Thursday, January 28, 2010

Bi Ipadê dema tablet pc'yan destpêkir

(HAWAR NET) -- Kompîterên ser mase, notebook, netbook û niha jî tablet pc.....com)


Apple îro Ipad'a xwe nîşanî medyayê da. Ipad xwedî giraniya 0.75 kg e û qelindiya wê jî 1.30 cm ye.

Hate diyar kirin ku di nava Ipad'ê de nêzî 200 hezar sepan (uygulama) hene.

Di heman demê de Ipad wekî e-pirtûk, e-rojname jî dikare were bikaranîn.

Tê texmîn kirin Ipad bi 500 dolarî were firotin.

Dema tablet pc'yan tê

Kompîterên ser mase, notebook, netbook û niha jî tablet pc.. Di bazara kompîterên dê salên pêş me gellek rengîntir be.

Şîrketên kompîterê hêdî hêdî li gor îxtîyacên cûda bi şêweyên cûda kompîteran çêdikin. Kindle a ku wek e-pirtûk tê bikaranîn mînaka pêşîn a vê yekê bû.

Yek ji şêweyeke nû ya kompîteran kompîterên tayblet e. Demeke dirêj bû ku cîhana teknolojîyê li benda Ipad'a Appelê bû.

Wek tê zanîn şîrketa Apple'ê bi Iphona xwe bazara telefonên mobîl serûbin kiribû. Ji ber vê yekê jî bendewariya ji bo Ipadê jî hê zêdetir bû bû.

Mînaka herî pêşîn ya kompîterên tablet ji aliyê HP ve meha bihûrî hatibû nasandin.
(HAWAR NET.com)

© HAWAR NET 2010

No comments:

Post a Comment