Wednesday, January 20, 2010

Zext û zordarî nikare me asteng bike


20/01/2010

CELAL CEYLAN

Min demeke dirêj li herêma GAP’ê çend salan bi gel re kar kir û berpirsyarî girt ser milê xwe. Ez dixwazim piştî cûntaya faşîst a 1980’an cara ewil çîroka hatina sê hevalan bêjim. Sala 1988, dem payîz bû. Saet yekê şêvê bû, çawa ez ji xewê hişyar bûm, li derve bavê min û hinek mirov dipeyivîn û dibêjin mala hevalê Celal ev e. Min got qey xewn e, ji ber di sala 1980’yan de cûntaya faşîst ya leşkerî pêk hatibû wekî ku ez li tiştekî digeriyam û min dîtibû.
Bavê min got hûn kî ne, got “em heval in” û got “Em Apocî ne”. Bavê min got “Ma Apocî xilas bûn ji ber ku em nizanin hûn ew in an leşker in” got “Na apo, em Apocî ne, em hevalên Celal in, vir mala Celal e”. Bavê min jî got “Rast e û ji ber dijmin demekê digotin xilas bû lê derew e, hûn Apocî ne”. “Rast e apo em heval in, em gerîla ne ji ber navê hevalê Celal bi me re ye, yê rastîn em hevalê Celal in, em şervan in.” Di sala 1978’an de ez wekî welatparêzekî ketim nav kar û ketim nav tevgerê. Ez, demeke dirêj bi gel bi hev re man.
Me li heman heremê bi hev re xebat kir. Wê demê rewşa awarte hebû. Zextên li ser gel wekî ekîba Suleyman Demirel û Tansu Çiller û Dogan Gureş û Unal Erkan û Mehmet Agar gladioya tirk, kontrgerîla, JÎTEM, hizb-î kontra û wekî îtirafkar Hogir û Aygan, Cem Ersever û Hemît Yildirim yanî Dijwar û Îbrahim Şahîn û Ali Kaya wekî kujerên Apê Mûsa û Vedat Aydin û gelê kurd ji rojhilatê Firatê pêvajoya qirkirinê, şerê qirêj bi taybetî li Kurdistanê jiyan li mirovan herimandibûn. Wê demê çawa derbas bû ez dizanim, rewş pir dijwar bû. Rêxistina tevgera azad jî pir xurt bû, lê gelek mîlîs dihatin girtin û ji aliyê kontrgerîla ve dihatin kuştin. Ji bo ciwanan tenê riyek hebû tevli hêzên gerîla bibin û dibûn.
Girtîgeh tijî kurd bûn, dozgerê leşkeriyê ku bûn welatparêz winda dibûn. Wê demê djimin wiha digot: “Tiştên pîroz ev in, Quran, ala tirk û leşkerên tirk pîroz in. Yên van nepejirîne li gorî şerîatê kuştina wan ferz e, helal e û serbest e. Rewşeke wiha hebû û ez heta sala 1992’yan ketim zîndanê. Bi hezaran mirov jli cem me dibirin, winda dikirin, mirovên bêguneh neketibûn çalakiyan, me bi hev re xebat kiribû. Wekî siyasî li Wêranşerê avakirina DEP’ê wekî rêvebir û wekî em bi wan hevalan re me kar kir û pir însanên xwîngerm, dilovan bûn. Bi hin aliyên xwe mîna mêrxas bûn û welatparêz bûn, çendî jî û gelekî girêdayî rêxistinê û gel bûn.
Her çendî ji aliyê civakê wekî bîr û bawerî bûn, ji ber vê dewletê nerehetiyên ji wan hebûn û jê ditirsiyan. Lê pir bi israr bûn ji bo nakokiyê di nava gel de destûr nedidan lê derdorê nebaş pir israr dikir û destûra xwe derdixist. Ji bo nakokiyê nav gel de û li ser gel israr dikir deqîqeyên dawî, di nav gel de cihê xwe digirtin, zehf dihatin naskirin.
Hem ji aliyê civaka jin û hem jî ji aliyê civaka mêr de. Bala mirov diçû ser, derûdor bi xwe dihesand, dihate dîtin. Li ser gel jî bandora mezin çêdibû. Lê em gelek caran bi gel re di nav xwe de diaxivîn, bi taybetî tu pirsgirêkên xwe û nakokiyên xwe ku ji her kesî re nedigotin, lê dîsa bi gel re parve dikirin. Li ser çûn û hatina deran li ser demê, em bigihêjin deveran rojên li ser riyan, piştre bi şev û roj gel agahdar bikin em di serê riyan de bûn. Em gelekî bihêz bûn. Bi coş bûn, pir bi daxwaz bûn. Lê dijmin jî çi tiştê jê dihat dikirin.
Em bi bawerî bûn, lê îro ji berê dijwartir e û astengên zext û girtin û li kolana kuştin û mirovahî bi erdê re tên kaşkirin. Îslamiya kurd a AKP’ê ya derewker bi kartên yên wekî kujerên Meraşê, Abdulkadir Aksu, Huseyin Çelik, Mîr Dengîr Firat û wekî ekîba Suleyman Demirel, Erdogan û Başbug û Haşim Kiliç wekî sîstema Susurlukê bi navê îslamî raya giştî û kurdan dixwazin bixapînin.
Yek al, yek milet, yek dewlet yên ku napejirinin yan terk bikin yan jî kuştina wan serbest e. Ji bo tasfiyekirina tevgera azad neteweperestiya îslamî ya AKP’ê pirsgirêka gelê kurd wekî terorê dibînin û her roj şehîd û şehadet mirov bi rojan nikarin ji bîr bikin.
Ligel van zext û zordariyan gelê kurd çawa ew salan gihandin roja îro û her destkeftiyên xwe zêdetir kirin, îro jî dê vê sitemkariya dewletê û hikûmeta AKP’ê pûç bikin. Destkeftiyên xwe yên heyî zêdetir bikin û bigihîjin azadiya xwe.

No comments:

Post a Comment