Wednesday, January 20, 2010

Wezaretê şewata daristanan înkar kir

20/01/2010

Wezareta Hawir û Daristanê diyar kir ku di nav 10 salên dawiyê de 734 şewatên daristanan derketine holê û di encamê de 12 hezar 493 hektar daristan şewitiye. Lê Wezareta Daristanê ligel hemû îtirafên leşkerên tewaqît ên têkildarî şewitandina daristanan a bi boneya 'Ewlehiyê' jî îdia kir ku daristan ji ber ewlehiyê nehatine şewitandin. Lê Wezaretê îtirafa, "Me deverên di bin bandora leşkeriyê de kontrol nekirine" jî îfadeyên nakokî dan.
Nîqaşên têkildarî şewitandina daristanan a bi boneya “ewlehiyê” berdewam dike. Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata têkildarî şewitandina daristanan a bi hinceta “Ewlehiyê” pirsniyarnameyek dabû Meclisê. Wezareta Hawir û Daristanan ku bersiv da pirsniyarnameyê agahiyên nakokî, înkar û îtîraf bi hev re dan dar. Wezaretê diyar kir ku di nav 10 salên dawiyê de 734 şewatên daristanan derketine holê û di encamê de 12 hezar 493 hektar daristan şewitî ye. Di bersivnameyê de îtirafa, "Wezareta Parastina Neteweyî li gorî Rêziknameya Venêrandina Hawir nû dest bi kontrolê kiriye. Lê li qadên di bin bandora TSK'ê de hêj venêrandinê dest pê nekiriye."
Lê di serî de leşkerên teqawîtbûyî, cerdevan, leşkerên terhîs bûyîn û gelek îtirafkaran şewitandina daristanan a bi hinceta 'Ewlehiyê' îtiraf kiribûn. Fermandariya Cendirmeyan a Çewlikê di sala 2006'an de ji bo birîna daran destûr ji Walîtiyê xwestibû. Fermandariya leşkerî bi belgeya bi îbareya 'nepenî ye' bi hinceta PKK'î xwe di nav de vedişêrin û ewlehiya rê dixe tehlîkeyê xwestibû ku destûr bê dayîn daristanê bibirin.

DI 8 SALAN DE 152 ŞEWAT
Şewitandina daristanan di raporên vekolandina ÎHD'ê yên têkildarî şewitandina daristanan cih girtibû. Di raporan de hatibû daxuyandin ku di sala 2001'an de 8, di sala 2004'an de 8, di sala 2005'an de 3, di sala 2006'an de 20, di sala 2007'an de 55, di sala 2008'an de jî 58 şewitandinên daristanên li bajarên kurdan pêk hatine. Di raporan de hatibû daxuyandin piraniya şewatên daristanan piştî operasyon û pevçûnan li qadên leşker lê derketine. Her wiha di raporan de hatibû diyarkirin ku ji bo temirandina van şewatan leşkeriyê destûr nedaye hemwelatiyan û saziyên din.
Di raporan de cotstandardiya di navbera şewatên li rojava û bajarên kurdan de jî hatibû destnîşankirin. Di raporan de hatibû daxuyandin ku ji bo temirandina şewatên li herêmê destûr nayê dayîn lê ji bo yên li rojava bi dehan wesayît, bi sedan kes tên seferber kirin û balefiran dixin dewreyê. ENQERE - DÎHA

No comments:

Post a Comment