Wednesday, January 20, 2010

POLÊSÊN SIVÎL LI KOLANÊ ÊŞKENCE LI XWENDEKARÊ 13-14 SALÎ KIR

POLÊSÊN SIVÎL LI KOLANÊ ÊŞKENCE LI XWENDEKARÊ 13-14 SALÎ KIR

Hovîtiyeke din ya hêzên tirk derket holê.

Polêsên tirk xwendekarê 13-14 salî yê li kolanê tenê dît û êşkence lê kir.

POLÊSÊN SIVÎL LI KOLANÊ ÊŞKENCE
LI XWENDEKARÊ 13-14 SALÎ KIR

Hêzên tirk di şîdeta li hemberî kurdan de ti sînoran nas nakin.

Der barê şîdeta hêzên dewleta tirk ya li dijî kurdan de, nûçeyeke din ji Colemergê hat.

Polêsên tirk, li xwendekarê 13-14 salî yê li kolaneke pişt Lîseya Gazî ya li taxa Sumbulê dimeşiya xistin.

3 polêsan pêşî xwendekar girt û dûre jî dest bi lêxistinê kirin.

Piştî ku xwendekar bêhiş ket jî, polêsan ew bi erdê re kaş kir û bi lêxistinê birin cihekî nayê zanîn.

Li Colemergê di newroza 2009'an de jî polêsên sivîl, weke vê bûyerê li Cuneyt Ertûşê 15 salî xistibû û li ber kamerayan milê wî şikandibû.











No comments:

Post a Comment