Saturday, January 30, 2010

Ji hevdîtina Barzanî û Obama 2 xalên bi nakok


30/01/2010

DILDARÊ AMEDÊ

Di hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokdewletê Amerîkayê Barack Obama de 2 mijarên sereke derketin holê, an jî bi gotineke din 2 xalên bi nakok derketin holê.
Pêşî ew herdu name an jî xalên giring çi bûn?
1- Birêz Barzanî got ku ew tu caran dê nebin hevkarê çareserkirina pirsgirêka kurd a bi riya şer û şîdetê. Yanî ew dê nebin hevkarên tirkan ger ku dîsa operasyonekê dersînor pêk bînin.
2- Pêwîst e ku kurdên bakurê Kurdistanê piştgiriyê bidin plana AKP’ê ya “pêşîvekirina li çareserkirina pirsgirêka kurd”.
Bê guman piştî vê hevdîtinê ji ber ew herdu xalên giring kurd û tirkan têkildar dikin her yekî ji wan jî xal an jî nameya li gorî dilê xwe hilbijart û da pêş. Aliyê tirk mijara piştgiriya plana AKP’ê da pêş û gelek aliyên kurd jî mijara ku ew nabin parçeyekî ji çareseriya bi rêbazên şer û şîdetê.
Herdu nameyên ku birêz Barzanî piştî wê hevdîtina li Washingtonê gelekî giring in lê li gorî min nakokiyek di navbera van herdu daxwazan de heye. Ez daxuyaniya ku dê rayedarên başûrê Kurdistanê êdî nebin parçeyekî ji şerê li dijî tevgera kurdên Bakur gelek caran hatiye dubarekirin û bêgumankirin û ew yek bê guman cihê şanazî û kêfxweşiya her kurdekî ye û di xizmeta berjewendiya neteweyî ya kurd de ye. Lê dema ku mirov bala xwe bide xala din a ku dibêje bila kurd destek û piştgiriya xwe ya ji bo plana AKP’ê bikin, hinek xumamî û nezelalî derdikeve holê.
Ez fêm nakim ku piştî ew qasî plana AKP’ê ya qaşo çareseriyê bi rengekî aşkera hate zanîn ku plana tasfiyekirina tevgera kurd e, çawa hê jî hinek dozê li kurdan dikin ku bibin parçeyek ji plana tasfiyekirina tevgera xwe.
Dema ku hinek xwedî berjewendiyên biçûk û kurtêlxuriyê vê bangê dikin û hewl didin ku bi vê plana qirêj kurdan bixapînin ew tê fêmkirin ku ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî tevdigerin. Lê bi rastî jî ez gelekî matmayî dimînin ku yekî mîna birêz Mesûd Barzanî daxwazeke wiha ji kurdan bike û çawa heta niha rastiya AKP’ê û plana wê ya tasfiyekirinê fêm nekiriye. Ev yek jî nakokiyeke mezin di serê mirovan de dihêle û serê mirovan tevlihev dike.
Nexasim ku ev daxuyanî di demekê wiha de hate kirin ku vê hikûmetê partiya kurdan a legal girt û di encama vê plana AKP’ê ya qaşo çareseriyê de niha zêdeyî 1000 siyasetmedar, şaredar û rêveberên partiya kurdan di zindanên vê hikûmetê de ne. Piştî ew qas zilm û zordariya ku bi navê çareserkirinê li kurdan tê kirin û hê jî mirov navê pêşîvekirina pirsgirêka kurd (jixwe nav jî hatiye guhertin nema wiha ye) li plana tesfiyekirina kurdan bike, bi rastî jî tiştek ecêb û cihê matmayînê ye.

No comments:

Post a Comment