Thursday, January 21, 2010

ŞAREDARÊ ÎDIRÊ NÛRÎ GUNEŞ HAT BINÇAVKIRIN

ŞAREDARÊ ÎDIRÊ NÛRÎ GUNEŞ HAT BINÇAVKIRIN

Dewleta Tirk êrîşên xwe yên li dijî îradeya gelê Kurd de dewam dike.

Şaredarê Îdirê Mehmet Nûrî Guneş hate binçavkirin...

Li Batman û Bazîdê jî di encama serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin.

DEWLETÊ LI DIJÎ KURDAN ŞER ÎLAN KIR
ŞAREDARÊ ÎDIRÊ NÛRÎ GUNEŞ HAT BINÇAVKIRIN

Polêsa îro danê sibê bi ser şaredariya Îdirê û mala şaredar Mehmet Nurî Guneş de girt.

Di encama serdegirtnê de şaredarê Îdirê yê BDPyî Mehmet Nûrî Guneş hate binçavkirin.

Sedema serdegirtinan nehat zanîn.

Li navçeya Amedê, Farqînê, di encama serdegirtina bi ser malan de, 4 kes hatin binçavkirin..

Li Batmanê jî, polêsan îro berê sibê bi ser gelek malan de girt.


LI BATMAN, AMED Û BAZÎDÊ BI DEHAN KES HATIN BINÇAVKIRIN
Di encamaê de di navê de xebatkara buroya Batmanê ya rojnameya Azadiya Welat Denîz Kiliç jî di navê de bi dehan kes hatin binçavkirin.

Polêsan avêt ser mala xwendekaran a Batmanê jî û li vir jî lêgerîn dewam dikin.

Li navçeya Agiriyê Bazîdê jî polêsan bi ser gelek malan de girt û gelek kes kirin binçavan.

Ji binçavkiriyan yên navê wan hat zanîn ev in:

Rêveberê BDPê Ahmet Înan, xebatkarê şaredariyê Mehmet Bubilik, endamê meclîsa şaredariyê Burhan Karatay, Mustafa Karatay, Midûrê karê av û kanalîzasyonê Yusuf Söğüt, Mehmet Tunç, keyayê taxa Yenî Hasan Tuncer û endamê meclîsa giştî ya bajêr Kanan Alkan.

Li aliyê din polêsan bi ser mala xebatkara rojnameya Azadiya Welat Nevîn Erdemîr a li navçeya Amedê Baxlarê de girt.

Hat zanîn ku di encama serdegirtinê Nevîn erdemîr hatiye binçavkirin.

No comments:

Post a Comment