Wednesday, January 27, 2010

BAYDEMIR ÇÛ SERDANA ŞAREDARIYA QOSERÊ

BAYDEMIR ÇÛ SERDANA ŞAREDARIYA QOSERÊ

Şaredarê bajarê mezin ê Amedê Osman Baydemîr bi armanca piştgiriyê çû serdana şaredariya navçeya Mêrdînê Qoserê.

Di serdanê de, Osman Baydemîr li dijî planên tesfiyekirinê, banga yekîtî, hevgirtin û xebatê li gelê Kurd kir.

Şaredar Baydemir û heyeta pê re, li ber şaredariyê ji aliyê wekîla şaredara Qoserê Şerife Alp û xebatkarên şaredariyê ve hatin pêşwazîkirin.

Wekîla şaredara Qoserê Şerife Alp ji ber desteka dane, malavahiya heyeta Amedê kir û got, gel xwedî li şaredarên xwe derketiye û derdikeve.

Şaredar Osman Baydemir jî di axaftina xwe de behsa girîngiya yekîtî û hevgirtina gelê Kurd kir.

No comments:

Post a Comment