Wednesday, January 20, 2010

HRANT DÎNK HAT BIBÎRANÎN

HRANT DÎNK HAT BIBÎRANÎN

Di sêyemîn salvegera qetilkirina rojnamevanê ermenî Hrant Dînk de doh tevahiya rojê çalakiyên bîranînê li Tirkiye û Kurdistanê hebûn.

Êvarê li Stenbolê meşeke bi meşale bi heman armancê hat lidarxistin.

Li Kocaeliyê jî nûnerên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî meşiyan.
HRANT DÎNK HAT BIBÎRANÎN
LI STENBOL Û KOCAELIYÊ DÎNK BI ÇALAKIYAN HAT BIBÎRANÎN

Çalakgerên Nor Zartonkê doh êvarê ji bo bîranîna Dînk li rawestgeha tramvayê ya Taksîmê kom bûn û ber bi rêya Îstîklalê ve meşiyan.

Çalakgeran pankarta li ser 'em qatil nas dikin, daxwaza me edalet e" nivîsandî hilgirt û sloganên 'dewleta qatil wê hesab bide' û 'ji rikê faşîzmê re tu birayê min î Hrant' gotin.

Paşê li meydana Galatasarayê daxuyaniya çapemeniyê bi ermenîkî û tirkî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin heta ku kuştinên tarî neyên rohnîkirin wê kes rehet neke û ew ê serê xwe li ber hewldanên tepisandinê netewînin.

Piştî daxuyaniyê çalakî bi meşa ber Beyoglu Tunelê ve bi dawî bû.

Li Kocaeliyê jî doh êvarê nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî bi heman armancê heta bi parka mafê mirovan meşiyan.

Di daxuyaniya li vir de berdevka Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyê Ayla Yildirim got, "têgihiştinên şoven û neteweperest û çanda lînckirinê van rojan tên gurrkirin, li dijî vê divê em qêrîn nîşan bidin ku hêzên demokrasiyê jî hene."

No comments:

Post a Comment