Thursday, January 28, 2010

Çareseriya kurdan di yekitiyê de ye


28/01/2010

Hûn polîtîkayên AKP’ê yên li hemberî gelê kurd dimeşîne çawa dinirxînin?
Wurya Wesanî: Mirov li dema borî heta roja îro binêre, dikare bibîne ku ev 7 sal in AKP li dijberî gelê kurd siyaseta komkujiyê dimeşîne. AKP li her çar parçeyên Kurdistanê hewl dide ku dengê gelê kurd qut bike. Bi taybetî dixwazin nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan negihîjin gelê kurd. Berlêvekirina demokratîk a AKP’ê ya qaşo, li gorî min weîk şanoyekê ye. AKP li gorî xwe difîkire ku bi çend gotinan dikare gelê kurd bixapîne. Dema samimiyeta Tevgera Azadiya Kurdistanê diyar bû û Komên Aştiyê ji Qendîl û Mexmûrê li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin Tirkiyeyê wê demê AKP’ê dest bi reşkirina kurdan kir. Li gorî min ev berlêvekirin tasfiyeya kurdan e.

Lana Cewher:
AKP li ser hemû kurdan siyaseta qirkirinê dimeşîne. Ziman, nasname û çanda kurdan ji nedîtî ve tê. Di şexsê gelê kurd ê Bakur de li hemberî hemû kurdan di nava êrîşan de ye. AKP bi rengekî herî dijminane bi ser gelê kurd ve diçe. Pêwîst e tu kurd bi tu şêwazan piştgiriya vê siyasetê neke. Li Başûr jî pêwîst e her kesek piştgiriya gelê Bakur bikin. Ji bo ku ev siyaseta AKP’ê bê pûçkirin û bê encam bimîne çi ji destê me bê pêwîst e em pêk bînin.

Muzaffer Hemed Emîn:
Serokwezîrê tirk Recep Tayyîp Erdogan li hemberî kurdan siyaseteke bi dek û dolaban dimeşîne. Li gorî min ger AKP û Erdogan dixwazin pirsgireka kurd çareser bike navnîşan diyar e. Navnîşana çareseriyê Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan e. Ger bi birêz Ocalan re rûnê bila bi PKK’ê rûnê ew jî nebe ya niha BDP heye. Lê mirov temaşe dike AKP ne dev ji operasyonên leşkerî ne jî yên siyasî bernade. AKP’ê partiya DTP’ê girt niha jî her roj li ser siyasetmedarên kurd êrîşan pêk tîne. Ma bi vî rengî dikare çareseriya pirsgirêka kurd pêk bîne. Ez ji AKP’ê re dibejim ger tu dixwazî pirsgirêka kurd çareser bikî navnîşan Îmraliye.

Hikûmeta AKP’ê bi vê siyaseta xwe dikarî pirsgirêka kurd çareser bike?
Wurya Wesanî: Dema ku AKP’ê partiya DTP’ê girt wê demê bi awayekî zelal hate fêmkirin ku hikûmeta AKP’ê naxwaze pirsgirêka kurd çareser bike. Ger bixwesta pirsgirêkê çareser bike wê demê wê siyasetmedar û rewşenbîrên kurd ne şandibana girtîgehan. Mirov ji vir jî fêm dike ku AKP naxwaze pirsgirêkê çareser bike.

Bi taybetî li bakurê Kurdistanê li ser siyasetmedarên jin ên kurd êrîş hene. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?
Lana Cewher: Ev êrîş li ser parlamenan bigire heta gel pêk tên. Li gorî min ev êrîş bingehên xwe ji feraseta zilam a li dijberî jinê ye tê. Mirov nikare van êrîşan ji hişmendiya zilam a 5 hezar salan û çanda wî ya tecavuzê cudatir bigire dest. Ji bo pêşengbûna jinan pêş nekeve dewlet bi taybetî êrîşî jinan dike. Ez van jinên me ku niha di girtîgehan de ne silav dikim û dixwazim dengê min bigihêje wan. Pêwîst e hemû jinên kurd piştgiriya jinên kurd ên siyasetmedar bikin.

Mirov temaşe dike ku hemberî êrîşên hikûmeta AKP’ê û dewleta tirk, hikûmeta başûrê Kurdistan û gelê Başûr bêdeng e. Hûn vê bêdengiyê çawa dinirxînin?
Wurya Wesanî: Ez bi xwe ji bo hem wekî welatiyekî kurd hem jî wekî serokê Şaredariya Herêma Qendîlê qet wateyê nadim vê bêdengiyê. Li gorî min bêdengbûna rewşenbîr û siyasetmedarên başûrê Kurdistan dibe sedema mirina neteweyetiyê. Weke ku her tim bi serê kurdan hatiye, niha jî li ser gelê bakurê Kurdistanê êrîş hene, lê li hemberî vê gelê li başûrê Kurdistanê bêdeng dimîne. Li gorî min ev helwest ne helwesteke welatperweriyê ye. Birêz Mesûd Barzanî û birêz Celal Talabanî dikarin li ser pirsgirêka Filîstîn û Afrikayê nîqaş bikin, lê nikarin ji bo gelê xwe yê Bakur yek daxuyaniyê bidin. Li gorî min ev nakokiyek mezin e ji bo hemû kurdan.

Muzaffer Hemed Emîn:
Bi rastî pêwîst bû ku li her çar parçeyên Kurdistanê nerazîbûn û dengekî mezin berz bibûya li hemberî siyaseta AKP û serokwezîr Tayyip Erdogan. Hemû rewşenbîr û siyasetmedarên kurd pêwîst bû li hemberî vê qiyamet rakiribûna. Ji ber ku tu cêwazî di navbera kurdên her çar parçeyan de nîne. Hemû kurd birayê hev in. Di encama siyasetên dijminane yên li ser Kurdistanê, kurd îro di vê rewşê de ne. Kurd di her warî de yek in. Bi taybet ger em jî îro piştgiriya gelê kurd ên parçeyên din nekin em ê xizmeta polîtîkayên neyarên kurdan bikin.

Tevgera azadiya gelê kurd PKK’ê gelek caran bangawazî dike ku di nava hêz û tevgerên çar parçeyên Kurdistanê de konferanseke neteweyî pêk bê. Li gorî we çima pêwîstî bi konferanseke neteweyî heye?
Wurya Wesanî: Konferanseke neteweyî pêwîstiyek lezgîn e ji bo hemû kurdan re. Ev demek pir dirêj e Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan û PKK bangawazî dike ku ji bo konferanseke neteweyî pêk bê. Konferanseke neteweyî ji bo em wekî gelê kurd hev fêm bikin û pirsgirêkên neteweyî nîqaş bikin bi lez pêwîst e. Ji bo ku em wekî netewe ji xwe re bernameyeke neteweyî saz bikin û ji bo destkeftiyên neteweyî ji dest neçin hewce ye em konferanseke neteweyî li dar bixin. Berî niha demekê li Hewlerê qaşo konferansek hat lidarxistin. PKK’ê got ku ez tevli vê konferansê nabim. Ev konferans di bin siya dewleta dagirker a tirkan de dihat lidarxistin. Ev konferans hewildanek pûç bû. Ger konferanseke bê sazkirin pêwîst e tenê nûnertiya vîna azad a bike. Konferanseke neteweyî ji bo yekitiya neteweyî tiştê herî lezgîn e.

Muzaffer Hemed Emîn:
Bi rastî ji b konferansa neteweyî tevgera PKK’ê ev bi dehan caran e bangawazî dike. Ez spasiya xwe ji bo PKK’ê dikim. Ji ber ku PKK bi daxwaza vê konferansê xwesteka xwe ya yekitiya neteweyî tîne ziman û dixwaze. Ger konferanseke neteweyî pêk bê wê demê ew pirsgirêken neteweyî dikarin bêne çareserkirin. Pêwîstiya me kurdan bi lez bi yêkgirtinê heye. Ev tenê dikare bi konferanseke neteweyî pêk bê. Hemû êrîşen li ser kurdan pêk tên ne yekbûna wa ne. Ji bo vê beriya her tiştî pêwîst e ku em konferanseke neteweyî li dar bixin.

No comments:

Post a Comment