Saturday, January 30, 2010

Ji weşanên Lîsê pirtûkên nû


30/01/2010

Weşanxaneya Lîsê bi 8 pirtûkên nû di zivistana sar de tîneke germ da pirtûkxaneya kurdî. Weşanxaneya Lîsê ku berê klasîkên kurdî yên li deverên cuda hatibûn çapkirin û li ber dest nemabûn çap kirin û hêzeke nû da pirtûkxaneya kurdî, dest avêtibû wergerandina klasîkên cîhanê. Weşanxaneya Lîsê, piştî weşandina beşek ji klasîkên cîhanê, niha jî heşt pirtûkên bi navên Hemû Soneyên William Shakespeare, Êzdiyatî, Dara Pelweşiyayî, Destpêka Dîroka Etnîkî Ya Gelê Kurd, Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî, Mirin Di Xewê De Bû û Bêpar, Otobês, Pevşabûnên Şîn çap kirin û di zivistana sar de tîneke germ xist dilê hezkiriyên wêjeya kurdî.

SONEYÊN SHAKESPEARE
Xebatên ji bo pêkanîna xewna wergerandina hemû berhemên William Shakespeare ji bo zimanê kurdî, zaravayê kurmancî, li hêlekê berdewam in, lê piştî 400 salên ku di ser yekem car çapbûna Hemû Soneyên William Shakespeare re bihurîn, di dîrokê de, ji bo cara pêşîn, parçeyekî yekpare ji hemû berhemên William Shakespeare, Hemû Soneyên William Shakespeare, 154 soneyên wî, bi zimanê resen, bi îngilîzî û bi kurdî, di pirtûkekê de, bi wergera Kawa Nemir bû malê zimanê kurdî.
Shakespeare, beriya ku sehneyên şanoya kurdî bi kurdî bihejîne, wê bi soneyên xwe yên evînî dilê kurdan bihejîne.

ÊZDIYATÎ
Nivîskar Tosinê Reşîd, ku bi xwe jî Êzdiyekî ji herêma Serhedê ye, bi vê berhema xwe ve li bersivên rast ên van pirsên mezin digere, ku gelek kes hene dixwazin rastiyê di vê derheqê de bizanibin. Ji bo vê, Reşîd çavkaniyên wekî dîn, mîtolojî, civak, wêje, dîrok û zargotinê vedijîne, digihîje wê encamê, ku Êzdî bi neteweya xwe ve kurd in, zimanê wan kurdî, zaravayê Kurmancî ye, welatê wan jî Kurdistan e.

DARA PELWEŞIYAYÎ
Bavê Nazê, bi zimanê û şêweyê vegotinê yê xweserî xwe ve, bi desttêdanên xwe yên rasteqîn î sosyalîst û rexnegiranetiya xwe ya tund, ku ji kevnesovyetan pê re maye, işaretê bi şemitînên di nava civaka kurd de, wekî şêwejiyanên ku di nava sermaye, soreş, evîn û bêbextiyê de dudilî mane, dike.
Di Dara Pelweşiyayîyê de, em jê re dibin govan, ku nivîskar vê firêqetiya xwe ya zimanî bi riya Şêrzadê pêlewanê romanê didomîne, lê belê di heman demê de em bi dilekî sotî “dastaneke aciziyê” dixwînin. Em pê dizanin, wekî di her du honakan de jî serêşî “polîtîka” ye û em dibînin, ku Şêrzad li devereke ku dibêjin hatiye rizgarkirin, li gel evîna xwe ya ku li pey xwe dikişkişîne careke din bi col û zincîran tê girêdan.

KURD
Vilcheviskj di vê xebata xwe ya akademîk de xwe dispêre gelek zanyarên navdar, ji dil û can hewil dide hinek xalên di etnografyaya kurd de ronî bike, yên wekî jiyana aborî û civakî ya rûniştevanên berê yên welatê kurdan, jiyana koçeriyê, riyên di hilgêrbûn û dagêrbûna wan a ji zozanan de, rola sewalvaniyê, rola kişt û kalê û dîroka eşîrên cihêreng ên kurd.
Berhema hêja, KURD, Destpêka Dîroka Etnîkî Ya Gelê Kurd bi wergereke bêhempa û çak ya Zîya Avcı gihîşt ber destê xwendevanê kurd.

ÇÎROKÊN NEQEDIYAYÎ
Romana Şener Özmen a duyemîn, Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî, (romana wî ya pêşîn, Rojnivîska Spinoza, Lîs, Îlon 2008) romaneke wisa ye, ku hêmanên ezmûngerayîtiyê dihebîne, tixûbşikêniya zimên a di nasnavê de ji xwe re dike serêşî, bi riya şêweyê peywendiyên lehengên xwe nîşanî me dide, ku nasnava kurd – bivê nevê – ne aydî wan navendên nasnavî ne, ku dor lê girtine, lê tevî dirûvê xwe yê têkşikestinê, bi xwe navendeke nasnavî ye. Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî vê yekê di heman demê de bi ser dixe, ku ziman û ezmûngerayîtî di demajoya nivîsandinê de li berûberê hev bi rê ve diçin. Ozmen a vê carê bi tevgerbariya zimanê xwe ve derdikeve pêş, lehengekî bi navê Sertac Karan tîne mexderê. Tu guman tê de nîne, ku Şener Özmen romannûsê kurd ê îro û sibehê ye.

MIRIN Û XEW
Mirin Di Xewê De Bû û Bêpar, Du lîstikên şanonûs û şanogerê kurd, Cuma Boynukarayê ku sî salan gelek lîstikên şanoyê bi tirkî nivîsandine, bi wan lîstikan gelek xelat wergirtine. Ber bi hemû lîstikên wî, du lîstikên wî, di pirtûkekê de, bi kurdî, bi wergera Lal Laleş, Rêzan Tovjîn û Fehîm Işık.

OTOBÊS
Otobês romanek e, ku albumeke ji gelek kesan pêkhatî ye. Her paldankek bi dengê xwe yê navxweyî qala xwe dike. Dengên ku di paldankên otobêsekê de rûniştine û heftokan ji dawa xwe de dirijînin.
Yunus Eroğlu bi vê romana xwe ya bi navê Otobês jî zorê dide tixûbên zimanê kurdî, bi zimanekî wiha bi silsileta xwe berdewam dibe.

PEVŞABÛNÊN ŞÎN
Helbestkarê kurd ê ciwan Ehmed Ronîar piştî dîwana xwe ya pêşîn a bi navê baran ji acizî dibariya (Belkî, 2006) bi dîwana xwe ya duyemîn a bi navê pevşabûnên şîn xelekeke din li zincîreya berhemên vî nifşê navbûrî zêde dike. AMED

No comments:

Post a Comment