Monday, January 18, 2010

DYA 21 hezar leşkerî li Başûr bi cih dike

18/01/2010

Fermandarê Hêzên Herêma Federal a Kurdistanê yê Amerîkayê Tumgeneral Anthony Cucolo diyar kir ku Amerîka di çaroveya vekişîna ji Iraqê de dê 21 hezar leşkerên xwe li başûrê Kurdistanê bi cih bike.
General Cucolo destnîşan kir ku vekişîn dê di tebaxa îsal de dest pê bike û di pêvajoya vekişînê de dê 21 hezar leşkerên Amerîkayê vekişin başûrê Kurdistanê û di nav Herêma Federal a Kurdistanê û Iraqê de di çarçoveya mîsyona avakirina kordoneyê de bê bikaranîn.
General Cucolo vegot ku bi taybetî ji ber aloziya di navbera ereb û kurdan de dê li Kerkûk û Mûsilê cih bigirin.

‘XETA FAYA KURD Û EREBAN’
Tumgeneral Cucolo ji baregeha Tîkrîtê bi riya telekonferansê bersiv da rojnamegerên li Wezareta Parastinê ya Amerîkayê. Hat gotin ku piştî hilbijartinên 7’ê gulanê li 7 eyaletên ku dikevin bakurê Iraqê ku başûrê Kurdistanê jî bi giştî di nav vê de ye peywirê bikin.
Generalê Amerîkî destnîşan kir ku bajarê Kerkûkê ku dewlemendê neftê ye bi derketina bûyerên civakî yên xwînî re rû bi rû ye. Genaral Cucolo herêm wekî xeta ‘fayê’ ya di navbera kurdan û ereban de bi nav kir û ji bo bajarê Mûsilê bernameya hatî kirin wiha pêşkêş kir: “Piştgiriya yekîneyên ji nû ve bên avakirin dê bikin, li bajaran hêza polîs dê bê xurtkirin, dema hêzên deryayê vekişe jî dê cihê wê ji artêşa Iraqê re bihêle.
Cucolo vegot ku El Qaîdeyê ligel ku li Mûsilê derbeyên mezin xwar jî pêkan e ku êrîşên nû jî organîze bike. Hat aşkerakirin ku mîsyona leşkerê Amerîkayê ev e ku çavdêriyê bike. Heke bûyerek biqewime dê amade be. Cucolo diyar kir ku ew di vê baweriyê de ye ku dê pêwîstî bi vê jî nebe. HEWLÊR

No comments:

Post a Comment