Tuesday, January 19, 2010

Meclîsa Şehîdên Kurdistanê ava bû

19/01/2010

Bi hezaran malbatên gerîla û windayan ku ji deverên cur bi cur ên Ewropayê li Dortmunda Almanyayê civiyan Meclîsa Şehîdên Kurdistanê û Malbatên Windayan ava kir. Meclîs ji 55 endaman pêk tê. Yek ji armancên meclîsê ew e ku mijara windayan bibe ber DMME’yê.
Malbatên gerîla û windayan ku ji welatên wekî Fransa, Almanya, Holanda, Swîsre û Belçîkayê hatin û li Dortmundê li hev civiyan, Yekemîn Konferansa Malbatên Windayan û Şehîdên Kurdistanê li dar xist. Di konferansê de ji malbatên şehîdan Herbijî axaftinek kir û got: “Tevgera Azadiya Kurdistanê di nava salên dirêj de riyên berxwedanê vekirin. Têkoşîn hê jî dawî nebûye. Di nava 200 salên dawî de gelek xwîn hate rijandin. Me zarokên xwe windakirin. Lê em negiriyan. Tim me hesaba windayiyên xwe pirsî.”
Gerîla gazî Hozan jî di axaftina kirî de wiha got: “Di dîrokê de neyê nivîsîn jî, navê wan neyê zanîn jî li Kurdistanê her kevir, her dar bûye şahidê destaneke azadiyê. Her kes baş dizane ku navên zarokên ku îro li Kurdistanê bi keviran şer dikin Egîd, Bêrîvan û Çekdar in. Egîdên me yên biçûk hene. Neyar ji ber hindê mecbûr ma ku kurdan binase.”
Di konferansê de peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, KCK’ê, KONGRA GEL û CDK’ê hatin xwendin.
Di konferansê de ji wêneyên şehîdan ên ku malbatan bi xwe re anî bûn pêşangeha şehîdan hate vekirin. Di salonê de posterê Ocalan û ala KCK’ê hate daliqandin. Serokê KNK’ê Alî Yîgît, Parlamentera PE ya berê Feleknaz Uca, Nivîskar Medenî Ferho û Maşallah Ozturk, Parlamenterê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer û Serokê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Mela Şerîf jî wekî mêvan beşdarî konferansê bûn.
Di encama konferasê de Meclîsa Şehîdên Kurdistanê û Malbatên Windayan a ku ji 55 kesan pêk tê, hate avakirin û ev biryar hatin girtin:
-Meclis 6 mehan carekê dê konferasekê pêk bîne.
-Dê lîsteya malbatên şehîdan bê derxistin.
-Ji bo malbatên windayan dê malperek bê sazkirin.
-Dê buroyek bê sazkirin.
- Ji bo ku aqûbeta windayan bê zelalkirin dê hevkarî bi saziyên navneteweyî re bê kirin û mijara windayan dê bibin ser Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). ANF

No comments:

Post a Comment