Tuesday, January 26, 2010

Li dijî şîdetê 'Êdî Bes e!'

Li dijî şîdetê 'Êdî Bes e!'
Meclîsa Jinan a Bajarê Amedê, xwest her kes li dijî qetilkirina jinê bisekîne û reflekseke civakê nîşan bide. Meclîsê diyar kir ku ew dibêjin 'Êdî bes e!' û carek din bang jinan dikin ku ne bi tenêne.

Meclîsa Jinan a Bajarê Amedê bi daxuyaniyeke bal kişand ser şîdet û qetilkirina li hemberî jinê û diyar kir ku pêwiste hikûmet û çapemeniya tirk li hemberî pirsgirêkên jinê hişyar be û berpirsiyariya xwe bi cih bîne.

Meclîsa Jinan a Bajarê Amedê li parqa Koşuyoluyê li ber abîdeya Jiyanê daxuyeniyek dan çapemeniye. Jinan dowîzên "Hikûmet raneze, tedbîran bigire", "Em Songulê digerin" û "Bila dawî qetilkirina jinan bê" bilind kir. Daxuyanî ji hêla xebatkara EPÎDEM'ê Rozan Kahraman ve hate xwendin.

Kahraman, di axaftina xwe de bal kişand ser qetilkirin û şîdeta li hemberî jinê û diyar kir ku ligel têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinê, her roj jinek tê qetilkirin. Kahraman, destnîşan kir ku di her qada jiyanê şîdeta li hemberî jinê bênavber didome, her wiha li dijî şîdetê tedbîrên berfireh nayê girtin û ev tişt dibe sedema qetilkirina jinan.

'Tedbîr têrê nakin'

Kahraman, got ku her roj nûçeyek derbarê şîdet û qetilkirina jinê tê li hemberî civakê û wiha axivî: "Her wiha zimanê dayîna nûçeyên qetilkirina jinê, kuştina jinê meşrû dike. Bê eleqebûna civak û raya giştî, bê têdbîriya dewletê hejmara kuştin û şîdetê zêde dike. Hikûmet heta niha li dijî şîdet û qetilkirina jinê polîtîkayeke neafirandiye. Qelsbûna û nepratîzekirina qanûnan jî rê li ber şîdet û kuştinan vedike. Bi gotinên serokwezîr jî kujeran di nav civakê de wekî qehreman tê dîtin. Hikûmet li pişt kevneşopiyên paşverû xwe vedişere û li dijî şîdet û kuştina jinan polîtîkayên cîdî pêk nayne."

Kahraman, destnîşan kir ku ligel biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê Tirkiye di doza şîdetê de mehkûm kir jî dîsa piştî mehkûmbûnê Serokwezîr Erdogan bi gotina 'Em nikarin polîsek daynîn ber serê kesan' û 'heke jin be jî zarok be jî çi hewce be dê bê kirin' nêrîn û nêzîkatiya hikûmetê li hemberî jinê diyar kiriye.

Tirkiye li DMME'ê hate mahkumkirin lê dîsa di şîdetê de israr dike

Kahraman wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ligel daxuyanî û gotina hikûmetê çapemeniya tirk jî nêzîkatî û nêrîna hikûmetê bi nûçeyên xwe diparêze. Çapemeniya tirk nûçeyên der barê kuştin û şîdeta li hemberî jinê wekî bûyerên rêze nîşan dide. Di her şîdeta li hemberî jinê û kuştina jinê de para hikûmet û çapemeniyê heye. Divê hikûmet û çapemenî berpirsiyariya xwe bîne cih. Em hikûmetê hişyar dikin û diyar dikin ku dê têkoşîna me li hemberî şîdet û qetilkirina jinê bidome. Civakek heke di nav pirsgirêkan de dijî mirov nikare beje ev civak di nav refahê de dijî. Armanca hikûmeta AKP ne demokratîkbûn, wekhevî û edalet e. Hikûmet bi hewldanên xwe nêzîkatiya xwe nîşan dide."

Kahraman, anî ziman ku ew wekî dezgehên jinan, diyar dikin ku ne tenê kesên ku tetîkê dikişîne, kesên ku wê pergalê bi helwesta xwe diparêze sûcdar e. Kahraman, xwest her kes li dijî qetilkirina jinê bisekîne û reflekseke civakê nîşan bide. Kahraman wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dibêjin Êdî bes e!, em carek din bangî jinan dikin û dibêjin hûn ne bi tenê ne û li dijî şîdet û qetilkirinê têbikoşin."

No comments:

Post a Comment