Sunday, January 31, 2010

Bazirganiya tiryakê JÎTEM organîze dike


31/01/2010

Qaçaxgerên bi salan e li ser sînorê Tirkiye û Îranê qaçaxgeriyê dikin, anîn ziman ku bazirganiya tiryakê û mirovan ji aliyê dewleta tirk ve tê organîzekirin. Qaçaxgerên ji bo ajansa nûçeyan ANF’ê axivîn wiha gotin: “Bazirganiya tiryakê û mirovan ji aliyê dewletê ve bi destê JÎTEM’ê tê organîzekirin. Bazirganiya tiryakê di bin kontrola fermandarên qerekolan de pêk tê. Fermandarên qerekolên Îran û Tirkiyeyê yên li ser sînor di navbera xwe de kuryeyên xweser sazkirin e.” Qaçaxgerên di nava vê pergalê de cih nagirin tên qetilkirin.
Ligel çeteya Geverê der ket holê ku dewlet bazirganiya tiryak û mirovan a ser sînoran rêxistin dike. E.Ozyatan yek ji qaçaxgerên ku bêyî bazirganiya ser sînoran tu derfetên din ên debara jiyanê neyî ye. Piraniya emrê xwe di riya qaçaxgeriyê de derbas kiriye. E. Ozyatan tiştên li ser xeta Elbak û Urmiyeyê pê bûye şahid vegotin.
E. Ozyatan Wiha got: “Bazirganiya sînor ji bo bi hezaran kesî tekane deriyê debareyê ye. Lê tedbîrên li ser sînor hatine zêdekirin. Gelek qereqolên nû hatin avakirin. Di nava salên dawî de kuştina li ser sînoran zêde bûye.”

SÎXURIYÊ FERZ DIKIN
Ozyatan diyar kir leşkerên tirk û ecem sîxuriyê li ser qaçaxgerên ku tên girtin ferz dikin û wiha got: “Dema leşkerên tirk qaçaxgerekî ji rojhilatê Kurdistanê digirin, sîxuriyê li ser ferz dikin. Leşkerên Îranê jî bi heman rêbazê nêzî qaçaxgerên ku ji bakurê Kurdistanê diçin bi kar tînin. Dema qaçaxger sîxuriyê qebûl bikin, riya qaçaxgeriyê li ber wan tê vekirin. Rastmalê wan hespê wan e. Dema hespê wan jî ji destê wan biçe, dê çibikin? Dema teklîfeke bi vî rengî jê re têkirin, mecbûr dibin qebûl dikin. Di navbera Albayrak û Elbakê de wekî navenda JÎTEM’ê dixebitin.”

DEWLET DI NAV DE YE
Ozyatan wiha dirêjî da gotinên xwe: “Di navbera Albayrak û Elbakê de hemû telefon ji aliyê JÎTEM’ê ve tên guhdarîkirin. Û liv û tevgerên herêmê tên organîzekirin. Kurdên rojhilat ên ji aliyê JÎTEM’ê kirine sîxur ji aliyê vê navedê ve tên koordînekirin. Bi vê rêbazê ji her du aliyên sînor liv û tevger tên kontrolkirin. Îstîxbarat tê berhevkirin. Bazirganiya tiryakê ya vê sînorê ji aliyê kesên ku sîxurên JÎTEM’ê ne tê kirin. Bazirganiya tiryak û mirovan ji aliyê dewletê ve bi destê JÎTEM’ê ve tê organîzekirin. Hem li aliyê Îranê û hem jî li aliyê Tirkiyeyê fermandarên qereqalan di navbera xwe kuryayên xweser ên bazirganiya tiryak û mirovan avakirine. Tiryak ji aliyê van kuryeyan ve li sînor tê derbaskirin. Bi vê riyê heta Ewropayê jî tiryakê û mirovan dibin.”

DIKUJIN Û ...
Ozyatan anî ziman ku li ser qaçaxgerên ku sîxuriyê qebûl nakin cerdevanî tê ferzkirin û bûyerên li gundên Dirişk û Sersûlê yên Elbakê qewimîn mînak nîşandan. Ozyatan bibîrxist ku cerdevan bûne hevkarê hemû karên qirêj û wiha got: “Ji bo dewletê alternatîfê sîxuriyê cerdevanî ye. Yên ku vê yekê qebûl dikin, dikarin bazirgahiya qaçaxgeriyê bikin. Yên ku vê yekê qebûl nekin, ji demekî şûnde tên kuştin.” Li gorî agahiyên Ozyatan dide di nava salekê de li gundê Aşnaka Salmasê ji 10’î zêdetir qaçaxger hatine kuştin. Dewlet dema qaçaxgerekî dikuje jî dibêje me ‘PJAK’iyek kuşt’. Û cenazeyên wan jî li cihekî neyê zanîn defn dike.
S.Kobadî yê ku li bajarê Şapura Urmiyeyê dijî jî anî ziman ku qaçaxger ji ba barekî 30-40 dolar pere qezenç dikin. Gelek caran ev pere jî nagihije destê wan û anî ziman ku wî gelek mirovên ji ber hespên xwe yên hatine kuştin digiriyan dîtîne. Kobadî anî ziman ku piraniya kesên qaçaxgeriyê dikin temenê wan di navbera 12-17’ê de ye û diyar kir ku gelek caran bi çavên xwe bûye şahidê kuştin û birîndarkirina qaçaxgeran. Kobadî mînakek jî da: “Carekê tevî zêdetirî 200 hespan em ketin kemînekê. Ji zarokekî 12 saliyê ji gundê Aşnaka Salmasê ku navê wî Behmen bû ligel 3 kesên din birîndar bûn. Di wê kemînê de zêdetirî 20 hespan hatin kuştin. Behmen jiyana xwe ji dest da. Birîndarên din seqet bûn. Baş tê bîranim Behmen ji ber westiyayî bû wê rojê nexwestibû bi me re bê. Bavê wî, ew bi zorê şandibû.” ANF

No comments:

Post a Comment