Thursday, January 28, 2010

‘Bêyî Ocalan aştî pêk nayê’


28/01/2010


Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Duran Kalkan li ser hewldanên ji bo tasfiyekirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê ya ji pêvajoyê çareseriya pirsgirêka kurd rawestiya û peyamên girîng dan.
Kalkan got “Aştiyeke bê Rêber Apo ne mimkûn e. Çarseriya pirsgirêka kurd bêyî Rêber Apo pêk nayê. Bêyî Rêber Apo, dijminatiya navbera tirk û kurdan dê dijwartir bibe û dibe ku ev pêvajo ber bi qirkirinên mezin ve jî biçe.”

BERXWEDANA 11 SALAN
Kalkan bal kişand ser têkoşîn û berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalon û got: “Di nava 11 salên têkoşîna li Îmraliyê de, di sê aliyan de perwerdehî û destkeftiyên giring hatin bidestxistin. Yek di pêşketina siyaseta demokratîk de, yek di têkoşîn û berxwedana gerila de, yek jî di nava gel de. Di her sê çeperan de jî hat gotin ku muxatabê aştî û çareseriyê li Îmralî ye. Êdî dost û dijmin baş dizanin ku aştiya mayînde û çareseriya demokratîk bi Rêber Apo dikare pêk bê.”

15’Ê SIBATÊ ‘ROJA REŞ’
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Kalkan da zanîn ku gelê kurd jî roja Komploya Navneteweyî, 15'ê Sibatê wekî "Roja Reş" îlan kir û wiha pê de çû: “Gelê kurd ji pêvajoya komplo de êşeke mezin dît û têgihişt ku rûmeta wî hatiye binpêkirin. Niha jî, li hemberî vê rewşa dijwar, ku bi armanca têkbirin û ji holê rakirina îradeya siyasî têdikoşe. Bi awayekî hişmendî, rêxistinî têkoşînê dike.”
Kalkan bal kişand ser siyaseta dewletê ya ji bo Îmraliyê û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Dewlet, zext û zora li Îmraliyê û siyasetên taybet didomîne. Rêber Apo tê tehdîtkirin, siyaseta şantaj û rehîn-girtinê derdixine pêş. Kiryarên terorîstî pratîze dike. Tevgera me jî, gelê kurd jî ev rastî dît û fêm kir û têdikoşe.”

DEMAGOJIYA AKP’Ê
Kalkan da zanîn ku AKP siyaseta demagojî û durûtiyê dimeşîne û got: “Lê maskeya wan ket û rûyê wan ê rastî xuya kir. Ne tevgera me, ne jî gelê kurd bi gotin û gavavêtinên wan dixape û ne jî dikeve kemînên wan.”
Kalkan destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, pêdivî bi dîplomasiyê heye û got: “Karûxebatên dîplomatîk lazim in. Ji bo pêşiya çareseriya siyasî vebe, pêdivî bi karûxebatên dîplomatîk heye.”

BANGA JI BO GEL
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Duran Kalkan, herî dawî, têkoşîn û berxwedana gelê kurd, şerê canfedayî yê gerilayan, dilsozî û fedekariya ciwanên kurd û jinên kurd silav kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Gerila ewlekariya gelê kurd û garantiya paşerojeke azad û jiyana bi rûmet e, pêwîst e gelê kurd li gerilayên xwe xwedî derbikeve. Xwedî derketina li gerila, xwedî derketina li paşerojeke azad e.” BEHDÎNAN - ANF

No comments:

Post a Comment