Wednesday, January 20, 2010

Kedkarên tenduristiyê xwestin 'Pêşnûmeya Zagona Tevahiya Rojê' paşve bikşînin

Kedkarên tenduristiyê xwestin 'Pêşnûmeya Zagona Tevahiya Rojê' paşve bikşînin
Kedkarên tenduristiyê bi armanca "Pêşnûmya Zagona Tevahiya Rojê" ku li meclî dê bê niqaş kirin şermezar bikin li gelek bajaran çalakî pêk anîn. Kedkarên tenduristiyê li Amed, Sêrt, Dêrsim, Enqere, Mêrsîn, Edene û Îzmîrê neçûn ser kar û pêşnûmeya zagonê şermezar kirin.

SÊRT

Odeya Tabîpan a Sêrtê, bi daxuyaniyekî nivîskî bal kişan de ser pirsgirêkên tendûrstiyê û yên tipê yên li Tirkiyeyê. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku zagona di rojeva TBMM'ê de û çav lêne ku îro bê erêkirin a 'Pêşnûmeya Zagona Tevahiya Rojê' ji aliyê tu saziyên tenduristiyê ve nehatiye hatiye erînîkirin û wiha hate gotin: "Em dizanin ku tu zagonên tendûristiyê bêjî xebatkarên tendûristiyê jiyanê nabîne. Em jî ji bo mafên xwe bînin ziman û biparêzin çalakiya 'ji bo çalakiy tevahiya rojê kar berdan' dikin û piştgiriyê ji hemû kesî dixwazin."

EDENE

Odeya Tabîban a Edeneyê, Şaxa SES'ê ya Edeneyê û Şaxa Dev-Saglik Îş'ê ya Çukurovayê li ber avahiya Nexweşxaneya Zanîngeha Balcaliyê ya Çukurovayê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê xebatkarên tendurustiyê cilên ku serm "Tendurustî maf e" û "Ji performansê re na" li xwe kirin û diruşmeyên wekî "Em koletiya bi pere naxwazin, "Ji zagona mesaiya ji bo hemû rojê re na" û "Tendurustî maf e nayê firotan" berzkirin. Çalakî bi axaftina Serokê Odeya Tabîban a Edeneyê Riza Mete bi dawî bû. Endamên KESK, DÎSK û TMMOB'ê jî piştgirî dan çalakiyê.

ÎZMÎR

Odeya Tabîban a Izmirê, Odeya Dermanfiroş, Odeya Bijîşkên Diranan, Şaxa SES'ê ya Izmirê, Komaleya Psikologên Tirkiyeyê, Komaleya Hemşireyên Tirkiyeyê, Saglik Îş a Yekbûyî, Komaleya Mafên Nexweşan, Komaleya Pratîsyenan, Komaleya Bijîşkên Parastinê û sazî û dezgehên sivîl ên Îzmirê li ber avahiya Nexweşxaneya Zanîngeha Egeyê daxuyaniyeke dan. Daxwuyani bi axaftina Serokê Odeya Tabîban a Îzmirê Suat Kapler bi dawî bû.

DÊRSÎM

Li Dêrsîmê jî Pêşnumeya Zagona Tevahiya Rojê hate şermezarkirin. Kedkarên tendûristiyê yên ku li ber Neweşxaneya Dewletê ya Dêrsîmê civiyan rêveberiyên BDP, EMEP, ESP û Egîtîm Sen'ê jî piştgirî dan wan. Sendîqavanan derbarê Zagonê de skeçek bi çûk lîstin û li ber dawil û zirneyê govend gerandin. Endamên sendîqayan, panqarta "Bila Pêşnûmeya Zangona Tevahiya Rojê dizûtirîn demê bi paşve bê kişandin. Ji bo xebatên di nava demokrasiyê de jî misogeriyek mayînde û bingehîn bidin. Cihê karê bi tendûristî û bi ewlehî bê avakirin, bila ji tendûristiyê pere alîkarî-beşdariyê bê betalkirin û xebata li gorî performansan jî bê bidawîkirin." bilind kirin. Kom, ber bi Midûriyeta Tendûristiyê ya Dêrsîmê ve meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên "AKP rahêle zagona xwe û li serê xwe bide", "Bijî biratiya gelan" û "Mafên tendûristiyê nayên astengkirin" avêtin. Endamên sendîqayan ên ku hatin ber Midûriyeta Tendûristiyê ya bajar daxuyanî dan çapameniyê. Li ser navê komê Serokê Şaxa SES'ê Alîşer Tumar, polîtîkayên Hikûmeta AKP'ê yên tendûristiyê rexne kir.

ENQERE

Li Enqereyê jî endam û nûnerên TTB, SES û gelek saziyên din ên tenduristiyê dest ji kar berdan. Li Enqereyê li gelek nexweşxaneyan ji bilî beşên lezgînî beşên din kar nekirin. Kedkarên tenduristiyê ku li ber Nexweşxaneya Haccettepe li hev kom bûn çalakî pêk anin. Karkerên TEKEL'ê jî devê xwe band kirin û piştgirî dan sendîqayên tenduristiyê. Koma ji kedkarên tenduristiyê û karkerên TEKEL'ê pêk dihat, piştî xwest heta ber Wezareta Tenduristiyê bimeşin li ber Parqa Abdî Îpekçî rastî astengiya polîsan hatin. Çalakvanan di meşê de pankartên "Zagona tevahiya rojê bi paşve bikşînin" vekir. Ji ber ku polîsan destûr neda meşê li ser navê komê Seroka Giştî ya SES'ê Bedriye Yorgun, polîtîkaya Hikûmeta AKP'ê ya tenduristiyê rexne kir û diyar kir ku ew bi vî rengî vê zagonê qebûl nakin. Yorgun, da zanîn ku dixwazin bi vê zagonê kedkaran bikin koleyên xwe. Sekreterê Giştî yê TTB'ê Dr. Erîş Bilaloglu jî xwest vê zagonê bi paşve bikşînin û li gorî daxwazên wan tev bigerin.

AMED

Li Amedê jî Odeya Tabîban a Amedê û Şaxa SES'ê ya Amedê daxuyaniyek hevbeş da çapemeniyê. Kedkarên tenduristiyê, li ber Nexweşxaneya Dewletê daxuyanî dan çapemenyê. Di daxuyaniyê de nûner û rêveberên Odeya Tabîban, SES, Odeya Dermanfiroşan, Odeya Bijîşkên Diranan, Odeya Bêtaran û gelek saziyên din amade bûn. Komê di daxuyaniyê de dirûşmeyên "Êrîş me bêzar nakin", "Em dê bi berxwedanê biser bikevin", "Ne ji şer re, ji tenduristiyê re butçe", "Rêveberî îstîfa bike", "Serkeftin dê ya kedkarên berxwedêr be" berz kirin.

MÊRSÎN

Li Mêrsînê jî endam û rêveberên Odeya Tabîban û SES'ê li Nexweşxaneya Zanîngeha Mêrsînê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de nûner û rêveberên Odeya Tabîban, SES, Odeya Dermanfiroşan, Odeya Bijîşkên Diranan, Odeya Bêtaran û gelek saziyên din amade bûn. Di daxuyaniyê de polîtîkayên hikûmetê hatin şermezarkirin.

No comments:

Post a Comment