Tuesday, January 19, 2010

Li dayikên kurd xwedî derkevin

19/01/2010

Çend roj berê min li Roj TV’ê temaşe dikir, di dîmenên dayikên aştiyê yên di sala 2006’an de ku li Amedê di bin jopên polîsên Tirkiyeyê de hate bîra min. Lê dîmenên vê carê ne yên paytexta Kurdistanê Amedê bûn, dîmen yên rojavayê Kurdistanê bajarê Helebê bûn. Her çend ev bûyer li cih û demên cuda yên welat be jî, lê mixabin yên dilşewat û mexdûr dîsa dayikên me kurdan bûn.
Dewleta Sûriyeyê li rojavayê Kurdistanê, bi kiryarên xwe yên hovane têr nebû edî dest avête ‘ezmûn û tecrûbe’yên dewleta Tirkiyeyê jî. Hêzên Sûriyeyê êrîş birin ser girseya ku ji bo merasîma îlana 3 şehîdên Tevgera Azadiya Kurd civiyabûn û dayikên kurd dane ber dar û jopan. Polîsên Sûriyeyê yên ku bi şovenîzma rêjîma Baasê ‘terbiye’ bûne, dayikên kurd di bin piyan û jopên xwe de hiştin. Li bajarê Helebê dayikên kurdan, merasîma îlana 3 şehîdên azadiyê li dar dixistin. Lê careke din polîsên rêjîma dagirker a Sûriyeyê li hestên dayikên dilşewat tehemûl nekirin û mudaxele kirin.
Mebesta polîsên Sûriyeyê ji êrîşan tirsandina gelê kurd e. Dewleta Sûriyeyê bi peymana stratejîk a di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de, bi Tirkiyeyê re kete nava pêşbaziya înkarkirina gelê kurd. Ji bo ku Sûriyeyê sedeqeta xwe ji Tirkiyeyê re nîşan bide, bi hemû lêza xwe ve polîtikaya qirkirina kurdan daye ber xwe. Netehemuliya rêjîma Sûriyeyê ji tilîlî û hestên dayikan re, encama têkiliyên Sûriye û Tirkiyeyê ye. Êrîşên Sûriyeyê li ser dayikên şehîd û gerîlayên azadiyê, ji bo Tirkiyeyê peyam e. Yanî ji Tirkiyeyê re tê gotin ku tu çendî kurdan bikujî û biçewisînî, em ê piştgiriyê bidine te. Ev peyama qirkirina kurdan a Sûriyeyê di serdana Beşar Esad a Tirkiyeyê de, bi zelalî hatibû dayîn. Êrîşa dawî jî nîşana vê yekê ye.

ÇIMA BÊDENG DIMÎNIN?
Piştî bûyera roja sêşemê ya ser dayikên kurd, xala herî girîng ku pêwîst e mirov li ser rawest e, ew e ku gelo çima li hemberî êrîşên dewleta Sûriyeyê em kurd bêdeng dimînin? Dewleta Sûriyeyê ji bo ku polîtikaya xwe ya înkarê bi ser bixîne, hem li derve, hem jî li hundir lihevhatin pêkanî. Lê çima em nikarin hêza xwe ya cewherî derxînin holê û yekitiya kurdan nîşan bidin? Her wiha çima em nikarin coş û heyecana bakurê Kurdistanê ji xwe re bikin ezmûn û bi yek helwestê sekna xwe nîşanî dagirkeran bidin? Ev hemû pirsên girîng in ku pêwîst e her ferd û her rêxistinek li rojavayê Kurdistanê ji xwe bike û bersiva wan bide. Pêwîst e aliyên siyasî yên ku qaşo bi navê kurd siyasetê dikin ji xwe bipirsin: Gelo çima du welatên dagirker li ser Kurdistanê dibine yek û peymanan mohr dikin lê em nikarin yekitiya xwe saz bikin?
Riya rizgariya ji zilma rejîma Baasê û zextên rayedarên dewletê, di yekitiyê û xwedîderketina li nirxên pîroz re derbas dibe. Xwedîderketin li dayikên kurd, bi têkoşîn û çalakiyên demokratîk re derbas dibe. Ancax bi çalakiyên demokratîk û têkoşîna Parastina Rewa, em ê bikaribin dewleta tirsê rejîma Sûriyeyê bînin rayê.
Navenda Lêkolînên Stratejîk a
Kurdistanê

No comments:

Post a Comment