Monday, January 18, 2010

Serokê Baroya Dîyarbekir M. Emîn Aktar û Konferansa Rêvekirinê



18/01/2010

Di hevpeyvîna hevkarê me Robîn Reşvan de, Serokê Baroya Dîyarbekir M. Emîn Aktar agahdarîyên firehtir dide, li ser konferansê, bi navê Baroyên Tirkîyê Rêvekirinê Gotûbêj Dikin.

Diyarbakir_Bar_M
M. Emîn Aktar

Rêzdar Aktar dibêje, paş girtina DTP û desteser kirina bajervanên herêmê, me hewce dît ku dengên xwe bilind bikin. Loma jî, me xwest konferansek lidar bixin û baroyên seranser welat bînin ba hev. Armanca me ev bû ku em li ser pirsa Kurdî gotûbêj bikin û bizanin çawa alîkarîyê vê kêşeyê bikin.

Emîn Aktar dide zanîn ku di encama konferansê de, belavokek hevpar hatîye weşandin û tê de daxwaza hin xalan hatine kirin. Aktar dibêje, guherîna qanûna bingehîn ya heyî û guherîna qanûnên hilbijartinê û partîyên sîyasî, hinek ji wan qalan in.

Guhdarên delal, heku bixwazin guh bidine vê hevpeyvînê, kerema xwe li lînka alîyê rastê bitîkînin

hevpeyvin
Guhdarî bike (MP3)

© VOA

No comments:

Post a Comment