Tuesday, January 19, 2010

Bi rêxistinbûnê xebatên xurt pêk tên


19/01/2010

Jinên kurd li Tirkiyeyê di qada siyasetê de roleke gelekî girîng dilîzin. Jinên kurd li Tirkiyeyê pêşengiya siyaseteke demokratîk dikin. Di nav 10 salan de jinên kurd hem di rêveberiya herêmî de û hem di parlamentoyê de xebatên girîng kirin. Bi taybetî di xebatan de rola rêveberiyên herêmî gelek girîng e. Di salên dawiyê de rewşa jinan a di rêveberiyên herêmî de çawa bû, çi kirin girîng bû. Demên dawiyê li ser girîngiya rêveberiyên herêmî disekinin.
Tu carî ji bo kurdan hilbijartin asayî derbas nebûn. Ligel van tiştan dîsa jî jin aktîf rol û mîsyona xwe di qada siyasetê de list. Jin bi rihetî tevlî hilbijartinên herêmî nebûn, ji ber ku şert û mercên jinan li gorî mêran zehmetir bû.
Di hilbijartinên herêmî de jin ligel hemû zehmetiyan serkeftinek bi dest xist. Sedemên wê serkeftinê giredayî çand û siyasetê ye. Ligel hemû zextan dîsa gelê kurd lêgerîna xwe domand û bersiva xwe da. Di qada siyasetê de kurd û bi taybetî jinên kurd ligel zehmetî, zext û zordariyan tecrûbeyeke wan a mezin heye. Lê ev tecrûbe terê nake û divê xebatên xwe di hêla şaredariya azad û rêveberiya herêmî de bêtir xurt bikin.

LI DIJÎ SIYASETA SERDEST
Bajar hêj dema Sûmeran de avabû û heta îro pêşket û hat. Bi avabûna bajaran taybetiyên civaka xwazayî ji holê rabû. Bajar bû cihê pirsgirêkên civakê. Bajar bû amûra serdestiyê a dewletê. Lê gel di nav bajaran de xizan bû û birçû bû. Êdî navê welatiyê bû, xizmetkarê sermayê. Ji ber wê sedemê DTP’ê bi wê dirûşmê derket û xebatên xwe di vê çarçoveyê de domand. Jinên kurd daxwaz dike ku bi siyaseteke demokratîk nêrînên serdest a 5 hezar salan ji holê rake.

BÊ TECRÛBE BÛN
Lê hewldanên siyasetmedarên kurd têrê dike an na? Divê niha kijan rêbazê bikar bine ku bêtir serkeftî be. Kar û barê şaredarên jin gelek zehmetê, ji ber ku jiyana bajar li gorî zîhniyeta mêran hatiye avakirin. Siyasetmedarên jin ên kurd bi azadiya jinê bajarên jin biafirîne. Bi giştî şaredarên jin li Tirkiyeyê bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Ji bo jinan qadek nû bû rêveberiya herêmî û tecrûbeyên wê nîn bû.
Li gorî zîhniyeta serdest şaredarî li gorî çarçoveya şaredariya dewletê hewl bide û kar û barê dewletê sivik bike, li gorî hewcedariyên gel xwe neafirandiye. Şarêdarî bêtir bûye deriyê rantê, ev tişt tu carî xizmetê neda gelê kurd û hewcedariyên wan bi cih neanî.
Jinên kurd bi têkoşîn azadiyê ya 30 salan xwe anî merheleyeke girîng û êdî gel baveriya xwe jinê anî. Hêviyên gel zêde ne. Şikandina terza ku di rêveberiyên herêmî de bi cih bûye zehmete. Terza yektîpbûn, deshilatar di rêveberiya herêmî de li pêş e. Li Kurdistanê her tim di rêvberiyên herêmî de axa û şeyx hebûn. Ev tişt ji bo jinan gelek zehmet bû.

RÊXISTINBÛNEKE XURT
Têkoşîna jinan li hemberî wan zîhniyetan gelek zehmet bû. Jinek tenê nikare li hemberî wê zîhniyetê têbikoşe. Bi rêbazên berê çareserî nabe û tişt nayên guhertin. Li dijî wê zîhniyetê dibê xebatên hevpar û hewldanên hevpar hebin. Bi rêxistinbûna şaredarên jin dê dengek xurt derkeve holê û her wiha xebatên serkeftî derkeve. Di vê qadê de rêxistinbûna jinan qelse. Jin hêj rengê xwe yê taybet û cudabûna xwe nîşan nedaye.
Dîsa Tevgera Jinan a Kurd jî di vê qadê de rêxistinbûnê xurt nekiriye. Çend xebat û rêxistinbûnên terorîk û pratîk hebin jî qels e. Ji bo xebat, pratîk û guherandina zîhniyetê bernameyên perwerdehî kêm hatin amadekirin. Xebat tenê di asta şaredar û endamên meclîsa şaredariyê de bi sînor ma. Ji bo xebateke pêşketî divê xwe ji rolên cinsiyeta civakê rizgar bikin û xwe ji nêzikatiyên klasîk rizgar bikin. Tenê vekirina qadên xizmet û perwerdehiyê terê nake. Jinên ku di rêveberiyên herêmî de cih digirin divê xwe di her hêle de perwerde bike û bibe bersivên pirsên gel.
Piştî ku jinên kurd bûn parlamenter jî kar û barê şaredarên jin sivik bû. Ji ber ku êdî şaredar tenê ser qada xwe hûr bibe. Ji bo jin xwe di qada rêveberiya herêmî de nîşan bide divê rêxistineke xwe ya xwaser avabike. Ji ber ku kesek nikarê li hemberî zîhniyeta serdest a bi salan şer û bike û têbikoşe. Heta ku di rêveberiyên herêmî de lijneyên projeyan, dildarên perwerdehiyê û di her beşan de şêwirmendî nîn bîn dê xebat zehmet be. Ser xebatên rêveberiyên herêmî gelek civîn, konferans û xebat tên kirin lê ev tişt tera neke divê hem teorî û hem jî pratîk bi hevrê bê meşandin.
Dîsa di rêvberiyên herêmî de tişta herî girîng xizmetên ku ji bo jinan tê dayîn. Ji bo xizmetek baş dibistana welatiyên azad û demokratîk girîng e. Tecrûbeyên ku bi salan hatî bidest xistin divê ji holê winda nebin. Şaredarî heke wekî dibistan bê dîtin, hemû kes dê bighije bersivên pirsên xwe. Şaredarî ne tenê pirsgirêkên av, rê, kar û barên îmarê re mijûl bibe, divê girîngiyê bide xebatên civakê û çandî jî. Her wiha bi xizmetên xwe dê newekheviya di nav bera jin û mêran de jî holê rake. Şaredarên jin ên kurd bi tecrûbeyên xwe yên bi salan dê xizmete baş bide jinan. Şaredarên jin li herêmên xwe ji bo jinan xebatên cuda cuda pêk anîn. Gelek proje bi alîkariya fonên Neteweyên Yekbûyê pêk hat, lê demdirêj nebû. Hîn kooperatîf êdî nekarî xwe fînanse bike. Ev tişt tê vateya qelsbûna zanetî û tecrûbeyan.

ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN
Gelek caran şaredarî xizmetên birokratîk da û xwe di nav 4 dîwaran de bi sînor kir. Êdî xizmet li benda jinan dima û nediçû cem jinan. Hîn proje li gorî hewcedarî û taybetiya herêman nehate çêkirin û ev tişt bû sedema têk çûne. Ji bo pêşeroja rêveberiyên herêmî kesên bi tecrûbê û zanîstî bên amadekirin. Heke li gorî hewcedariyan xizmet bê dayîn dê encamên girîng bê bidest xistin.
Ji sedî 90 pirsgirêkên civakê bi rêveberiyên herêmî re çareser dibe. Pirsgirêkên perwerdehî, tenduristî û çandî bi bi xebatên şaredariyê dikare bê çareserkirin. ANF

No comments:

Post a Comment