Tuesday, January 26, 2010

4 hezar kes hatin binçavkirin


26/01/2010

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, di rapora sala 2009'an a binpêkirinên mafên ên li Herêma Anatolya, Başûrê Rojhilat û Rojhilat de, diyar kir ku li gel agirbesta PKK'ê ya sala 2009'an de jî 67 leşker û 68 endamên HPG'î jiyana xwe ji dest dan û hate ravekirin ku di nava vê demê de 91 welatiyên sivîl ji aliyê peywirdarên ewlehiyê ve hatin kuştin. Di raporê de hate destnîşankirin ku di sala 2009'an de 4 hezar 475 kes jî hatine binçavkirin hezar û 444 kes jî hatine girtin, li gorî salên berê di îşkenceyan de zêdehiyek hate jiyîn û hate destnîşan kirin ku hezar û 16 kes jî ji cihên xwe yên cûda rastî îşkenceyê hatin.
Beriya rapor bê diyar kirin Nûnerê Herêma Başûrê Rojhilat û Rojhilat ê ÎHD'ê Alî Akinci, daxuyaniya çapemeniyê xwend. Akinci, destnîşan kir ku her sal dema raporê rave dikin li gel bi hêvî ne jî, lê ji ber daneyên nebaş didin xemgîn in û wiha got: "Di encama Hilbijartina Herêmî ya sala 2009'an de, pêvajoya pevçûn û neçareseriyê ku rê li ber bin pê kirinên mafan ên dawiya 30 salî û windayên mezin ên aborî vekir, ji bo pêvajoya pevçûnan li ser bingehek aştî û demokrasiyê bê çareserkirin hêviyên mezin hatin jiyîn. Tabloya ku derket holê, raxist ber çavan ku gelên li welatê me dijîn dixwazin xwedî mafên hevpar û bi hev re bijîn. Lê hişmendiya dewletê ya yekparêz û înkar parêz careke din raxist ber çavan ku tahamûlî cûdahiyan neke."

SALA BINPÊKIRINA MAFAN
Akinci, anî zima nku herî zêde di sala 2009'an de mafên mirovan hatiye binpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe. "Ligel daxuyaniya PKK'ê ya 13'ê nîsanê ya bêçalakiyê, operasyonên leşkerî zêdetir bûn û bê navber dom kirin. Di van operasyonan de 67 leşker û 68 mîlîtanên PKK jiyana xwe ji dest dan. Em dibêjin ji van kuştinan îxtîdar û şerxwaz berpirsiyar in. Em her tim dibêjin pirsgirêk bi diyalog û riyên aştiyane çareser dibe. Bi şîdet, girtina DTP'ê û operasyonan pirsgirêk çareser nabe. Her wiha dîsa bi kelepçekirina hilbijêr û şaredaran û bilîstina rûmeta gel pirsgirêk girantir dibe. Ji ven hemû pêkanînan rayedarên dewletê berpirsiyar e." Akinci, da zanîn ku dinava 4 salên dawî de herî zêde di sala 2009'an de îşkence pêk hatiye. Akinci, anî ziman ku hezar û 16'an gotine rastî îşkenceyê hatine. Di encama buyerên civakî de 373 kes birîndar bûne. Di sala 2009'an de 91 welatiyên sivîl, mafê wî yê jiyanê hatiye îhlalkirin.
Akinci, bal kişand ser şert û mercên Girtîgeha Tîpa F a Îmralî û daxuyand ku herî zêde di sala 2009'an de mercên Girtîgeha Îmralî girantir bû. Akinci, da zanîn ku ji ber şertên girtîgehan girantir bûn bi dehan girtiyên nexweş li dijîmirinê têdikoşin. Akinci, şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Oclaan jî bibîrxist û destnîşan kir ku 11 salin bi tena serê xwe di yek hucreyê de di bin tecrîde de dijî.

KUŞTINA ZAROKAN
Akinci, li ser kuştina zarokan jî rawestiya û da zanîn ku hêj kujerên Ugur Kaymazê 12 salî ku bi 13 guleyan hate kuştin nehatine darizandin di sala 2009'an de Ceylan Onkol a 12 salî Mehmet Uytun hatin kuştin. Akinci, zarokên hatine girtin jî bibîrxist û da zanîn ku bi hezaran zarok hatine girti nû cezayên giran ji wan tên xwestin. Akinci, pergala cerdevaniyê jî rexne kir û wiha dom kir: ""Di meha gulana 2009'an de li Gundê Zangirtê cerdevanan 44 gundî kuştin. Dîsa li navçeya Erxwenê 4 welatî kuştin. Em dîsa bang li dewletê dikin û em dibêjin vê pergala cerdevaniyê bi dawî bikin." AMED

Binpêkirina mafan zêde dibe
Binpêkirina mafên di sala 2009'an de pêkhatî li gorî 4 salên dawî bi hevru kir û aşkera kir. Binpêkirina mafan herî zêde di meha kanunê de pêkhatine.
- Hêzên dewletê yên di pêvçûnan de jiyana xwe ji dest dayî: 67 miri, 102 birîndar
- Endamên PKK'ê yên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dayî: 68 mirî, 4 birîndar
- Bûyerên kiryar nediyar, înfazên bêdadî, binpêkirina bikar anîna çeken: 91 mirî, 78 birîndar
- Mayîn û teqemeniyên azad: 26 mirî, 35 birîndar
- Xetayên fermî û encama xemsariyê: 14 mirî, 7 birîndar
- Întîxarên leşker û polîsan: 17 mirî, 6 teşebûs
- Întxara jinan: 36 mirî 14 teşebûs
- Întîxara zilaman: 39 mirî, 14 teşebû
- Întîxara zarokan: 34 mirî, 8 teşebûs
- Cinayetên namusê: 27 mirî
- Kesên hatine binçavkirin: 4 hezar 475
- Girtin: Hezar 444
- Îşkence û muamileya xirab: Hezar 16
- Lêpirsîn, doz û kesên rastî cezayan hatî: Hezar 917
- Binpêkirina mafan ên li girtîgehan: 931
- Mudaxeleylên bûyerên civakî: 236 mudaxele, 373 birîndar
- Penaberên hatine binçavkirin: 6 hezar 474
- Binpêkirina mafên din: 3 hezar 168

No comments:

Post a Comment