Thursday, January 21, 2010

Esareta 55 rojan vegot

21/01/2010

Halîl Guler, revandina xwe û îşkenceya 55 rojan a kontrayên JÎTEMê, têkiliya Hizbulah, polîs, leşker û cerdevanên li Cizîrê, bi berfirehî aşkera kir.
Halîl Guler, ji ajansa nûçeyan a ANF’ê re axivî û got ku ew, ji aliyê polîsan ve hate binçav kirin û li ser daxwaza sercerdevanê demê Kamîl Atak, ew teslîmî Hizbul-Kontra kirin.
Halîl Guler, diyar kir ku Hizbul-kontra ew bire gundê Basîskê (Kuştepe) û 55 rojan dibin erdê de, di koxan de, bi lele û zincîran girêdayî îşkence kirin.
Halîl Guler got ku, ew şahidê gelek bûyerên kuştinê ye û got: “Li bajêr polîsan, li gundan jî cendirman digirt û teslîmî hizbul-kontra, yan jî caşikan dikirin.”
Halîl Guler, dazanîn ku, polîsan ew girt û dîrekt radestî sercerdevanê demê Kamîl Atak kirin û got: “Cerdevanan jî, li ser erêniya Kamîl Atak ez teslîmî hizbul-kontra kirim. Ez birim gundê Basîka. Gundê Basîka ji aliyê Tabura Tankan a Cizîrê ve dihate parastin. Kontra, hizbul-kontra, cerdevan û tîmên taybet yên leşkerî şev û roj di nava tevgerê de bûn.”

ÇIMA HATE BINÇAVKIRIN?
Halîl Guler got ku, ji sedema zext û zora caşik û kontrayan çend malbat reviyan e Gabarê û xwe avêtin tor û bextê gerila û got: “Birayê min Omer jî milîsê PKK’ê bû. Kamîl Atak agahdar bû û avêtin ser mala wî. Ew ne girtin ez girtim. Lê dema ku polîsan ez radestî Kamîl Atak kirim gotin, ‘em radestî te dikin tu dixwaze bikuje, tu dixwaze serbest berde’. Min Kamîl Atak û cerdevanên li dora wî baş nas dikirin û min baş zanîbû ku kesê dikevê nava lepê wan, xelas nabe.”
Halîl Guler wiha dewam kir: “Cerdevanên Kamîl Atak ez birim, dest û lingên min girêdan û ez avêtim binê xaniyekî kûr. Roja duyemîn kurê Kamîl Atak hat, perê di berîka min de, girtin û kirin berîka xwe û çend şeqam jî li min dan. Di wê kêlîkê de Kamîl Atak hat, piştî çend pirsan, ajantî teklîfî min kir, min red kir. Kamîl Atak hêrs bû û gotinên bêmirês gotin min.”

GOTIN ‘BIBE AJAN’
Halîl Guler got ku Kamîl Atak, ew teslîmî cerdevanan kir û got: “Cerdevanan ez birim û gotin em ê te bikujin. Lê min teklîfa ajantiyê qebûl nekir û mikur hatina hevalên milîs û stareyan ne got.”
Halîl Guler destnîşan kir ku serokê Hizbul-Kontra Tirk, yê din jî kurd bûn û got: “Yek hebû di nav wan de her dem bi tirkî diaxivî, di îşkencê de, di lêpirsînê de û bi wan re bi tirkî diaxivî. Yê din teva bi kurdî dixaivîn. Kontra ji eşîra Bavtî, Teyî û Kiçî bûn. Min ji devokê wan fêm dikir ku ji kîjan eşîrê ne.”
Halîl Guler got: “Bi darên mezin li min didan. Kevirên mezin û giran li ser singa min didanîn. Ez di daleqandina Filîstiniyan de bi saetan dihiştim. Av ne didan min. Laşê min teva di nava birînan de hiştibûn. Kurm ketin birînên min. Ji ber ku ez nedibirim destavê, min bi xwe de diberda.”

ÇAWA REVIYA?
Halîl Guler diyar kir ku ji bilî wî çend kesên din jî hebûn: “Min pêjna wan dikir, lê min ew nas nekirin. Çavên me, dest û lingên me girêdayî bûn. Min nalêna wan dibihîst. Ji bilî nalênî û qîrêna wan jî dihat. Ji bêhna pîsiyê wan jî min fêm dikir ku kesên din jî hene. Ya balkêş ew bû ku mizgeft jî, wek cihê îşkenceyê bi kar dianîn.”
Halîl Guler got ku, piştî 45 rojan, di nava zibl û rozê de, sekihekî hesinî dîtiye û zincîrên xwe vekirin û got: “Min bi roj dîwar dikola, ji ber ku kontra bi roj radizan. Dema dihatin min zincîrên xwe car din girêdidan. Roja ku ez ê bazbidim, gerila xeta petrolê teqandin. Dora me vala bû. Ev bû fersend û ez reviyam. Ji riyan dûr, direviyam û hatim Cizîrê.”

ÇIMA GILÎ NEKIR?
Halîl Guler got ku, teva girêdayî dewletê bûn. Leşker, sercerdevan, cedevar û hizbul-kontra tev bi dewletê re kar dikirin. Mirovên li Basîskê hatin kuştin jî, cendermeyan, hizbul-kontra û cerdevanan bi hev re kuştin. Ez ê giliyê kê li ber kê bikim? Min baş zanîbû ku ez biçim metropolan jî xelasiya min nîn e. Piştî veşartina demekê, ez tevli nava refên gerila bûm. Cihê xelasiya kurdan, ji mirin û koletiyê nava refên gerila ye.” ANF

No comments:

Post a Comment