Tuesday, January 19, 2010

Hrant Dînk li Amedê hate bibîranîn

Hrant Dînk li Amedê hate bibîranîn
Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Burhan Zorooglu, di civîna çapemeniyê ya bi mebesta 3'yemîn salvegera kuştina Rojnameger Hrant Dînk, diyar kir 3 sal derbas bûn, lê hêj kuştina Hrant Dînk nehatiye ronîkirin. Zorooglu, da zanîn ku ji ber kujer nayên dîtin, hêj rawşenbir û ronakbir di nava tirsê de dijîn.

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi munasebeta kuştina Gerînendayê Giştî yê Rojnameya Ermenî Agos Hrant Dînk a di 19'ê çileya sala 2007'an de li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Sekreterê ÎHD'ê Burhan Zorooglu, rêveberên ÎHD'ê û xizmê Hrant Dînk ku ermenî ye Melîke Dara Guner amade bûn. Di civînê de Burhan Zorooglu diyar kir ku ligel 3 sal di ser kuştina Hrant Dînk re derbas bûye hêj jî buyer zelal nebûye. Zoroglu, xîtabî Dînk kir û wiha got: "Brêz Hrant; me dixwest piştî 3 sal şûnde em bêjin kujer hate dîtin, hemû hêzên tarî yên di nava dewletê de ronî bûn û hemû rêxistinên di nava dewletê de bi cih bûne tev tasfiye bûn. Lê mixabin hêj li vî welatî kevok tên kuştin. Hêj binçavkirin girtin û kuştin zêde ne." Zorooglu, destnîşan kir ku dewlet û îxtîdara siyasî ji ber ku yek ziman, yek netew û yek ol diparêze di civakê de ermenî, kurd, ereb û romanan ji civakê dûr dixin. Lînç dikin û êrîş dikin. Rêzdar Hrant û parazcanên mirovan ji ber ku li dijî vê yekê dengê xwe bilind kirin rastî êrîşan û girtinê hatin."

Zorooglu, pêkanînên li dijî gelê ermenî, kurd û roman jî rexne kir û da zanîn ku êrîş û lîncên di dijî wan roj bi roj zêde dibin û mafê wan tên binpêkirin. Zoroglu, helwesta dewletê jî rexne kir û wiha got: "Mixabin kesên wekî Hrant ku mafên mirovan, aştî û edaletê diporêzin tên kuştin, kesên zirarê didin civakê jî serbest digerin. Em wekî Komeleya Mafên Mirovan, heta ku kujerên Hrand û hemû kuştiyan bên dîtin û binpêkirina mafan li Tirkiyeyê di dawî bibe em dê têkoşîna xwe bi dawî bikin. "

'Oxir be Hrant'

Xizmê Hrand Melîke Dara Guner ku li Amedê dijî anî ziman ku li Tirkiyeyê zarokan dikin kujer û derdixin. Guler wiha got: "Li gel her tiştî em zarokan efo dikin. Berdêha her tiştî heye. Berdêla efoyê jî heye. Bila berdêla vê yekê jî aştî be. Em êdî naxwazin li vî welatî ên din bin. Em dixwazin bi mafên xwe bijîn. Hrant Dînk jî ev yek xestibû, lê îro ne di nava me de ye. Oxir be Hrant."

No comments:

Post a Comment