Sunday, January 24, 2010

Kurdan li Swêdê Tirkiye şermezar kir

23/01/2010

Ji bo şermezarkirina zextên li ser siyasetmedarên kurd li ber Parlamentoya Swêdê kurdistaniyan çalekiyeke bi kelepçe li dar xist. Çalakvanan xwest siyasetmedarên kurd ên girtî serbest werin berdan. Koma ku li ber Parlamentoyê kom bû destên xwe bi kelepçeyên plastîk girêdan û li ber deriyê Parlamentoyê bûne rêz. Di çalakiyê de pankartên bi wêneyên şaredar û siyasetmedarên kurd ên kelepçekirî hatibû amadedikirin bi nivîsa 'Duh Helepçe îro kelepçe', 'Duh DTP, îro BDP, sibê?' hatin vekirin. Her beşdarekî çalakiyê nav, paşnav û wezîfeya siyasetmedarekî kurd ê hatibû girtin hilgirt. Di çalakiyê de belavokên ku rewşa dawî ya terora dewleta tirk vedibêjin jî hatin belavkirin. Her wiha dosyaya ku hatibû amadekirin jî ji rayedarên Parlamentoyê re hate pêşkêşkirin.
Di dema çalakiyê de Lîderê Partiya Çep Lars Ohly û Parlamenter Jakob Johansson û Amineh Kakabaveh beşdarî çalakvanan bûn û destek dan wan. Serokê Partiya Çep a Swêdê Ohly destnîşan kir ku bi tu awayî zexta li ser siyasetmedarên kurd nayê qebûlkirin û ji ber xemsariya heyî Yekitiya Ewropayê û Partiyên Swêdê rexne kirin. Ohly bang ji bo nîşandana helwestê ya li hemberî kirinên dewleta tirk jî kir. STOCKHOLM - ANF

No comments:

Post a Comment