Sunday, January 24, 2010

Li Enqerê ‘NoqteyaAştiyê’ vekirin

24/01/2010

Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan a Enqereyê li ber abîdeya Mafê Mirovan ‘Noqteya Aştiyê’ ava kirin û diyar kir ku divê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jin pêşengiyê bikin û bi pêşengiya jinan dê ev pêvajoya xitimî ji holê rabe.
Ji bo Aştiyê Hewldana Aştiyê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd civiya û piştî li Stenbolê Noqteyên Aştiyê ava kirin, niha jî li Enqerê starta Noqteyên Aştiyê dan. Jin li cadeya Yukselê li hev civiyan. Aktîvîstên hewldanê pankarta ‘Em di aştiyê de bi israr in’ vekirin. Dirûşmên wekî “Bila şer bi dawî bibe” û “Bijî aştî” berz kirin. Jinan li ber abîdeya Mafên Mirovan Noqteya Aştiyê ava kir û daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê jinan Îlke Işiksadiç daxuyanî da. Işiksadiç, da zanîn ku ji bo hêza jinê û gotinên jinê derxin holê derketine qadan, şîdeta bi salan û hesta bi salan dixwazin bi hev re parve bikin.

AZADBÛNA JINEKÊ
Işiksadiç, di axaftina xwe de bal kişand ser israrbûna aştiyê û got ku heke jineke kurd, tirk, laz, ermenî azad nebe, tu jin azad nabin. Işiksadiç, destnîşan kir ku di şer de herî zêde jin dibin mexdûr û wiha axaftina xwe dom kir: “Ceylana ku hate kuştin, jinên ku îşkence û şîdet ditî, jinên ku rastî taciz û tecawizê hatî, jinên ku di binçav de hatine windakirin... herî zêde jinên kurd rastî van pêkanînan hatine.”
Işiksadiç, diyar kir ku dê bi pêşengiya jinan xitimîna li hemberî çareseriya pirsgirêka kurd bê rakirin. Işiksadiç, da zanîn ku li dijî dezgehên mîlîtarîst û berdevkên wan jin dê gotina xwe bikin yek û li hemberî polîtîkayên şoven û nijadperestiyê dengê aştî û azadiyê bilind bikin. ENQERE

No comments:

Post a Comment