Wednesday, January 20, 2010

PÊVAJOYA DTP'Ê YA DMME'YÊ ÎRO DEST PÊ DIKE

PÊVAJOYA DTP'Ê YA DMME'YÊ ÎRO DEST PÊ DIKE

DTPya hate girtin, wê serî li dadgeha mafê mirovan a Ewrupayê bide.

Serlêdana li ser navê DTPê îro tê kirin.

Parlementerê BDPê yê Şirnexê Hasîp Kaplan îro daxwaznameya DTPê dide dadgeha mafê mirovan a Ewrupayê.

Serokê komisyona karên huquqî yê BDPê Hasîp Kaplan bi nûnerên dadgehê re jî hevdîtinekê pêk tîne.

Kaplan piştî hevdîtinê saet 12:00an jî li navenda giştî ya çapemeniyê ya parlemana Ewrupayê civîna çapemeniyê li dar dixe û wê agahiyan bide raya giştî.

Ji bilî doza girtina DTPê, 37 kesên ku Ahmet Turk, Aysel Tugluk û Leyla Zana jî di nav de hene, û siyaset li wan hat qedexekirin, wê serî li dadgeha mafê mirovan a Ewrupayê bidin.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrupayê berê jî, ji ber girtina partiyên Kurd HEP, DEP û OZDEP ê, Tirkiye neheq dîtibû û bi dayina tezmînatê mehkûm kiribû.

No comments:

Post a Comment