Tuesday, January 26, 2010

Te çima zarok parastin?

25/01/2010

Hate hînbûn ku sedema girtina Cîgirê Serokê Giştî yê ÎHD'ê û Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Muharrem Erbey ku di operasyona li dijî BDP'ê û parazvanên mafê mirovan a 24'ê kanûnê de hate girtin, parastina zarokan, şêwirmendiya Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, çûna şaredariyê û axaftinên li parlamentoyên Swêd, Belçîka û Îngilistanê ye.
Erbey, di nameyê de anî ziman ku bi îdiaya "endamê rêxistina derqanûnî ye' hatiye girtin, ji bo vê yekê jî çûn û hatina wî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xebatên komeleyê û parastina mafên zarokan wekî delîl dane nîşan. Erbey, di nameya xwe de wiha got: "Xebat û pro
jeyên komeleyê ji min pirsîn. Her wiha ev proje jî wekî fînansa rêxistinê dane nîşan. Dîsa çûna min a Swêd, Belçîka û Îngilistanê û axaftinên min ên li wir wekî sedema kêmxistina dewletê dan nîşan. Dîsa gotin tu beşdarî "Hewldana makezagona sivîl û demokratîk" bûyî û şêwirmendiya hiqûqî dike. Têkiliya min û Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr û beşdariya min a ROJ TV’ê pirsîn.

PARÊZERIYA BÊPERE
Erbey, di berdewama nameya xwe de destnîşan kir ku di 2 salên dawî de beşdarî bi sedan daxuyaniyên çapemeniyê bûye, lê heta niha tu lêpirsîn der heqê wî de venebûye û wiha dom kir: "Dozger di lêpirsinê de got 'Tu di daxuyaniyan de leşker û polîsan biçûk dixî. Tu moral û motîvasyonê didî rêxistinê' Ez bi tevlêbûna xebatên KCK'ê tewanbar kirim û angaştin ku ez piştgiriyê didin rêxistinê. Dîsa balkêş e ji min pirsa 'Tu çima bêpere dikevî dozên rêxistinê?' pirsîn. Em bêpere li dozên kesên ku ji ber mexdûrên îşkence, teqîna mayinan, binpêkirina mafan û birîndarkirinan serî li komeleya me didin, dinêrin. Wekî li hemû komeleyên cîhanê em jî xebatan dimeşînin. Karên ku ji bo parastina mafên mirovan li hemû deverên cîhanê tên kirin li vir jî tên kirin. Lê xebatên Amedê wekî piştgiriya rêxistinê tê dîtin û nirxandin. Bavên polîs, leşker, cerdevan, endamên PKK'ê, kesên di bûyerên civakî de birîndar dibin, jinên ciwan jî di nav de her kes serî li komeleya me dide. Em li lorî rêgeza mafên mirovan a navneteweyî tev digerin, em dê ji niha û şûn de jî bi heman rengî tevbigerin.

RED Û ÎNKAR ÇARE NÎN E
Erbey, diyar kir ku piştî Hilbijartina Herêmî ya 29'ê Adara 2009'an, li hemberî siyasetmedarên kurd û şaredaran pêkutî, binçavkirin û girtin bênavber dom kirine û wiha dom kir: "Gelek kesên ku siyaseta çalak dimeşandin hatin binçavkirin. Di nav wan de şaredarên ku bi dengên zêde yên gel hatibûn hilbijartin, wekîlên şaredaran, endamên meclîsan, serokên giştî yên bajaran, buroyên şaredariyan û siyasetmedar jî di nav de zêdetirî 900 siyasetmedarên çalak bi sûcdariyên ji rêzê hatin girtin. Ev yek binpêkirina azadiya mafên xwerêxistinkirinê ye û azadiya xweîfadekirinê ji holê radike. Pirsgirêka herî kevn a nijadî û polîtîk a kurd ku ev 200 sal in didome, bi sirgûn, girtîgeh, qetlîam, red û neqebûlkirinê nayê windakirin."

GAVÊ PAŞVE NAVÊJIM
Erbey, der barê şert û mercên girtîgeha lê ye de jî agahî da û nameya xwe wiha bi dawî kir: "Tawanê odeya ku em tê de ne wekî qepaxa tabûtê ye û em 4 kes li odeyekê ne. Em ji cihekî ji axê û daran dûr, binem û ritûbet dimînin. Em ji vê yekê jî razî ne lê bila ev xwîna diherike bisekine. Ez heta dawiyê jî di girtîgehê de bimînim ez dê heman tiştan bikim. Tevahî xebatên ku min ji bo parastin û bilindkirina rûmeta mirovan kiriye li pey wan im. Ji bo ku sûcên li dijî mirovahiyê yên li erdnîgariya me pêk hatine derkevin holê û kiryarên van bûyeran derkevin holê xebatên min dê bidomin. Em nêzî 900 kesên girtî ne. Lê bi hêvî ne. Yan em ê bi hev re derkevin qeraxê, yan jî em ê bi hev re biçin xwarê. Ez bi bawer dikim ku di sala 2010'an de em ê riyeke nû vekin û ber bi ronahiyê ve biçin." AMED - DÎHA

No comments:

Post a Comment