Wednesday, January 20, 2010

‘Ji asta yekemîn, heta zanîngehê’


20/01/2010

TZPKurdî û Enstituyên Kurdî li gelek bajar û bajarokên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kes perwerde kirin. Bi tenê li Stenbolê 26 kursên kurdî di heman demê de tên domandin. Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan, diyar kir ku ew qada perwerdehiya ziman jî weke qadeke têkoşînê dinirxînin û ew vê têkoşînê weke têkoşîna herî demokratîk û mirovî dinirxînin. Tan, anî ziman ku ev polîtîkayên înkarê yên dewletê, tenê bi têkoşîneke dijwar a li dijî asîmîlasyonê tên pûçkirin.
Alîkarê Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Mewlût Aykoç jî destnîşan kir ku niha tenê li Stenbolê 26 kursên ziman didin û di van perwerdehiyan de zêdetirî 300 kesî di heman demê de fêrî zimanê xwe yê zikmakî dibin. Aykoç bi lêv kir ku niha dewreyeke perwerdehiya mamostetiyê ya ku ji 40 xwendekaran pêk tê jî didome. Aykoç derbirî ku aliyeke mezin ên ku serî li wan didin ji bo pisporiyeke di warê ziman de û xebatê di vê qadê de ne û wiha lê zêde kir: “Niha 26 kursên me didomin. Li gelek navçeyê Stenbolê di gelek saziyan de perwerdehiyên em didomin. Li her derê ku pêdivî heye em kursan vedikin. Niha zêdetirî 300 kesî perwerdehî dibînin. Hemû kes ji bo xwedî derketina li zimanê xwe yê zikmakî tên. Tu kes ji bo TRT 6’ê yan jî ji bo bazirganiyeke di vê qadê de nayê û jixwe armanceke me ya wiha jî tune ye. Xwendekarên me bi gelemperî ciwan in. Armanca me ew e ku em hejmara kursên xwe di demeke kurt de derbixin 40’î.”

ARMANC ÇARESERÎ YE
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan daxuyand ku armanca wan a bingehîn ew e ku ji asta yekemîn ango beriya dibistanê, heta zanîngehê perwerdehiya kurdî bidin û wiha pê de çû: “Bêgûman armanca kursên me ne ew e ku pirsgirêkên li ser ziman çareserbikin. Em dizanin ku dê bi van kursan pirsgirêka ziman neyê çareserkirin. Perwerdehiya bi kurdî ne pirsgirêkeke ku bi perwerdehiyan bê çareserkirin e. Armanca me ew e ku em mafê perwerdehiyê yê ji beriya dibistanê heta zanîngehê bi dest bixin. Em xebatên xwe di vî warî de didomînin. Ji ber vê jî em ne tenê xwendekar, mamosteyan jî digihînin. Ev zimanê me, nasnameya me û hebûna me ye. Ji ber vê yekê jî em hemû di pêşketina ziman de xwedî berpirsyariyekê ne. Gelek peywir dikevin ser milên me hemûyan. Em xebatên xwe di vî warî de didomînin”
Tan, diyar kir ku berê ewqas materyalên wan tune bûn lê niha wê pirsgirêkê hinek çareser kirine û dê heta vê paşiya vê salê ev pirsgirêka materyalan jî çareser bikin. Tan, anî ziman ku kursên wan ji 3 astan pêk tên.
Samî Tan, gotinên xwe wiha domand: “Li gelek cihan bi taybetî jî dayikên kurd ên ku xwendin û nivîsandinê nizanin tên perwerdekirin û dikevin nav tora pişaftinê. Em jî wekî alternatîfa vê polîtîkayê, kursên xwe bi awayeke berfirehtir didomînin. Me bi vê armancê pirtûkek bi navê ‘Destpêk’ jî çapkirin. Xebatên me yên din jî hene ku em ji bo hin qadên din jî materyalan amade bikin. Dîsa hevalekî me jî kursan wekî ‘çavdêr’ dişopîne û raporan amade dike. Em ev kursên xwe wekî pergala meclîsê didomînin.”

QADA TÊKOŞÎNÊ YE
Tan, anî ziman ku ew xabatên xwe bi awayeke serbixwe didomînin û di vê xebatê de bar dikeve ser milên her kesû wiha got: “Em qada ziman weke qadeke têkoşînê dibînin. Em vê têkoşînê, weke qada herî demokratîk, mirovahî û rewa ya di nav Têkoşîna Azadiya Kurd de rave dikin. Bi vê armancê em hewl didin xwe ku di mijara ziman de hêzeke mezin derbixin holê. Pêşiya çareseriya demokratîk jî bi vî awayî vedibe. Heke ku pergal fêm bike da ku bi tu awayî nikare kurdan pişaftin bike, dê dev ji êv polîtîkaya xwe berde. Em, tenê bi pûç derxistina polîtîkayên wan ên pişaftinê dikarin dagirkeran têk bibin. Em ji aliyeke ve jî hewl didin xwe ku bingeheke ji bo ziman jî biafirînin. Dema ku sibê hin gav bên avêtin, divê amadekariyên me jî hebin. Divê ku xebatkar û materyalên me hebin. Divê ku ji bo her tiştî amadekariya xwe bikin.”

‘TRT 6 BÊWATE YE’
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan, derbirî ku divê êdî astengiyên li ber ziman bêne rakirin û wiha got: “Ev zimanê me ye. Zimanê gelekî ye û divê ku ew gel xwedî li zimanê xwe derkeve. Bêgûman berpirsyariyên dewletê jî hene. divê ku êdî dewlet hemû astengiyên li ber zimanê me rake. Pêngaveke weke TRT 6’ê avêt lê ew qenal ji kurdan ne xwedî tu wateyê ye. Dibe ku ev qenal ji bo tirkan pêngaveke mezin be. Lê ji bo kurdan ne wisa ye. Jixwe kurdan ev pêdiviyên xwe çend sal berê bi Med Tv û Roj Tv çareser kirin. Pêdiviya kurdan na, pêdiviya dewletê bi TRT 6’ê heye. Dixwazin ku pirsgirêka kurd bêyî kurd çareserbikin. Jixwe tu saziyên kurd jî cidî negirtin. Ji ber wê jî em careke din dibêjin ku TRT 6 bêwate ye. Dibe ku hin kesên li gel me xwe perwerde dikin, sibê biçin li wê bixebitin. Ev, me eleqedar nake. Em dizanin ku ji sedî 90’ê kurdan ji bo xwedî derektina li ziman û rûmeta xwe tên. Heke ku ziman di nav jiyana rojane de bê bikaranîn, dibe xwedî wate. Bi awayekî xurt kesên ku xwedî li zimanê xwe yê zikmakî derdikevin, perwerde bikin.”ANF

No comments:

Post a Comment