Saturday, January 30, 2010

AKP bazara darbeyê dike

30/01/2010

Rêberê Koma Civakên Kurdistanê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya roja çarşemê ku bi parêzerên xwe re pêk anî de têkildarî pêvajoyê nirxandinên girîng kirin.
Ocalan, di destpêka hevdîtinê de bal kişande ser bûyerên revandina zarokên keç ên li bajarên Kurdistanê û wiha got: “Min di çapemeniyê de nûçeyên têkildarî revandin û kuştina keçên kurd xwendin. Divê aşkera bibe ka di pişt vê yekê de çi heye. Ez vê yekê balkêş dibînim, di demên dawî de li Kurdistanê bûyerên bi heman rengî zêde bûne. Beriya niha jî li Îdir û Nisêbînê heman tişt qewimîbûn. Yên van tiştan dikin pir xirab dilîzin. Encamên vê yekê dê pir xirab bin. Divê li ser bê sekinandin. Keçên kurd ên 13-14 salî direvînin. Divê bê zanîn ka çi diqewime.”


GELÊ BÊDEWLET Û DEMOKRATÎK 


Ocalan, bi taybetî li ser têgîna dewletê rawestiya û di vê mijarê de cudabûna kurd û tirkan jî raxiste ber çavan. Ocalan, diyar kir ku divê mijarê de kurd û tirk ji hev cuda ne û wiha got: “Tirk bêtir gelekî ku li ser bingehê dewletê rêxistinbûyî ye û desteka dewletê digire. Lê kurd rêxistinbûna xwe li ser bingeha demokratîk pêk tînin. Beriya niha min têgîna, ‘gelê demokratîk ê bêdewlet’ bi kar anîbû. Ez difikirim ku ev nêrînên min tên meraqkirin û guftûgokirin. Netewe-dewlet sedema afirîna kapîtalîzmê ye. Kapîtalîzma bê netewe-dewlet nabe, beyî netewe-dewlet nikare hebûna xwe bidomîne. Li hember vê yekê min têgîna modernîteya demokratîk bi pêş xist. Netewe-dewlet bûye dawiya azadî û demokrasiyê. Netewe-dewlet kapîtalîzmê diafirîne. Dewlet nikare bibe sosyalîst. Tiştê ku netewe-dewlet biafirîne tenê û tenê kapîtalîzm e. Partiyên kurdan ên li ser bingeha neteweperestiyê birêxistinbûne hene. Mînak Şerefatîn Elçî ew, YNK û PDK li ser bingeha neteweperestiyê hatine rêxistinkirin.”



BI TENÊ BI KURDAN NABE

Ocalan, destnîşan kir heger hêzên demokratîk ên çep karibin werin gel hev dê dengê wan bigihîje rêjeya ji sedî 10 û bi bîr xist ku partiyên beriya niha di vê mijarê de teng mane. Ocalan, diyar kir ku partiyên beriya niha bi mantiqê, ‘em tenê kurdan rêxistin bikin’, ‘Kurdên li her derê’ nêzîk bûne û bi van gotinan xwest BDP vê têgihîştinê bişikîne û got: “Bêguman çareseriya pirsgirêka kurd berpirsiyariya herî girîng e. Lê belê bi têgihîştineke neteweperwertî ya teng pirsgirêka kurd çareser nabe. Ji bo vê yekê careke din dikarin herin cem derdorên cuda. Divê baş were ravekirin ka em dixwazin çi bikin. Di vê mijarê de broşureke ku siyaseta me ya bingehîn tê de cih digire dikare were amadekirin û belavkirin. Bi riya broşurê dikarin herin cem beşên cuda û hevdîtinan pêk bînin. Ez ê jî tiştên pêwîst bikim.”
Ocalan, têkildarî hebûna BDP’ê ya li meclîsê û di civînên koma meclîsê de jî nêrînên xwe anîn ziman. Ocalan destnîşan kir ku divê BDP têgihîştina komên bi axaftina serokê partiyê derbas bike û di komê de her kes karibe nêrînên xwe bîne ziman. Ocalan got ku divê BDP cudabûna xwe ya ji partiyên din nîşan bide, divê kursiyê meclîsê baş were bikaranîn. Ocalan, di hevdîtina xwe de beşeke girîng jî operasyonên li dijî siyasetmedarên kurd û sîstema KCD’ê veqetand. Ocalan, têkildarî mijarê ev nirxandin kir: “Di van girtinên dawî de behsa KCK, KCD’ê dikin. Lê ya rast têkilî danîna KCK’ê ya bi KCD’ê re ne mumkûn e. Min berê jî gotibû. KCD hemû kurdan bi rêxistin dike û qanûnî ye. Pêwîstiyeke mezin a kurdan bi rêxistinbûyina di qada sivîl de heye. KCD ji bo di her qadê de kurdan birêxistin bike dixebite. Gelek rê û rêbazên vê yekê hene. Rêxistinên aborî, spor, huner, ziman û hwd. birêxistin dike. Ji jêr ve rêxistinbûyîna civakê pêk tîne. Min behsa kooperatîfên çolter û bajaran kiribû, tiştên mîna van saz dike. Modela rêxistinbûyîna ji jêr ve, rêveberiya demokratîk, çanda demokratîk gelekî girîng e. Sîstema demokratîk ev e. BDP partiyeke siyasî ye. KCD tê wateya amûra rêxistinbûna kurdan a li derveyî dewletê li ser bingeha demokratîk. Her du ne heman tişt in. Mînaka RRF (Rêxistina Rizgariya Filistînê) heye. Di nava Israîlê de bi mîlyonan ereb dijîn. Ev ereb li wir rêxistinkirî ne. Di parlamentoya Israîlê de gelek partiyên wan û parlamenterên wan hene. Li aliyê din ereb di nava RRF’ê de rêxistinkirî ne. RRF nûnera ereban a li pêşberî Israîlê ye. Van girtinan bi îdiya li hemberî KCK’ê ye pêk tînin, di rastiyê de KCK li derveyî sînorê Tirkiyeyê rêxistinkirî ye, PKK û KCK ye. Em dikarin KCD mîna RRF ku li ser zemînê qanûnî di nav kurdan û li metropolan de xwe birêxistin dike bigirin dest. Dema ez qala civaka sivîl dikim bila neyê fêmkirin ku behsa civaka sivîl ya dewlet wê birêxistin dike, dikim.”

‘BERLÊVEKIRIN TASFIYE YE’

Ocalan got ku êdî şik nemaye xebata AKP’ê ya bi navê ‘berlêvekirina demokratîk’ ji tasfiyeyê pêde ne tiştekî din e û wiha berdewam kir: “Ahmet Davutoglu bi gotina, ‘li derve sifir problem’ hewl dide îhtîmala çareseriya ku em bi Konfederasyona Rojhilata Navîn a Demokratîk a ku em dixwazin biafirînin ji holê rake. Dixwazin me di bin xizmeta modernîteya kapîtalîst de bihêlin. Plana tasfiyeyê ya AKP’ê êdî zelal e. Berlêvekirin filan tune ye, tiştê bi navê berlêvekirinan tê gotin tev sefsete ne. Jixwe êdî nabêjin, ‘berlêvekirina demokratîk’ dibêjin ‘projeya yekitiya neteweyî’. Erdogan gav bi gav li Rojhilata Navîn digere, gotinên Davutoglu ên mîna, ‘polîtiyaka sifir pirsgirêk’ tev meseleyên ku di nexşeriya min de cih digirtin û hatibûn vekirin. Heger hatiba aşkerakirin dê bihata dîtin ku ji bo çareseriyê min ev mijar guftûgo kirine. Ji ber ku vê yekê dizanin têne ser min. Behsa broşureke AKP’ê tê kirin ya têkildarî qaşo berlêvekirinên demokratîk, di wir de di rûpelê yekemîn de dibêjin, ‘ji bo Apo efû tune ye’, dîsa mijara benê îdamê guftûgo dikin, nêzîkatiyeke faşîzan e. Min ji bo xwe tiştek ji wan nexwestiye. Me got, ‘aştî, çareseriya pirsgirêkên gelan’. Ez li vir hewl didim ji bo gelê xwe bijîm. Lê nêzîkbûna AKP’ê, mîna ya MHP’ê ye. CHP û MHP bi şêwazeke neteweperest nêzî mijarê dibin. Mantiqê wan helandina rastiya kurd a di nava neteweperestiya tirk de ye, jixwe mirina spî an asîmîlasyon ev nêzîkatî bixwe ye.”


AKP HER KESÎ DIXAPÎNE
Ocalan, li ser karakterê AKP’ê yê xapînok jî rawestiya û destnîşan kir ku AKP bi gotinên çareserkirina pirsgirêka kurd an berlêvekirinên demokratîk ev heft sal in her kesî dixapîne û wiha axivî: “Bi vê siyaseta xapandinê gelek deng jî bidest xistin. Hem kurd, hem Ewropa hem jî DYA bi vî rengî mijûl kirin. Lê niha aşkera ye ku ev lîstîk û tasfiye ye. Divê kurd jî vê yekê wisa bibînin. Nezîkatiyên CHP û MHP’ê jî tiştekî nû nadin civakê. Ji xwe CHP bi vê rewşê nikarê bimeşe. An dê Baykal biçe û CHP bikeve riyeke nû, an jî dê werin derbaskirin, tasfiyekirin. Dibe ku mîna altêrnatîf Sarigul amade dikin. Lê heger AKP wisa bidomîne dibe ku tifaqeke rastgir jî derkeve holê. Mumkûn e li tifaqa AKP-MHP’ê jî difikirin, lê baş tê zanîn ku hevkariyeke ev qasî rastgir dikare reşên faşîzan ên çawa bixwe re bîne. Di salên 1997’an de hikûmeteke ji eniya neteweperest hebû. Divê BDP ji beşên din ên demokratîk, rêxistinên çep re vê yekê bêje. Dikarin bibin hêz, siyasetê bikin. Dema ez behsa Tirkiyeya Demokratîk, Konfederalîzma Demokratîk a Rojhilata Navîn dikim behsa platformên ku tevahiya kurdan ku li hemû parçeyan werin gel hev dikim. Ez bawer im ku kurd dikarin li Rojhilata Navîn vê yekê bibin serî. Rewşa herêmê, ya ereban li holê ye divê li gorî vê rêxistinbûyîn pêk bê.”
 
 Ocalan der barê darbeyên ku di rojevê de ne jî wiha got: “Di rastiyê de pevçûneke ku berê li ser li hev kirine heye. Plana darbeyê ya Balyoz di sala 2003’yan de hatiye amadekirin, madem AKP ev yek zanîbû çima wê demê bi ser mijarê de neçû, çima wê demê Tayyip Erdogan ev mijar guftûgo nekir? Nexwe bazarek li dar e. Têkildarî îslamê jî ez careke din vê yekê dibêjim: Misilmantiya niha ne ya rast e, misilmantiya rast û têgihîştina umetê divê were guftûgokirin.”
Ocalan ji bo têkoşîna azadiya jinan jî wiha got: “Der barê jinê de dixwazim vê bibêjim. Têkilîdanîna min a bi jinan re cuda ye. Mirovên xwe ji bo azadiyê û têkoşîna azadiyê feda kirine, têkiliya di navbera du kesan de bi hiyerarşî, helwesta patriarkal, zext û tecawizê bi encam bibe. Li gorî min, têkilîdanîna di navbera jin û zilam de, ancax di çarçoveya felsefîk de dikare pêk bê. Têkiliyên ji bilî felsefî yên bi jinê re û zewac, têkiliyên patrîarkal û hiyerarşik in. Ev jî di dawiya dawî de têkiliyan diqedînin. Tenê têkilîdanînên felsefîk dikarin vê rizgar bikin.”

Ocalan da zanîn ku vê hefteyê wî hevdîtin bi parêzerên xwe û heyeta CPT’yê re pêk aniye. Ocalan got, bi heyeta 6 kesî ya CPT’ê re ew li ser tecrîdkirinê û girîngiya ji nû ve dadgehkirinê rawestiyaye. Ocalan ji bo hevdîtina bi CPT’ê re wiha peyivî: “Ez bi heyeta CPT’ê re jî rûniştim. 6 kes bûn. Ez bi wan re li ser şert û mercên vir, girîngiya ji nû ve dadgehkirinê û doza xwe ya li DMME’yê axivîm. Li vir bi hevalên din re jî vê hefteyê saetekê me hev dît.”

Divê BDP tevahiya Tirkiyeyê hembêz bike
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, der barê kongre û pêşeroja BDP’ê de ev pêşniyar kirin: “Dibe ku xebatên taybet ên derdorên demokratîk hebin, lê dîsa jî ez beşdariya beşên cuda ya nava BDP’ê girîng dibînim. Dikarin piştî kongreya 1’ê hezîranê lezê bidin xebatên mîna partiya sîwane. Ev xebat girîng in. Beriya niha jî gelek partî hatin girtin, lê divê ev nebe yek ji wan. Min hişyar kiribû, min pêşniyarên xwe jî kiribûn, ez dubare dikim û hişyar dikim; neketina heman şaşiyan girîng e. Dixwazim vê jî destnîşan bikim; dibêjin ‘berdevkiya PKK’ê dike’ û partiyê digirin. PKK tevgereke derveyî qanûnan a çekdar e. PKK dikare bêje, ‘ez pirsgirêkên xwe yên bi dewletê re bi çek çareser dikim’ Hêza xweser a PKK’ê, hebûna wê û bêhtirin li çiyê û çolterê ye. Lê partiya Aştî û Demokrasiyê divê bêje, ‘Em dixwazin pirsgirêkên xwe bi riya meclîsê û bi guftûgokirina li zemîna yasayî çareser bikim.’ Divê ev cudabûn baş bê destnîşankirin.”

‘BDP DIKARE BIBE NAVBEYNKAR’ 
 

Ocalan, der barê rol û mîsyona BDP’ê de jî nêrînê xwe anîn ziman û destnîşan kir ku bêhtir bi meşandina siyseta demokratîk dema şert û merc gihîştin, dikare bibe navbeynkara çareseriyê. Ocalan rol û misyona BDP’ê jî wiha rave kir: “Heger pêvajo bi pêş bikeve û ji bo guftûgoyan pêwîstiya aliyan bi navbeynkaran hebe, heger pêwist were dîtin BDP dikare vê navbeynkariyê bike. Lê belê ji niha ve, di vê rewşê de ne berdevkê tu kesî ye. Pêwîstî bi guftûgoya ‘PKK rêxistineke terorîst e’ jî tune ye. Îlankirina PKK’ê ya mîna terorîst ne berpirsiyar an karê BDP’ê ye. Di vê mijarê de pêwîstî bi zîvirîna li dora meseleyê nîne, dikare bê gotin, ‘îlankirina PKK’ê ya mîna terorîst ne karê min e’. Her kes dizane ku PKK tevgereke derveyî qanûnan a dixwaze pirsgirêkên xwe yên bi dewletê re bi riya çekê çareser bike. Di encamê de hebûna girêdanekê ya di nava PKK’ê û BDP’ê de ne mumkûn e, ne mantiqî ye jî. Rêxistinbûna Partiya Aştî û Demokrasiyê dikare di vê çarçoveyê de bê fikirîn. Partiyên beriya wê hinekî jî ji ber vê sedemê hatin girtin. Partiya nû di van mijaran de divê bi hestiyarî tevbigere. Ya rast BDP ne tenê partiya kurdan e. Ne partiyeke li ser bingehê neteweperestî xwe bi rêxistin dike ye. Partiyên li ser bingehê neteweperestiyê rêxistinkirî hene. Li Tirkiyeyê MHP di çarçoveya neteweperestiyê de xwe birêxistin dike. Min beriya niha destnîşan kiribû ku neteweperetî ola netewe-dewletê ye. Ev yek dikare di parêznameyê min de bi berfirehî were dîtin. Min gotibû ku kurd ne gelekî ku li ser bingehê dewletbûnê de xwe birêxistin dikin in. “ 


DIVÊ BDP BIBE PARTIYEKE NÛ
Ocalan, bi taybetî li ser Tirkiyeyîbûna BDP’ê û xwe gihandina asta ku karibê tevahiya Tirkiyeyê hembêz bike rawestiya û wiha axivî: “Ji bo vê yekê min akademiyên siyaseta demokratîk pêşniyar kiribûn. Ji bo zanibin ka dê siyaseteke çawa bimeşînin hebûna akademiyên siyasetê girîng e. AKP û partiyên din vî tiştî dikin. Ne yek gelek akademiyên AKP’ê yên siyasetê hene. Divê kurd jî bi riya akademiyên siyaseta demokratîk guftûgo bikin ka dê siyaseteke çawa, rêxistinbûyineke çawa pêk bînin. Heger vê yekê pêk neyînin, mîna berê jî min got ezê wan tund rexne bikim. Rêxistinbûna kurdan a li tevahiya Tirkiyeyê girîng e. BDP ne KCD ye. BDP divê bibe partiyeke ku tevahiya Tirkiyeyê hembêz dike. BDP di dawiyê de partiyeke siyasî ye. Divê pêwistiya vê yekê bicih bîne, li ser bingehê demokratîk siyasetê bike. Min pîvanên vê yekê berê diyar kiribûn. Partiya Sîwanê an platformên ku karibin werin gel hev û pêwistiyên siyaseta demokratîk mîna tê xwestin bicîh ne anîn.”

No comments:

Post a Comment