Wednesday, January 20, 2010

Li gorî Tirkiyeyê ‘ne xwende ye’


20/01/2010

Endamê Koma Çareseriya Demokratîk û Aştiyê ya Mexmûrê Nizar Buldan ê xwendekarê Zanîngeha Selahadînê ku bi ‘muxalefeta ji qanûna pasaportê’ dihat darizandin, ji ber ku li Tirkiyeyê nexwendiye xwendekar nehat hesibandin û hat diyarkirin ku xwendin û nivîsandinê nizane.
Li hemû endamên komên aştiyê, ji ber ku bêpasaport ketine Tirkiyeyê bi hinceta ‘muxalefeta li qanûna pasaportê’ doz hatin vekirin. Endamên koman yek bi yek derdikevin dadgehan û vê yekê qebûl nakin. Di testpîta nasnameya endamê koma Mexmûrê Nizar Buldan de, agahî bi nakokî hatin nivîsanin. Di tespîta nasnameya Buldan de hate diyarkirin ku ‘ne xwendekar e û xwendin û nivîsandinê nizane.’
Nizar Buldan ê xwendekarê Zanîngeha Selahadînê 11’ê çileyê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Sûlhê ya Amedê de derket dadgehê û îfade da. Buldan, di îfadeya xwe de diyar kir ku ew berî 16 salan bêpasaport çûye Iraqê û wiha got: “Berî 16 salan bêyî îradeya min, ez çûm başûrê Kurdistanê. Ez wê demê 7 salî bûm. Ji ber vê yekê jî dema ku ez hatim warê xwe, bêyî pasaport derbas bûm. Tu qestê min ê ji bo pêkanîna sûc tune ye.” Piştî îfadeya Nizar Buldan, dadger Bulent Dalkiran biryar da ku vê dozê sewqî dadgeheke din bikin.

‘BI QASÎ MIN DIZANIN?’
Lê, di testpîta nasnameya xwendekarê pola dawîn a Zanistiyên Siyasal Nizar Buldan de wiha hat nivîsandin: “… xwendekar e, sabikaya wî tune ye, xwendin û nivîsandinê nizane, welatiyê Tirkiyeyê ye”
Nizar Buldan bertek nîşanî vê yekê da. Buldan diyar kir ku wan li Mexmûrê bi alfabeyên latînîn û erebî bi zimanên îngilîzî, soranî, kumancî û tirkî perwerdehî dîtiye û wiha got: “Ji ber ku me li Tirkiyeyê nexwendiye, me nezan dihesibînin. Ez bi van ziman û zaravayan dizanim. Gelo ew dadger û dozgerên ku vê biryarê dane, van zimanan dizanin? Min perwerdehiya xwe ya zanîngehê bi van ziman û zaravayan qedand.” ANF

No comments:

Post a Comment