Thursday, January 21, 2010

Hêviya wan ji ‘Modela Viyanayê’ tune


21/01/2010

Saziyên jinan û hiqûqnasên jin ên Amedê diyar kir ku hêviya wan ji ‘Modela Viyanayê’ tune ye. Jinan da zanîn ku ji hêla Wezareta Dewletê ya Berpirsiyarê Malbatê ve li dijî şîdeta li hemberî jinê li stargehan dê ‘Modela Viyanê’ bê pratîzekirin û lê dê ev tişt jî wekî qanûnên ku hatî derxistî nayê pratîzekirin.
Wezareta Dewletê ya Berpirsiyarê Malbatê ji bo parastina jinên ku bûne mexdûrên şîdetê Modela Viyanayê pratîze dike. Wezaret daxwaz dike ku vê modelê li 52 stargehan pratîze bike. Her wiha li gorî Modela Viyanayê; mêrên ku şîdetê pêk anîne û ji malê hatine dûrxistin bên şopandin. Jinên ku bûne mexdûrên şîdetê nebin qereqolê û bibin ‘Îstasyonên alîkariyê yên destpêke’ li vir bên parastin. Li gorî vê modelê êdî bi xizmet û stargehan re şaredarî mijûl nabin. Her wiha dê Wezareta Karên Hundir û Wezareta Berpirsiyarê Malbatê dê bi budçeya wê re eleqedar bibe. Xebatên wê dê bi dezgehên civakî re bi koordîne bixebite.

PRATÎZE NAKIN
Ozlem Ozen a berpirsiyara Navenda Sepandin û Lêkolîna Pirsgirêka Jinan a Amedê (DÎKASUM), destnîşan kir ku ji bo parastina jinê li Tirkiyeyê gelek qanûn hatine derxistin û wiha got: “Qanûna 4320 hate derxistin. Li gorî qanûnê mêrên ku şîdet bi kar tînin dê 6 meh ji malê bê dûrxistin û malbat ji hêla dewletê ve bê parastin. Lê heta niha ev qanûn ji hêla polîs, dozger û dadgehe ve kêm hate pratîzekirin. Mêrên ku ji malê hatî dûrxistin, dîsa nêzî mal dibe û çend gilî jî bê kirin polîs berpirsiyariya xwe bicih naynin.”

PERWERDEHIYA POLÎSAN
Ozen, diyar kir ku li dijî şîdetê ji bo 40 hezar polîsan perwerdehî dê bihata dayîn, lê heta niha helwesteke wisa pêk nehatiye. Ozer, daxuyand ku divê di beşên ewlehiyê de ji bo jinên ku bûne mexdûrê şîdetê maseyên taybet bên vekirin û divê rayedar gotinên xwe pratîze bikin. Ozer, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa stargehan û daxuyand ku çend model tên bila bên heke ser neyê sekinandin û neyê pratîzekirin sûde nade tu kesî.

POLÎTÎKAYÊN DEWLETÊ
Endama Lijneya Rêveberiya SELÎS’ê Harîka Peker, jî bal kişand ser kêmasiyên qanûn û xebatên ku ji bo jinê tê kirin.
Peker, daxuyand ku Modela Viyanayê dê wekî modelên din be û û wiha got:
“Li hemberî şîdeta ser jinê polîtîkayên dewletê nîne. Qanûnên wekî, parastina malbatê, tê wateya parastina zîhniyeta serdest. Li gorî me heke Wezerate Dewletê, sazî û dezgehên jinan re xebateke hevpar pêk neyne serkeftî nabe”

XEBATÊN HEVPAR

Ji parêzvanên ÎHD’ê Muzeyyen Nergîz, da zanîn ku li Viyanayê kar û barên fermî ji hêla polîsan ve tê kirin, lê li Tirkiyeyê kar û barên fermî ji hêla dadgeh ve tê kirin. Nergîz, destnîşan kir ku divê Wezareta Dewletê ya Berpirsiyarê Malbatê sazî û dezgehên jinan re hevpar bixebite û alîkariya aborî bide. Nezgîz, got ku li Midûryetên Ewlehiyê de divê beşên taybet ên jinê bên vekirin.
Bêrîvan Duman (17), diyar kir ku agahiya wê ji wê modelê nîne. Duman, daxuyand ku divê dewlet bi qanûnên xwe jinê li hemberî şîdetê biparêze. Li gorî Bêrîvan Dumanê şîdet bi perwerdehiyê bê çareserkirin. AMED - DÎHA

No comments:

Post a Comment