bê dîtin.”
Kalkan diyar kir ku Hikûmeta AKP’ê Tirkiyeyê ber bi şerekî dijwar ve dibe û wiha got: “Rastî, ev şer dest pêkiriye. Ji mijdarê heta niha êrîşeke berfireh a ji bo tasfiye û îmhayê tê meşandin. Vê pêvajoyê bi darbeya 17’ê mijdarê ji Îmraliyê dan destpêkirin.”

DORPÊÇA PIRALÎ…
Kalkan, li ser gotinên der barê bazara di navbera Rêveberiya başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê de jî rawestiya û got: “Bi Amerîkayê re, bi rêveberiya Iraqê re û bi rêveberiya başûrê Kurdistanê re ev tişt hatiye axaftin. Bazareke ji bo Kerkûk û PKK’ê hatiye kirin. Divê bazarên hatine kirin bi raya giştî re bêne parvekirin. Tirkiye ji bo rêveberiya başûrê Kurdistanê çi soz dane? Li ser kîjan tavîzan hatiye axaftin? Çi bazar hatiye kirin? Teklîfa li hember hatiye kirin çi ye? Di vê çarçoveyê de çi hatiye nîqaşkirin, biryarên çawa hatine girtin? Divê ev bên aşkerakirin.”

JI 12’Ê ÎLONÊ BORANDIN
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Duran Kalkan, diyar kir ku siyaseta darbeya faşîst a 12’ê Îlonê radestî AKP’ê hatiye kirin û got: “Desthilatdariyên berê jî, serfermandariyên berê jî heman siyaset didane meşandin. Desthilatdariya AKP’ê û serfermandairya îro ya Artêşa Tirk jî heman siyasetê di rengên cuda de û bi armanca tesfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd pêk tînin. Lê Tevgera Kurd, Serokatiya Gelê Kurd û gelê kurd, xwedî tecrûbe ye, xwedî gerilayên fedekar û cengawerên ku serdestiya xwe îspat kirine ye. Çawa desthilatdarî û serfermandariya Artêşa Tirk bi ser neketin, ev jî bi ser nakevin.”

KOMPLO DIDOME
Kalkan got ku, Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê jî bi armanca tesfiyekirina Tevgera Kurd bû, lê bi ser neket. Li hemberî ku hêzên derve û hundir bi hev re tevgeriyan jî bi ser neket. Vê êrîşa navnateweyî di şexsê Rêber Apo de dest pê kir û hê jî dewam dike. Mirov dibîne ku ne tenê Amerîka, Ingîlistan û Israîl, dewletên Ewropa, Rojhilata Navîn û Afrîka di komployê de cih girtin. Komployeke stratejîk bû. Gelê kurd, bi dirûşma "hûn nikarin roja me tarî bikin" li hemberî komploya desthilatdariya koalîsyona dibin serokatiya Ecevît de têkoşîn meşand. Îro, gelê kurd bi hêztir û dijwartir li dijî detshilatdariya AKP’ê têdikoşe. Aqubeta AKP’ê ji ya desthilatdariyên berî xwe wê ne cûdatir be. Kalkan anî ziman ku detshialdairya AKP’ê jî, di hilbijartinên 29’ê Adarê de têk çû û got: “Gelên li Tirkiyeyê di nava aloziya aborî û siyasî de tê guvaştin. Ev jî derfetên dijberiyeke giştî nade. Gelên li Tirkiyeyê dijîn baş zanin ku di hilbijartinên wekî referandûmê hatin bi nav kirin de, AKP têk çû. Ya duyemîn jî, ew e ku pêvajoya 'berlêvekirina’ nav ‘kurd’ jî bi fiyasko bi dawî bû. Ev serkeftina duyemîn ya Tevgera kurd e.”

BERXWEDANA PÎROZ
Kalkan da zanîn ku gelê kurd hevrû xetereyeke cidî ye û got: “Xetere bi girtin û êrîşên linc û operasyonên dawî derkete holê. Êdî li Tikriyeyê rewşeke aram ya ewlekairyê nemaye. Li aliyê din, sazî û dezgehên demokratîk tên tesfiyekirin. Zext û zora li ser Rêber Apo dewam dike. Têkoşîna Rêber Apo û hevalên din ku birin Îmraliyê jî dewam dike. Qedexeya siyasî ya li pêşiya Ahmet Turk û Aysel Tugluk, girtina parazvanên mafên mirovan, nîşaneya gelek tiştan e.” QENDÎL - ANF

No comments:

Post a Comment