Wednesday, January 20, 2010

Faşîzaniya wisa jî?


20/01/2010

Dewleta Sûriyeyê jî mîna ‘birayê’ xwe yê mezin Tirkiyeyê, di zordestiya li ser gelê kurd de sînoran nas nake. Ji sedema ku di dawetan de stranên kurdî gotine polîsên Sûriyeyê 4 hunermend jî di nav de 7 kes girtin binçavan û îşkence li wan kirin.
Di roja 3’yê cotmehê de polîsên Sûriyeyê li bajarên Hesekî û Dêrikê avêtin ser dawetan, gef li vexwendiyan û xwediyên dawetan xwarin û 4 jê hunermend, 3 jê xwediyên dawetan bi giştî 7 kurd girtin binçavan.
Polîsan li 4 hunermend û 3 kesên bi wan re hatin binçavkirin, ji ber ku ‘di nava gel de cihêxwaziyê dikin’ îşkence kir.
Çavkaniyên herêmî destnîşan kirin ku Cemal Sadun, Abdullatif Malîkî, Nîhad Huseyîn, Dijwar Munîr Abdullah, Ciwan Munîr Abdullah, Hasan Îbrahîm û Zahîd Yusuf, piştî 4 mehan duh li Qamişlo derketin pêşberî dadgehê.
Dadgehê hunermendên kurd û welatiyên kurd bi sûcê ku "gel di civakî û olî de parçe dikin" sûcbarkirin. Girtiyan jî ev rast nedît û destnîşan kirin ku gotina stranan û dawet ne cihêxwazî ye, pêkanîna tore û çanda kurdan e.
Dadgehê, Hasan Îbrahîm, Zahîd Yusuf û Abdullatîf Malîkî serbest berdan û 4 kesên din tewqûf kirin û danişînê avêt 17’ê adarê.
Rêxistina Mafên Mirovan DAD-Kurd, bi daxuyaniyekê ragihand ku polîsên Sûriyeyê îşkence li hunermedan kirine û bêyî bên dermenkirin ew birin girtîgehê. QAMIŞLO

No comments:

Post a Comment