Tuesday, January 19, 2010

‘Siyaseteke piralî divê’

19/01/2010

Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Zekî Şengalî destnîşan kir ku, bi qasî Kurdistanê, li rojhilat jî pirsgirêk hene û got: “Pirsgirêkên kurdan ne tenê etnîkî ye. Lewre wekî pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê tê dîtin. Ji ber ku ev pirsgirêk ji cotkariyê bigirin, heta tenduristî, perwerdehî, xizanî, betalî, parastina xwezayê û hwd… piralî ye.
Zekî Şengalî, diyar kir ku pêvajoya ‘berlêvekirinê’ ya desthilatdariya AKP’ê, tesfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd e û got: “Armanc têkbirina rêxistiniya kurdan e, lewre li dijî PKK’ê û Rêber Apo propagandayê dikin. Bêguman kurd dibînin ku armanca dewleta tirk berfireh e û li dijî gelê kurd teva ye. Her çiqas xwe nêzîkî hêzên başûrê Kurdistanê bikin jî, dixwazin Tevgera Azadiya Kurd, bikin taştê, piştre hêzên Başûr jî wê bibin xwarina firavîn. Yanî piştî PKK’ê, tevahiya kurdan dê werin tesfiyekirin.”
Zekî Şengalî, bal kişand ser siyasetên AKP’ê yên piralî û got ku, wan dixwest DTP’ê jî bikin nava pêvajoyê û li dijî Tevgera Azadiya Kurd bi kar bînin, yanî nakokiyê bixin navbera kurdan û parçe bikin.

72 MILYON GEL...
Zekî Şengalî da zanîn ku ev siyasetên klasîk in û got: “Hevdîtina DTP’ê ya bi Erdogan re jî siyasî bû. Ne ji bo naskirina îradeya siyasî ya gelê kurd, ji bo tevlî pêvajoya tesfiyekirinê bikin bû. Gotina, ‘muxatab 72 milyon gel e’ bi vê armancê tê gotin. Dixwazin xwe nûnerê her kesî nîşan bidin û muxatabên eslî manîpule bikin.” Zekî Şengalî da zanîn ku DTP bi erêniya Amerîkayê hate girtin û armanc jî jiholêrakirina temsîliyeta siyasî ya gelê kurd bû. Piştre jî dê terorîzekirina gelê kurd dest pê bike.
Zekî Şengalî wiha dewam kir: “Du ramancên desthilatdariya AKP’ê û dewleta Tirkiyeyê hene. Yek, bi tu awayî qebûl nekirin hebûna gelê kurd e. Ev bingeha felsefeya damezirandina Komara Tirkiyeyê ye. Sedema ku Erdogan dibêje yek al, yek dewlet, yek milet, yek ziman ev e. Bi vî rengî kurdan wekî paşverû, çete û cihêxwaz nîşan didin. Dewlet, bi vî rengî ji pirsgirêkên bingehîn dûr dikeve û dibe alavê zext û zor û kuştinê. Duyemîn jî ew e ku, piştî têkoşîna bi dehan salan Tirkiye ketiye duryanekê û nikare biryarê bide. Dewlet, di erêniya îradeya siyasî ya kurdan, di nava zorê de ye. Heya ji wan tê, erêniyeke derî îradeya gelê kurd derdixin pêş. Kurdên xwe dixwazin.”

‘ARMANC NEGUHERIYE’

Zekî Şengalî got ku, Tirkiyeyê bi zihniyeta netew-dewleta kujer tevdigere û her demê, daxwazên meşrû yên gelê kurd di rengê cihêxwazî, serhildêr û terorê de bi nav dike û ji bo komkujiyên xwe bingehî amade dike. Doh jî îro jî heman siyasetê dimeşîne.
Zekî Şengalî got ku, pêwîst e kurd, ji bexîlî û pûçbûna hestên xwe yên têkildariya bi dijmin û hêzên dagirker re xelas bibin. Ji ber ku ev bargiraniyeke dijwar li ser milê gelê kurd deyne û dike bin tunebûnê. Têkoşîna dibin pêşengiya Rêber Apo de, aliyekî giring ê zihniyeta xerab a kurd kuşt, lê bi tevahî ji holê ranebûye.

AKADEMIYÊN SIYASÎ
Zekî Şengalî giringiya Akademiyên Siyasî jî vi van gotinan anî ziman: “Akademî wê kadroyên siyasî û pêşengên siyasî debrixe meydanê. Ji ber kud ewleta nûnerên gel bi awayekî berdewam digire û gel bê semyan dihêle. Akademî wê valahiyan dagire. Akademî wê bibin wargehê giyanê nû û têgihiştinê. Hingî, gelê Kurd wê ji bin kontrola siyaseta fermî rizgar bibe. Eger Kurd di aliyê rêxisitnî û sazkairya Akademiyan de serkeitnê bideswtbixin, hingî gung, tax, qahwexane, klan, bax û baxçe jî wê bibin wargehên siyasî û şopandina edalet û mafan.” ANF

No comments:

Post a Comment